Ziman hebûn e

Siltana Eto

 

Ger ku em bi rastî li vê gotinê bihizirin, ziman rastî jî hebûn e. Ger em xwe bi şûnda vegerin, heya civaka xwezayî emê rastî vê gotinê bin. Ji ber ku di wê demê de ziman tune bû, lê nîşanî hebû, ango wek ziman hebûn tune bû. Lewma bi hêsanî dikarîn bihatana tunekirin, ji ber vê sedemê gotina ku"ziman hebûn e" cihê xwe baş digire û bûye rastiyeke ku dest jê nayê berdan.

Bêguman ziman jiyan e, ziman hebûn e. Em pir tişt ji bo zimên dibêjin, me gotiye û em dubare dikin. Ziman xîret e, rûmet e, namûs e. Ziman çekê herî bibandor e li dij dijmin. Ziman kesanî ye, ziman helwêstgirtin e, berxwedan û serîhildan e. Ziman sitûna herî saxlem yê neteweyî ye. ziman çand e, folklor e, dîrok e. Zimanê me, di bêrîka me de mifta azadiyê ye.

Hemû têkiliyên me yên insanî bi wî çêdibin, geş dibin. Her gelekî ku di cîhanê de ling avêtiye, xwedî ziman e ango heya mirov bi tena serê xwe jî xwedî ziman e. Helbet zimanê her însanî heye, ger tuneba wê mirov wek lawiran ba, ji ber ku amûra ku mirov pê xwe û ramanên xwe îfade dike bêguman, ziman e!! Ku pê zindiyên din tê cudakirin.

Mixabin, dema ku ez behsa ziman dikim, nayê wê wateya ku ez qala zimanê mirov ku taybetiyek di mirovan de ye dikim, ez qala zimanê gel hebûn û nasnameya gelekî dikim. ji ber ku ziman hebûn û tunebûna gelekî li ser milê xwe radike û kesên ku vî milî bi rêve dibe, helbet civak û mirovên vî gelî ne.

Ger ku ev gel li vî milî xwedî derkeve wê para xwe ji hebûna ziman bibe û xwe îfad bike; ger ku li vî milî xwedî dernekeve helbet wê tune bibe.

Yek ji van gelan gelê kurd e, Gelê kurd, yek ji gelên kevn yê rojhilata navîn e, helbet wê zimanê wan her kevn be, lê her tim neyaran xwestine ku vî zimanî tune bikin. Çi ku dibînin ku gel û netew bi çand, wêje û zimanê xwe tê naskirin û nasnameya wane. Dema em bixwezin gelekî nas bikin, yekser ziman, çand û wêje tê bîra mirovan, ango amûra ku çand û wêjeyê bi wate dike ziman e, ji ber ku ziman, çand û wêjeya gelekî ji me re vedibêje û di heman demê de dema ku em giringiya hebûna ziman ya ji bo gel diyar dikin, ji ber ku wêje jî hunera xwe ji zimên digire, pêwiste em li ser rewşa wêjeyê jî rawestin. Hemû civak, hestên xwe bi berhemên wêjeya xwe ya ku bi zimên pêk hatiye, derdixe holê.

 

Berhemên wek:

Destan, stran, helbest, çîrok û lorikan bi demdirêjiya sedsalan derxistê holê. Bi rastî jî, di jiyana civakan de yekîtiya ziman pir girîng e. Civaka ku yekîtiya zimanê xwe wenda kiriye, bi hêsanî ji hev dikeve û dikeve bin desthilatdariya civakeke din. Pêwist e, civak yekîtiya zimanê xwe biparêze û bijî, ji ber ku ziman girêdana di nava hemû mirovên wê civakê de ye û her tim zindî dihêle. Civaka ku xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê jiyaneke bêihêz û watedar.

Ango "Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye ". Civakek, çiqas zimanê xwe yê dayîkê bi pêş de biribe, ew tê wê wateya ku asta xwe ya jiyanê jî bi pêş de dibe, lewma wek derencam bibînin ku ziman nebe, civak û mirov jî nabe, bi vê sedemê dema ku desthilatdarek bixweze gelekî tune bike yekser ziman digire dest û pê civaka wî gelî ji bin ve tune dike. wê demê hebûn û nasnameya wî gelî tune dibe û bi nasnameyeke din radibe, lê her tim zimanê wî gelî dimîne ji ber ku ziman, mirov bi xwe ye, mirov jî bi mirinê tune dibe ne bi pişaftinê. Her çiqas pişaftin li ser bê kirin, bingehê xwe ji dest nade û her tim ew di asoyê hişê wî de dimîne. Û dema dest bi axaftinê kir bi vî zimanî axifiye û li ser mezin bûye, lê dema ku nifşê nû derdikevin mixabin li ser zimanê bîhanî radibin, ku gelek guhertinan di nava ziman de çêdike. Ango çawa ku her tişt bi serdemê re tê guhertin, ziman jî bi demê re guhertinan di nava xwe de çêdike. Bi vê guhertinê re hin ziman hebûna xwe wenda dike û hin ziman jî berdewam dike.

Ger ku em aliyekî di zimanê dayîkê binêrin, emê bibînin ku ew zimanê herî kevne tê dîtin û di heman demê de yê herî pişaftin ku di dîrokê de li ser hatiye kirin.

Çi ku em îro dibînin ku di zimanê biyaniyan de gelek peyv ji zimanê Kurdî birine ev tiştî jî va gotinê tekûztir dike ku rastiyeke. Lê dema ku yê li ser milê ziman baş bi kar bîne , ev hemû pişaftin û înkarkirin tu bandor û watayê li ser ziman nake.

Wek ku Celadet Elî Bedirxan li ser ziman wiha dibêje:

" Kurdino malxerabino yan fêrî zimanê xwe bibin ya jî nebêjin em kurd in" .

 

KURDŞOP
92 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 1em

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!