Newroza Meşxelên Rizgariyê remzek bo yekgirtina netewa Kurd e

Keyhan Mihemedînijad

 

Newroz ku yekemîn hilkefta dîrokî ya gelê Kurd e û hebûna Kurdan nîşan dide, ji bo tak bi takê Kurd taybetmendiya xwe heye û her sal gelê Kurd bi şêweyên cuda vê hilkefta dîrokî û folklorî bi rê ve dibe.

Bi sedema wê ku netewa Kurd welatek serbixwe nîne û bi ser çar parçeyan de hatiye parvekirin û beşeke axa wê di bin destê dagîrker de ye, neçar e Newroza xwe bi şêweyên cuda pîroz bike. Lê îsal bi saya hin saziyên kultûrî û kesayetiyên xuya û navdar yên gelê Kurd, Newroza Kurdewarî bi şêweyekî cuda tê lidarxistin ku ew jî “Newroza Meşxelên Rizgariyê” ye.

Ger mirov mêze dike keç û xort û pîr û kalên Kurd bi awayekî hişyarane ve ber bi pêşwaziya Newroza Meşxelên Rizgariyê ve hatine û bi lixwekirina cilûbergên netewî û bikaranîna hin nîşaneyên netewî yekgirtina gelê Kurd ji hemû demekê zêdetir bihêztir û xurtir dikin.

Di Newroza îsal de çend tiştên gelek girîng têne dîtin, ya yekem meşxelên agir in ku bi ronahiyek bi hêz ve têne dîtin ku gelê Kurd çanda xwe ya hezar salan ji bîr nekiriye û bi meşxel û agirê ronahî ve ber bi yekgirtinek giştgîr ve diçe; ya duyem lixwekirina kincên Kurdî û li stûkirina axabanî yan gulwenî ye ku nasnameya gelê Kurd e, bi taybetî kincên Kurdî ku çendîn sal e dagîrkerên Kurdistanê dixwazin bi hemû şêwazekî wan li ber çavên takên Kurd bilewitînin (lekedar bikin) û bi cileke çiyayî bidine nasandin, lê takên Kurd ên hişyar û nasyonalîst, derbeyeke giran nav çavê neyaran xistin û nasnameya xwe lixwe kirin û bi dîlankirinê dane zanîn ku eva axa bav û kalên me ye û hûn nikarin bi darê zorê me biçewsênin; a sêyem dîlankirin e, dîlan û govenda Kurdî tijî ye ji çîrok û biserhatiyên gelê Kurd û bi zimanê nimayişî û hereketên pê û destan ji me re dîrokek tejî ketin û rabûn nîşan dide;  lewma keç û xortên Kurd di Newrozê de bi dîlanên rengareng wê hilkeftê pîroz dikin.

Dirûşmên Newroza îsal bi rastî hêvîbexş in û em dikarin wan dirûşmên netewî bibînin: “Di Newroza îsal de em ê bi gurr û ronahiya meşxelên xwe yekîtiya neteweya Kurd û Kurdistaniyan geş bikin. Giştgîrbûna Newroza Meşxelên Rizgariyê, dikare sînorên destçêkirî yên neyaran bo parçekirina Kurdistanê bê wate bike. Bi xwedîderketin ji Newroza Meşxelên Rizgariyê, em dikarin dîwar û astengiyên berbelav yên di nav malên Kurdan de hilweşînin û yekîtiya gelê Kurd xurtir bikin. Divê takê Kurd girîngiyeke zêde bide cilûbergên Kurdî, ji ber ku ew sembol û nasnameya me ya netewî ne. Em ê bi meşxelên xwe çiya û bajarên Kurdistanê ronahî bikin”.

Ev dirûşmane û çendîn dirûşmên dinê nîşana yekrêzî û yekîtiya nav malên tak bi takê Kurd e ku dûr ji siyaset û hizbayetiyê, bi yekdengî û hevgirtinek netewî ve di hilkeftek dîrokî de li dora hev kom dibin û ji Amedê ve bigire heta Îlama Rojhilatê Kurdistanê û Kerkûk û Afrîna dagîrkirî û hwd ve bi yekrengî Newroza Meşxelên Rizgariyê pîroz dikin.

Bila em wê yekê jî ji bîr nekin ku saziyeke wekî Kurdşopê bi tevahiya hewla xwe ve piştgîriyek mezin da Newroza Meşxelên Rizgariyê û bi dorahevkomkirina hunermned, kesayetiyên navdar û nîştimaperwer û belavkirina berdewam ya vîdyo û tîzerên taybet bi Newroza Meşxelên Rizgariyê û hişyarkirina takên Kurd di vê derheqê de, karek pir pîroz û nîştimanperwerî kir.

Bi giştî Newroza Meşxelên Rizgariyê remza yekgirtina gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê ye û divê takên Kurd bi yekgirtî ve pêşwaziya wê Newrozê bikin û hewl bidin dirûşmên netewî bi kar bînin û xwe ji her cure rêûresmeke dagîrkerî û dirûşmên dijî netewî dûr bigirin û bi meşxelên xwe yên ronahî yekgirtina gelê Kurd bi tevahiya cîhanê bidine îsbatkirin.

Em bila şehîdê xwe yê Newroza Meşxelên Rizgariyê jî ji bîr nekin ku yekemîn xortê Kurd li welatê me yê dagîrkirî ji ber bilindkirina meşxelê agirê Newrozê bi destê neyarên Kurd hate şehîdkirin ku ew jî şehîd “Ehmed Mamo” yê temen 17 salî bû û wî di demekê de ku tenê dixwast hilkefta xwe ya netewî bi meşxelên Newrozê pîroz bike, ji aliyê girûpeke tundajo ya dagîrkerê Kurdistanê ve li Efrînê bi awayekî nemirovane hate şehîdkirin û xelkê Kurdistanê wî xortê nasyonalîst û Kurdperwer ji bîr nakin û her wekî xelkê Efrînê bi dirûşma “şehîd xwîna te heder naçe” pêşwazî ji termê Ehmed kirin, divê bajarên dinê yên Kurdistanê jî wî xortî Kurd ji bîr nekin û ruhê wî di vê Nerwozê de bi yekgirtinek netewî şa bikin.

KURDŞOP
108 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!