Derbarê me de


Cîhana mirovahiyê di watayekê de cîhana nasnameyan e, yên ku nasnameya wan tunebe, ti devs û şopeke wan jî tuneye. Li ser bingeha vê rastî û pêdiviyê, “KURDŞOP” dixwaze Ziman, Wêje, Erdnîgariya Nîştiman, Dîroka hevpar, Kultûr û Kelepûr, Huner û ... htd û hemû pêkhînerên nasnameya Neteweya me ji riya pencereyekê ve wergire û kom bike, da ku şop û nasnameya Kurd jî wek neteweyên din xuya û berçavtir be.
Di nebûna statûyeke kurdî de, bi sedema siyaseta bişavtina sîstematîk ji hêla neyarên Kurdan ve, girîngiyeke wiha bi wan biyavên nasnameya me nehatiye dan, û gelek bi kêmî avirek bi wan hatiye dayîn. Lewra heya niha jî me zimanekî yekgirtî tuneye, dîroka wêjeya me bi tewahî nehatiye komkirin, erdnîgarî û welatê perçe perçekirî yê me ji bo para herî zêde a xelkê vî nîştimanî bîhanî ye. Beşeke zêde ji dîroka me bi pênûsa dijmin û neyaran hatiye nivîsîn û berevajî hatiye nîşandan. Çand û kelepûra me a dewlemend di bin zexta herî giran a talankirin, bişavtin û asîmîlasiyona neteweyî de hêdî hêdî kêmreng dibe. Şûnwarên me ên dîrokî têne dizîn û talankirin, hunera me jî zêde girîngî pê nayê dan.
Di rewşeke wiha de Saziya “KURDŞOP”ê wek erkeke netewî ji bo parastina wê heyî û samana dîrokî, kelepûrî û civakî ku li Kurdistanê heye, û bi armanca pênasandina wê samanê bi kurdên her perçeyeke Kurdistanê û yên derwey Welat, herwisa pênasandna wan hemû biyavên  ku li Kurdistanê hene bi xelkê biyanî, biryar da ku malpera “KURDŞOP”ê veke, û di pêgava yekem de bi zaravayên kurdî a “Kurmancî û Soranî” û herwiha bi zimanê îngilîzî, vê malperê bike sekoyek ji bo vegeşîn û rengvedana nirxên civakî li Kurdistanê.
Di serdema niha de cîhana dîcîtalê ew derfet ji bo neteweyên bê dewlet jî pêk aniye ku bikarin bi hêsanî temsîla nasnameya xwe bikin. “KURDŞOP” jî di vî warî de dozhilgirê şopa Kurd di vê cîhana berfireh de ye.
Saziya “KURDŞOP”ê wek saziyeke nehikûmî ku li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin, bi hewl û alîkariya komeke ji xebatkarên xwebexş ji her aliyek Kurdistanê, bo xizmetkirin bi Ziman, Dîrok, Çand û Kelepûra Kurd û gehandina nûçe û zanyariyên bawerpêkirî, karên xwe dest pê kiriye û hêvîdar e ku bi piştevaniya nivîskar, lêkoler, hunermend, derhêner û çalakên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê, bikare samana me`inewî a Kurd di malpera “KURDŞOP”ê de kom bike û biparêze û veguhêze bo xelkê cîhanê û nifşên paşrojê.
Malpera “KURDŞOP”ê hewl dide ku bibe arşîv û çavkaniyeke bawerpêkirî bo hemû cure zanyariyên li ser Dîrok, Ziman, Erdnîgarî, Urf Edet, Çand, Kelepûr, Huner, Şûnwar û ... htd û her biyaveke din ku têkildarî jiyana xelkê Kurdistanê be.
Di vê riyê de çavê me li hevkariya hemû dilsojên Kurd û wan kesan e ku xema Kurdbûnê me li cem hevdu kom dike.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!