Cilûbergên Kurdan li gorî geştyaran di salên 1501-1979 – beşa 3yem (dawî)

Çiya Ezîzî

 

Demorgan cilûbergên jinên Kurd ên Mukrî wek kirasekî kurt, soxmeyeke pemboyî, perçeyekî mezin ji qumaşê şîn ê pemboyî û emame yan jî kofî bi nav dike, bi vê cudahiyê ku kofiya mêran sipî ye û sarwena (kofî) jinan bi piranî şîn û sor bûye.

Daglas ku di serdema Mihemed Riza Şahê Pehlewî de serdana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiriye, cilûbergên jinên Mehabadê wiha wesf dike: Tenûreyeke (fîstan) reş û sipî li xwe kirine û şalên (egal) dirêj û reş li serê wan bûye ku kirasê wan bi tevahî veşartiye. (2) Serwên (kofî) rîşikî di rastî de her heman serwên in ku bi rişik in û jin û mêr dadinêne serê xwe, lê li gorî gopina Gaspar, bedewiya kofiyên jinên Kurd (3) ji yên mêran balkêştir bûne û wek William Hey dibêje, jinên Kurd tenê jin in ku li Rojhilata Navîn ew cure kofiyane dadinêne serê xwe. (5)

Xaleke girîng a ku di derbarê cilûbergên jinên Kurd de divê were gotin, ew cudahiye ye ku geştyaran di şîroveyên xwe de derbarê cilûbergên jinan îşare pê kirine; Bo mînak “Son” cilûbergên jinên Kurd li bakur sade û li naverast û başûrê Kurdistanê tevlihevtir û hûrtir dîtiye; ew di wesfkirina xwe ya berê de dibêje: “Jinên Mukrî û Erdelanî ji ber ew kofiya mezin ku li serê xwe girêdidin, û ew koma xavikên evrîşemî yên renagareng ku tenê li aliyeke serê xwe girêdidin, di nav jinên din ên koçer de cuda ye.” (6) Li ser bingeha kofiyên wiha jî, faktora cudakirina jinan ji navçeyekê ve bo navçeyek dinê yan ji qatekê ve bo qatek dinê tê hesibandin, lewra cilûbergên hevpar ên jinên Mukrî, ku jê re dibêjin sardarî an çarokiye, (7) nîşaneyek bo naskirina jinên wê herêmê bi rêya cilûbergan re bûye. “Demorgan” diyarî kiriye ku cudahiya cilûbergên jinên Sinê (8) bi helsengandin digel navçeyên dinê, tenê di kofî de ye. (9)

Mehmûdê Danişwer, gerokekî Îranî, cilûbergên xelkê Hewramanê ji Kurdên din cuda dibîne û diyarî dike: “Cilûbergên xelkê ji yên Kurdan cuda ne û bi şirîtên kesk û bi pêyê pantolên xwe ve dadiliqînin û li ser kumê wan ku bi fês naskirî ye, çi jin û çi zilamên dewlemend, bi mercan û mor û gewheran girêdidin”. (10)

Di wêneya jêrê ya Sorogîn de (11), cilûbergên jinên Kurd ku pêk hatiye ji bilûz (kiras) û xavikên piçûk li kêleka wan heye ku tê alandin û piştre bi ser ve tê pêçan. Zincîra ku di bin çena jinekê de ye, diyar dike ku kulmek piçûk li bin kofiya xwe daniye. Serê çariyekê li dora xwe û paşê li stûyê xwe dialîne. (12) Son destnîşan dike ku “kofiya jinên Kurd ji kumeke piçûk a dîkorî pêk hatiye ku serek wê bi destmaleke rengîn a bi navê axabanî (13) hatiye girêdan ku beşek bo aliyê piştê avêtine pişt serê xwe û gelek caran hinekê li dora stûyê xwe dialînin. Emameya Kurdan ji perçeyên qumaşê reş, bi hev ve girêdidin û hevşêweyê marê reş pêk tînin. Ev xwekirine, bi ser axabaniyê tê pêçandin. Cilûbergên wan bi giştî xweşik û rengîn in, nemaze dema ku ew kesê ku lixwe dike bejin bilind be, wekî piraniya jinên Silêmaniyê.” (14)

Rîç bi giraniya kofiyên jinên Kurd ku berê Nîkîtîn behsa wan kiribû, dibêje: “Kofiya jinên wan pir giran e û dema lixwe dikin gelek êş û azarê dikişînin, di gelek haletan de porê wan tê birîn. Yek ji tiştên herî dijwar ku meriv pê bawer bike ew e ku dema radizin bi van kofiyan re radizên û balgîyekê piçûk dixine bin serê xwe.” (15)

“Walter Harris” di gera xwe ya bo Rojhilatê Kurdistanê de, behsa wê yekê dike ku jinên Kurd kofiyên reş ên mezin dixine serê xwe û porê wan yê vehûnandî ku şûr dibû ser milê wan bi xelekên mezin, bi tundî li pişta serê xwe girêdidian (16), belkî ew xelekên ku “Harris” behsa wan kiriye, dibe her heman “serpelke” be ku hevşêweyê wê di pirtûka “Poşakê Îlha, Çadirnişîniyan û Rûstayanê Îran” de hatiye. (17) (18)

Çavkanî û têbînî:

١-دمورگان، ژان ژاک ماری دو(١٣٩٨)، سفرنامه ی دمورگان، ترجمه ی کاظم ودیعی، ج دوم، تهران، دنیای کتاب.ص٢٢.

