Danasînek li ser dîrok û wateya Cejna Newrozê

Zara Elî

 

Meha Adarê bi hemû xweşî û nexweşiyên xwe têr û tijî ye. Newroz jî cejneke netewî ya gelê Kurd e ku her sal di vê roja pîroz de şad û bextewer dibin. Ji bo gelê Kurd cejna Newrozê herî rojeke azad û kevin e.

Ji salên 2613an b.z û vir ve ye gelê Kurd cejna xwe ya Newrozê di meha Adarê de pîroz dike û li serê çiyayan, li kuçe û kolanên Kurdistanê agirê Newrozê di êvara 21ê Adarê dadidin, govend, û stranên neteweyî li ser cejna newrozê dibêjin. Newroz 'Nû roj'' yan jî tê wateya ''Roja nû''. Cejna Kurdan û ya gelê Arî ye. Wekî kevneşopî û çandekê Newroz ji bo Kurdan tê wateya cejneke pîroz ji bo sedsala nû ye.

Di demeke kevin de, li welatê bapîrên Kurdan padîşahek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak keyekî pir zalim bû. Wî welatê Kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zindanên wî tim ji girtiyan dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirînê nediwestiyan.

Dehak bi awayekî ji xwe bawer tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên giranbuha, morîk û mircanên xizana xwe dihejmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît. Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn berfirehtir talan bike.

Şevekê Dehak xewneke xirab dît. Nîvê şevê ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar bû. Gazî zana û bijîşkên qesrê kir û ji wan re got: “Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. zû ji min re dermanekî peyda bikin, yan na ez ê serê we tevan jê bikim.”

Diktor û bijîşkên qesrê, li laşê Dehak nêrîn, çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man!

Gotinek ji devê yekî derneket, ji ber ku heta wê gavê jî tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn, lê Dehak her ji ber êşa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn:

''Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min, ez peritîm, şewitîm! Hûn tebîb û bijîşkên herî baş û zana ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike?''

Diktor dest da ber xwe û got:” Heta niha birîneke wiha min nedîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyar e ku mejiyê teze dikare bibe melhema van birînan.”

Belkî Diktor dixwest xwe ji berpisyariyê xelas bike, lê belê ev pêşniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze” mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin û bikin qurbana birînên ser milên wî ku bûbûn weke du marên qelişî û dev-vekirî.

Bi vî awayî, rojê bi mejiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin, lê carna zarok ji vê belayê dihatin xelaskirin.

Zarokên ku dihatin xelaskirin li bajêr nedihiştin, ew rêdikirin çiyan, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra wan nedikir.

Demeke dirêj derbas bû, lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya, tirs ketibû dilê her kesî . Dayik û bav ji tirsa ku kengî dê dor were ser zarokên wan, xew bi çavên wan nedibû.

Tu hêzek ku tiştekî ji Dehak re bibêje tune bû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê, lê gel nema êdî di şikeftan de hildihat.

Kawa Kurdekî hesinkar bû, zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Êdî kêr gihabû hestî.

Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zilm û plana kuştina Dehak kir. Plana kuştina Dehak ji wan re şirove kir.  

Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îşareta wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît bizanin ku min Dehak kuştiye.

Kawa ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re çakûçekî ku mirov hesin pê dikute çêkir. Gava leşkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî bibin. Kawa ji wan re got: ''Hûn herin, ez ê niha bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim''. Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehak kêfa wî hat, şa bû û çavên wî ma li rêya Kawa.

Kawa çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihişt ber derî, leşkeran dergeh jê re vekir. Kawa rasterast berê xwe da şahinşahê ku text lê vegirtî û Dehak li wir rûniştî bû.

Dehak ji Kawa re got:” tu qehremanekî bêhempa yî, tu nîşana fedekariyê yî. Bijî!

Kawa piştî gotinên Dehak bêhtir nêzîkî wî bû, bi çengê lawê xwe girt û bir ber pêyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir, lê li şûna ku li serê lawê xwe bide,

bi hemû hêz û hêla xwe ve li serê Dehak da. Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî ji desthilanînê ketin

Kawa bi dsetê lawê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê û agirekî gur li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li agir ketin, wan jî dest pê kir û êrîş anîn ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehak yên mayî jî dîl girtin.

Gava gelê li çiyê agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuştin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê vêxist.

Belê wê êvarê ne li çiyan, li her aliyên welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meş’elan berê xwe da gund û bajarên xwe. Roja din her kesî xemla xwe girêda û li meydanan govend gerandin û li seyrangehan civiyan , kêf û şahî kirin, ew roj roja 21,ê Adarê bû.

Newroz cejna yekîtî, berxwedan û azadiyê ye.

KURDŞOP
80 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!