Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Şopênerên hêja

Bi hilkefta serkeftina tîma topa pê ya Amedsporê bo dewra pileya yekem a Tirkiyê, em germtirîn pîrozbahiya xwe pêşkêşê alîgirên vê tîmê û hemû Kurdistaniyan dikin û hêvîxwaz in Amad Spor pişt serê hev tevahiya qonaxên serkeftinê bi dest bixe û wekî hertimî bibe cihê şanaziya alîgirên xwe û hemû xelkê Kurdistanê.

Werziş beşeke pir girîng û sereke ye ji bo tekezîkirin û mezinnîşandana nasnameya nîştimanî ya neteweyan. Hebûna tîmên nîştimanî yên welatan di hemû qadên werzişî yên cuda de û pêşbirkiyên cîhanî ku bi beşdariya van tîmên nîştimanî têne lidarxistin, nîşaneya girîngiya werzişê di vî warî da ye. Mixabin bi sedema bêparbûna xelkê Kurdistanê ji hebûna dewleta nîştimanî ya Kurdistanê, Kurdistan ji pêkhatina tîmên nîştimanî di warên cur bi cur ên werzîşê de bê par maye û di vî warî de jî ji civaka cîhanî ya werzîşê hatiye dûrxistin.

Lê çêkirina tîmên werzişî yên Kurdistanî di çarçoveya pêşbirkiyên navxweyî yên dewletên ku Kurdistan dagîr kirine, derfetek e ji bo bihevre girêdana werziş û nasnameya nîştimanî. Her lewma dagîrkerên Kurdistanê hemû demê hewl dane ku li hemû parçeyên Kurdistanê pêşiya derketina tîmên werzişî yên bihêz bigirin û eger tîmekê jî serî hildabe, bi hemû hêza xwe ve li dijî wê yekê derketine û hewl dane yan ji nav bibin yan lawaz bikin û bo aliyê xwarê daxînin.

Geşeya du tîmên Şîrîn Feraza Kirmaşanê û Serdara Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê di heyama salên borî de û bêhêzkirin û bêdengkirina ji nişkê ve ya van tîmane ji aliyê dezgehên ewlehî yên Îranê ve, du mînakên eşkere yên wê siyaseta dijî Kurdan a dagîrkerên Kurdistanê ye.

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê  ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Her lewma em carek din pîrozbahiyê li tev werzişvanan û birêveberan û alîgirên vê tîmê dikin û hêviya serkeftina berdewam ji bo wan dixwazin.

Saziya KURDŞOPê

29ê Nîsana 2024an

KURDŞOP
81 Dîtin

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Li bajarê Merîwanê kombûnek (korrek) zanistî derbarê ustûrenasî hate lidarxistin

Encumena Çandî ya Wêjeyî ya “Rociyar” li bajarê Merîwanê derbarê “ustûrenasî” kombûnek bo “Dr. Necmedîn Cebarî”, mamosteyê zanîngeha Sinê pêk anî ku zêdetirî du demjimêran pê çû; Eva ku di berdewamiyê de dixwînin beşeke girêng ji vê kombûnê ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!