٢-داگلاس، ویلیام او(١٣٧٧)، سرزمین شگفت انگیز و مردمی مهربان و دوست داشتنی، ترجمه ی فریدون سنجری، چ اول، تهران، انشارات گوتنبرگ. ص١٠٦.

٣-نیکۆلاس سانسۆن Nicolas Sanson، میسیۆنێرێکی مەسیحی فەڕەنسی کە لە سەردەمی شا سلێمانی سەفەویدا بۆئێران هاتووە، وێڕای ڕوونکردنەوە لە بارەی جلوبەرگی ژنانی ئێرانی دەڵێت: «ژنان هیچ جۆرە سەروێنێک وەک پیاوان لەسەر ناکەن» و بێگومان ئەمەش پێچەوانەی قسەی هەموو ئەو گەشتیارانەی کە باسیان لە سەروێنی ژنانی کورد کردووە. ( سانسۆن، ١٣٤٦: ١٢٢).

٤-دروویل، گاسپر (١٣٦٥)، سفر در ایران، ترجمۀ منوچهر اعتماد مقدم، چ دوم، بیجا، بینا. ص٣٢٢_٣٢١.

5-Hay, William Rupert (1921) Two years in Kurdistan: experiences of a political officer, 1918-1920, London: Sidgwick & Jackson, ltd٫ 1921: 42.

٦-نیکیتین، موسیو ب(١٣٥٦)، خاطرات و سفرنامه ی موسیو نیکتین، ترجمه ی علی محمد فرەوشی( مترجم همایون)، با مقدمه ای از ملک الشعرا بهار و بهرام فرەوشی، چ دوم، تهران، ناشر کانون معرفت. ص ٢١٦_٢١٥.

٧-نیکیتین، موسیو ب(١٣٥٦)، خاطرات و سفرنامه ی موسیو نیکتین، ترجمه ی علی محمد فرەوشی( مترجم همایون)، با مقدمه ای از ملک الشعرا بهار و بهرام فرەوشی، چ دوم، تهران، ناشر کانون معرفت. ص٢١٥ Tcharoukhiya ؛ چارۆکە.

٨- نیکیتین، جل و بەرگی ژنانی سلێمانی سەرەڕای ئەوەی تایبەتمەندی جلوبەرگی کوردی هەیە، کاریگەری لە سەلیقەی عەرەبی زانییوە.  (نیکیتین، ص ٢١٥).

٩-دمورگان، ژان ژاک ماری دو(١٣٩٨)، سفرنامه ی دمورگان، ترجمه ی کاظم ودیعی، ج دوم، تهران، دنیای کتاب.ص ٥٢.

١٠-دانشوەر،محمود(١٣٨٧)، دیدنی ها و شنیدنی های ایران، چ اول، تهران، انتاشارات دنیای کتاب.ص ٧٣١.

11- Sevruguin Antoin.

12- Barjasteh L. A Ferydoun van Waalwijk van Doorn and Dr Gillian M. Vogelsang-Eastwood(1999)٫ Late Nineteenth Century Photographs of Iran from the National Museum of Ethnology in Leiden٫ the Netherlands٫ Tehran: Zaman and Rotterdam.٫114.

١٣-Jamana له فەڕهەنگی هەنبانە بۆرینەدا، جامانە جۆرێکی سەروێنی پیاوان مانا کراوەتەوە و پۆشین، سەروێنی ڕەشی ژنانە.( شەرەفکەندی،١٣٦٩: ١١٥و١٨٠).

14-Soane E. B(1926)٫ To Mesopotamia and Kurdistan in Disguise٫ Boston٫ Small٫ Maynard and Company Publishers. 1926: 402.

١٥-ریچ، کلودیوس جیمز (١٣٩٨)، سفرنامۀ کلودیوس جیمز ریچ (بخش کردستان)، ترجمه و تعلیق حسن جاف، تصحیح فرامرز آقابیگی، چ اول، تهران، انتشارات ایرانشناسی، ص٢٣٠-٢٣١. ١٣٩٨: ٢٣.

16-Harris٫  B. Walter (1896)٫ From Batum to Baghdad: Viâ Tiflis٫ Tabriz٫ and Persian Kurdistan٫ William Blackwood and Sons٫ Edinburgh and London.237.

١٧-زیاءپوور،جلیل (بی تا)، پوشاک ایل ها، چادر نشینان و روستائیان ایران، بی جا، انتشارات اداره ی فرهنگ عامه از انتشارات وزارت فرهنگ وهنر.

١٨- آقابیگی، فرامرز (١٤٠٠)، کرد در سفرنامهها (از صفوی تا پایان پهلوی)، چاپ اول، تهران، انتشارات ایرانشناسی.

KURDŞOP
88 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!