“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Kurdşop

 

Rojek piştî Newroza meşxelên gundê “Nê” rêûresmek cemawerî bi amadebûna hezaran kes ji xelkê “Nê”ya pêşeng û bajarê Merîwanê û derdorên wî bajarî li Mizgefta “Cabanê Kurdî” a vî gundî bi rê ve çû. Rêûresma dayîna “Xelata Nê” bi yek ji nivîskar û çalakvanê Kurd di warê rojnamevanî û rewşenbîrî de li Merîwanê hate lidarxistin. Ew xelate ku dibe wekî xelateke nîştimanî were dîtin, ji aliyê lîjneyeke hilbijartinê ya çend aliyane ve hatiye amadekirin ku pêk hatine ji aliyên cemawerî, olî û rewşenbîrî yên gundê Nê û biryar e her sal ji bo kesekî serketî û navdar ku bandoreke girîng li ser navçeya Merîwanê hebûbe û şûna tiliyên wî li navçeyê diyar be, were dayîn.

Lîjneyê bi yekdengî biryar da ku îsal xelatê bide nivîskar û çalakvanê rewşenbîrî û medenî yê Merîwanê “Enwer Rewşen”. Rêûresm roja Înê 3ê Xakelêweya 2724 a Kurdî li Mizgefta Cabanê Kurdî ya Nê bi beşdariya hezaran kesî hate lidarxistin û xelat bi Enwer Rewşen hate bexşîn.

Di vê rêûresmê de destpêkê mamoste “Elî Behramî” pişnimêj û gotarbêjê Mizgefta mezin a Cabanê Kurdî di gotara xwe de got:

Ji îsal ve li vê Mizgeftê bernameyek tê lidarxistin ku ew jî bexşîna xelatekê ye ku li cem me gelek bi nirx e û mil bi milê Xelata Nobelê ye, ew jî “Xelata Nê” ye. Biryar e ji îsal pê ve Xelata Nê her sal bi kesekî serketî yê Merîwanê re bê dayîn ku karîbe di her warî de xizmeteke girîng bi vî gelî, netewe, bajar û nîştimana xwe kiribe. Ji aliyê lîjneya xelatdayînê ve çend pîvan û faktor ji bo bijartina kesan hatiye diyarîkirin û ji îsal pê ve her sal dê “Xelata Nê” ji bo kesekî serkeftî ku di her warî de xwediyê van faktor û pîvanan be, bê dayîn. Ew kes dibe ku kesek olî, xwendekar an mamosteyek serkeftî be; Yan pizîşk yan endezyarekî serketî be ku xizmeta xelkê, bi taybetî yên hejaran kiribe û bandoreke mezin li ser civakê hebe. Îsal kesek bi şanazî ve hatiye hilbijartin ku yek ji nivîskarên çalak ê bajarê me ye ku hertim pêwendiyeke dîrokî di navbera ol û nîştimanê de parastiye û hertim hewl daye ku pêwendiya çandî, olî û neteweyî ya nîştimana me biparêze û ji hev nêzîk bike; Mixabin îro hin bîroke hene ku hewl didin vê pira pêwendiyê qut bikin. Lê vî nivîskarî hewl daye ku wê têkiliyê biparêze. Nivîskarek ku xwediyê exlaq û reftar e û bi karên xwe xizmeta dîrok, wêje û çanda netewe û bajarê me kiriye. Sernivîskar û endamê desteya nivîskaran ya çend kovaran bûye û çendîn belgefîlm li ser şûnwarên dîrokî yên Merîwanê çêkirine. Nivîskarek ku beriya wê ku em wî hilbijêrin, civaka me hilbijartiye; Ew jî birêz “Enwer Rewşen” e. Mamosteyê dibistanê bûye û xizmeteke berçav bi zarokên welatê xwe kiriye û niha jî hatiye xanenişînkirin. Berbirs û endamê encumena çandî û wêjeyî ya Merîwanê bûye. Berhema wî ya dawîn pirtûka bi navê “Awirêk Le Rabirdûy Merîwan” e ku bi nerîna min di eslê xwe de karek pir mezin e, ji ber ku wekî mamoste Elaedîn Secadî di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê “Mêjûy Edebî Kurdî” de dibêje: Eger ez bixwazim dîroka Ereb berhev bikim, gelek hêsan e ji ber ku çavkanî zêde ne. Lê bi rastî berhevkirina dîroka Kurd karekî gelek zehmet e, ji ber ku çavkanî kêm in û erk û zehmet û mandûbûneke zêde dixwaze. Ev nivîskare jî gelek ked daye û pê ve westiya ye. Wî gelek karên din yên mezin kirine û di hemû waran de gotar nivîsandiye û bi qasî ku ji destê wî hatiye dîroka vî bajarî zelal kiriye û parastiye. Me gelek ji van nivîskarên mezin hene û birêz Enwer Rewşen mînak ji wan e; Wekî dinê, gelek hevalên ku pê re hatine, gelek tê de hene li kêleka birêz Enwer. Heta em li vir birêz Ferîdê Perwaze jî heye, ku yek ji nivîskarên xwedî gotarên baş e û di gelek waran de lêkolînên pir baş kiriye. Lê her salê xelat ji kesekî re tê dayîn û îsal me birêz Enwer hilbijart û xelat bi wî re tê pêşkêşkirin.

