Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 1em

Evîn Teyfûr

 

Her çiqas wêjeya zarokan ya nivîskî di nav wêjeya Kurdî de qels mabe jî, lê belê gelek çîrokên devokî ji dê û pîrikan/bav û kalan derbasî nava nivîsê bûne. Ji wan jî divê em ronahiyê bidin ser çend rexneyên ji aliyê pedegojiyê ve ku bi awayekî yekser û neyekser bandora xwe li ser çîrokên zarokan dikin bînin zimên. Gelek çîrokên devokî û nivîskî roja îro gava ku ji zarokan re tên xwendin, em dibînin ku ji gelek aliyên xwe yên pedagojîk ve dibin xwediyê hin pirsgirêkan. Carinan bi riya çîrokeke ku ji aliyê perwedehiyeke baş ve ser hatiye xebitandin zarok dikare bibe xwediyê pêşerojeke ronak û carinan jî ji ber sedemên lewazbûn û kêmaniyên hîmên perwerdehiyê zarok dikare bi riya çîrokekê jî bibe xwediyê pêşerojeke nediyar û nebenî

Destpêk

“Em wêjeya zarokan dikarin di navbera salên 2-14an de nîşan bidin an jî wekî kamilbûna mirovan piştî ku temenê mirov dighêje çardehan êdî kirasê zarokatiyê ji ser xwe davêje.” (Mem Bawer, Girîngiya Wêjeya Zarokan.) Ji bo vê yekê di navbera salên zarokatiyê de divê bîr, hiş, xeyal û ramanên zarokan bi zimanê dayîkê, bi riya pirtûkan asoya xwe fireh bike. Ji bo ku di pêşerojê de ji jiyana xwe çêjê bigire û hewcedariya xwe binase. Wek ku herkes jî dizane jiyana zarokan jiyaneke pir cuda ye. Xeyalên wan ne li gorî xeyalên me ne û cuda ne. Xeyalên zarokan fireh, tenik, nazik û zû bi zû bi her tiştî bandor dibin. Zarok bi saya xeyalan cîhan, xweza û hawirdora xwe bêhtir fêm dikin. Ji ber vê yekê Mem Bawer di gotara xwe ya bi navê Girîngiya wêjeya zarokan de weha dibêje: “Zarok ji tiştên xeyalî hez dikin, lê belê zarok di nav wan xeyalan de jî li rastiya jiyana xwe digerin.” (Mem Bawer, Girîngiya Wêjeya Zarokan.)

Her weha li gorî derûnas û mamosteyê derûniyê Bangîn Ebdela weha dibêje “Zarok an mirov bi giştî dabeşî sê beşan dibin: hin ji wan bi çavan bandor dibin, hin bi guhdarkirinê bandor dibin û hin jî bi hestan bandor dibin." (Saykuloj û Mamosteyê derûniyê Bangîn Ebdela) Lewma jî bi rêya van her sêyan divê zarok rastî û çewtiyên jiyanê, edalet, hezkirin, dostanî, rexne, zayenda civakî, zagonên ku di civakê de hatine pejirandin, ekolojî û hezkirina xwezayê, qencî û xerabî û divê alîkariyê nîşanî wan bidin. Ji bo ku rastiyên jiyanê fêr bibin hewcedarî bi xeyalên paqij in..

Civaka ku em îroj tê de dijîn, her çiqas em dibînin ku wêjeya Kurdî bi taybet wêjeya zarokan bi pêş dikeve jî, lê di piraniya çîrokên zarokan de gelek aliyên xwe yên qels û lewaz hene ku bandora xwe li ser derûniya zarokan dike û jê re dibe pirsgirêk. Û heta ku mezin dibe ew pirsgirêk wekî trawmayê û hin nexweşiyên din pê re berdewam dike û bi taybetî çîrokên me yên ku di rewşa heyî de tên nivîsandin, em di wan çîrokan de rastî hin şaştiyên wêneyî, zimanî û perwerdehiyê tên ku ev giştî dihêle bandoreke bêhempa li ser zarokan bê çêkirin. Bo nimûne tu carî ev gotin qet ji valahiyê re nehatiye ku tê gotin “Peyvek; dikare zarok bilind bike û hem jî dikare zarok bi bin bixîne.”( Ji gotineke gelêrî, Kobanî.)

Wek nimûne Hîntliyê ku xelata fîzîkê ya Nobelê girtiye, di destpêka axaftina xwe de weha dibêje: “Her roj gava ku ez ji dibistanê vedigeriyam dihatim malê, diya min ji min dipirsî: ‘Lawê min te îro jî pirsek hêja û xweşik ji mamosteyê xwe pirsî gelo?’. Dibêje bi xêra vê pirsa diya xwe ez difikirîm û min pirs dikir, di encamê de ez bûm zanyar.”( Mem Bawer, Girîngiya wêjeya zarokan.)

Lewma gava ku çîrok ji zarokan re tên xwendin, zarok pirsên bê hejmar li ser naveroka çîrok, wêne, nivîs û xeyalên xwe dike. Heta zarok wê çîrokê dixe nava jiyana xwe jî û roj bi roj bi ser de dihizire. Zarok wan çîrokan, di xewn û xeyalên xwe de pê re dijî û heta pê re lîstokan jî dilîze.

Di vê xebatê de em ê hinekî çend giliyan li ser çîrokên zarokan bikin ku çawa qelsbûn û kêmanî ji aliyê reng/wêne û perwerdehiyê ve derdikevin holê. Ev kêmanî bi nexweşiyên wekî trawmayê û yên din bandora xwe li ser zarokan dikin heta mezinahiya wan jî didome.

 

Berdewam Dike…

 

KURDŞOP
113 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!