Ricayek ji "KURDŞOP"ê bo Kurdên Bakurê Kurdistanê!

Ji bo ku zarokên we bikaribin mafê xwendina bi Zimanê Kurdî"Kurmancî û Zazakî" di pola 5, 6, 7 û 8 a li Debistanê de hebin, niha derfeta hilbijartina wê yekê di destê we da ye. Bi erê kirna vê hilbijartinê, Zarokên we wê bikarin ji xwendina dersên Kurdî yên bi zaravayê Zazakî û Kurmancî mifahdar bin. Em wek saziya KURDŞOP ê ricayê ji dayik û bavên Zarokên Kurd yên li bakûrê Kurdistanê dikin, hindî direng nebûye û dema wê kempeynê maye, herin dersên Kurdî bo zarokên xwe hilbijêrin. Zimanê Kurdî ji bo Zarokên me, qasî şîrê dayikê pêwîst û helal e, bila em ji Zimanê xwe û paşeroja zarokên xwe xwedî derkewin. Saziya KURDŞOP 2022-02-04

KURDŞOP
665 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!