Li vir ez ê deqa rêzlênana ku biryar e bi rêzdar “Enwer Rewşen” re bê danê, bixwînim:

(ن والقلم وما يسطرون) Sodn bi pênûs û ew hevokên ku têne nivîsîn, pênûs rêberê leşkerê peyvan e û nivîskar alahilgirê şoreşa rûpelên dîrokê ye. Dema ku di mirovekî de gelek taybetmendiyên xweş û bedew bêne dîtin, ev tê wê wateyê ku di peykerê takekesî de xwediyê çendîn kesayetiyan e. Birêz Enwer Rewşen wek mamosteyekî zîrek, karîzmayekî edebî û nivîskarekî xwedî exlaq û reftar, gelek bi rohnî şûna tiliyên wî li hereketa rewşenbîrî ya bajarê me diyar û xuya ye. Her lewma “Nê”ya pêşeng û qehreman, mîraciyek ji rêzgirtin û zirêbarek ji pêzanîn pêşkêşî nivîskarê dilsoz ê devera me birêz “Enwer Rewşen” dike û wek bijardeyê salê “Xelata Nê” pêşkêş dike û bi vê hêviyê ku mînakên wekî wî di civaka me de zêde û berfireh bin.

Bi spasî ve – Mizgefta Cabanê Kurdî - Nê

Piştî ev gotinên mamoste “Elî Behramî”, di rêûresmekê de xelat bi Enwer Rewşen re hate bexşîn û wî jî di beşa dawî ya rêûresmê de spasnameyek pêşkêş kir ku eva jêrîn hatiye kurtkirin:

Spas û sitayişa bêdawî bo “Perwerdigar” ku ew derfete bi min re da û ev şanaziye bi min bexşî ku di demek û cîhekî pîroz de, li gundekî serbilind, li cem baştirîn û paktirîn xortên welêt rêz ji min bê girtin. Eva bexşişa Perwerdigar e û nîşanderê emegnasî û pêşkeftina wan kesan e ku beriya nemana xortên xwe yên xizmetkarên netewî rêzê ji wan digirin û haya wan ji mandûnebûna wan heye. Min wekî xortekî netewa Kurd bi erkê ser milê xwe zaniye nêzî 40 salan pêka şiyan, evîndarane xizmeta ziman, dîrok, çand û edebiyata netewa xwe bikim û seh bi mandûbûnê nekim. Helbet min wek takekî Kurd tenê erkê xwe bi cih aniye û min ti çavnihêriyek ji kesî nebûye û nîne jî. Lê îro ku ji aliyê xelkê netirs, qehreman û nîştimanperwer ên “Nê”a serbilind ve şerefa wê yekê bi min re hatiye bexşîn ku rêz ji min bê girtin, cihê şanaziyê ye û ev dema herî xweş a jiyana min e û min zêdetir han dide ku xizmetê bi netewa xwe bikim. Lewam ez hewce dizanim ku gelek spasiya we hemûyan bikim.

Hêjayî gotinê ye ku gundê “Nê” nêzî 3 hezar kes cewamer heye û li teniş gola Zirêbar û li çend kîlometreya başûrê bajarê Merîwanê hilkeftî ye.

 

KURDŞOP
92 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Li bajarê Merîwanê kombûnek (korrek) zanistî derbarê ustûrenasî hate lidarxistin

Encumena Çandî ya Wêjeyî ya “Rociyar” li bajarê Merîwanê derbarê “ustûrenasî” kombûnek bo “Dr. Necmedîn Cebarî”, mamosteyê zanîngeha Sinê pêk anî ku zêdetirî du demjimêran pê çû; Eva ku di berdewamiyê de dixwînin beşeke girêng ji vê kombûnê ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!