Bijwên
Zewiya ku zêde giya û çêre tê de hebe.
Şûrbaz
Şûrhingêv. şûr heman şemşîr e. Wate şemşîrbaz.
Êrarto
Çiqek ji çiqên kevn ên serdema Mad.
Wetman
Wesman. Kurtkiriya navê Usman e. Guhertin.
Çirav
Tavge. Sûlav. Lêva kendal. Solav.
Tirîfe
Ronahiya heyvê. Şewqa heyvê. Ew derd û nexweşiya ku hûyrêwiyê ajelan hişk dike.
Kaşan
Navê gund û eşîrekê ye li Rojhilatê Kurdistanê. Dîtina kesekî/ê bi şopa pêyên wî/ê.
Serfiraz
Serbilind.
Biskan
Rîşalên li ser pelgên genimeşamiyan. Pirjimara peyva “bisk”.
Mêran
Piyawçak. Merdan.