Nifir û dua di nav jinên Kobaniyê de - Beşa 1em

Fatma Eto

 

Nifir û dua, du beşên têkildar ên folklora Kurdî ne. Mirov di nifir û duayan de gelek reng û rûyê raman û hestên civaka Kurdan dibîne.

Nifir di hin zimanan de mîna “Beddua” cih girtiye, peyveke hûnandî ye ji “bed” ya Farisî ya bi wateya xirab û dua jî ji  Erebî bi wateya niyaza ji xwedê hatiye çêkirin. Yanî bi hev re tê wateya ji xwedê niyazkirina xirabiyê ku were serê kesekî yan jî hin kesan.

Weke tê zanîn nifir û dua di wêjeya Kurdî de û bi taybet di zimanê gelêrî de xwedan rol û hêzeke pir mezin in mîna biwêj û gotinên pêşiyan zimanê civakî têr û rûniştî dikin.

Nifir û dua du hêmanên têkildarî hev in û pirî caran dibin hêmanek ji ber ku helwesta bikaranîna wan ji heman jêderê ye.

ji hêla dayîk, bav û kesên temenmezin be tên gotin. Dua  jî ew gotinên xweş in ku mirov dema dikeve tengasiyê destê xwe li ber Xwedê vedigere û duayan dike da ku ji wê tengasiyê rizgar bibe.

Li gorî pêdiviyên rojane naveroka nifiran û duayan diguhere. Dema ku mirov li van dua û nifiran guhdarî dike, derbarê nirxên civaka Kurd de jî gelek agahî dikevin destên me. Ev nifir û dua bi serê xwe berhemên wêjeyî ne. Di nava xwe de herikbariyekê, aheng û melodiyekê dihewînin. Daxwaza qebûlbûna nifiran ji xwedê tê xwestin.

Nifir di  çanda devkî de tiştekî neyînî û xwezayî ye. Rewşa jiyan û pêdiviyên mirovên berê, bi awayekî xweş ji me re radigihînin.

Di çîrok, çîvanok, stran, lorîk û kilamên gelêrî yên Kurdan de  gelekî tên gotin û bicihkirin. Wekî me daye diyarkirin li ser mijara nifir û duayan ne tenê jin bi kartînin, lê kêm zêde tu dibînî mêr jî gava ku taede lê tê kirin bi cih dike da ku dilê xwe hênik bike, destên xwe hildide ezîmanan û nifiran dike.

tê xuyakirin ku nifir û dua bi armanca ku zirarê bigihêje kesekî têne bikaranîn. Yên nifiran û duayan ji xwedan dikin di demek e hestiyar û tev li hev de dixwazin nameya nerazîbûn û keysê bigihînin yên beramber.

Çima jin nifiran û duayan dikin:

 Dema ku keç û jinên Kurd, dikevin tengasiyê, bê çareserî dimînin, berê xwe didin Xwedê, destê xwe vedikin û ji bo qencan û qenciyan duan dikin; ji bo xeraban û xerabiyan jî nifiran dikin.

Nifir bi piranî berhemên çanda gelîrî yên olî ne. Bi “gotinên nexweş” be jî qêrînekî li dij neheqî û zilimkariyê ye. Tiştên ku mirov bi xwe nikarin bikin, ji destên wan nayên, hêvî dikin ku bi rêya hêzên sersiruştî, bi emrê Xwedê, bi daxwaza pêxember, bi duayên şêx û meşayiqan heyfa wan ji yên misteheq bê standin dikin. Di  civaka me Kurdan de nifir xwedî cihekî taybet in  di şer û pevçûnan de heya nifirek neyê ser ziman ew şer û pevçûn naqede an kêm dimîne.

Dema ku mirov  dikevin tengasiyê serî li nifiran didin. Bi vî awayî hinekî bêhna wan der tê.

Bi taybetî nifir çeka destê jinan ya herî mezin e, her nifirek wan wekî tîreke bi jehr e.

Bandora nifiran li ser wan:

Bi rastî aliyekî nifiran yê derûnî jî heye. Dema ku nifir rû bi rû werin kirin, carinan bandorê li kesê ku nifir lê têne kirin dikin. Kesê ku nifiran dike jî, ji ber ku hinekî dilê wê/wî rehet dibe, serî li êrişên fîzîkî nade. Hinek ji van nifiran piştgiriyê ji civatê distînin. Heta hin caran dema ku dê nifiran li zarokên xwe dike rû bi rû zarok jî hin bertekan li hemberî wê nîşan didin, ev bi xwe xaleke neyînî ye bandorê li giyana wan zarokan dike.

Nifirên ku ji aliyê jinê ve tên gotin:
- Nifirên li ser qeza, bela û nexweşiyê:

Birûska ezmên li nav çavên te keve.

ziman di devê te de biwerime.

Tu herî(biçî) li beleyan rast werî.

Seretan (Pençeşêr) di qirika  te de were.

Xwedê te mezin neke.

Xêrê ji canê xwe nebinî.


Nifirên li ser miraz û bext:

Qeder li te venebe.

Tu di mal de hişk bibî.

Tu bi mirazê xwe şa nebî.

Heyî! Xorto tu neghêjî zewacê.

Hine li kefa destê te nekeve.

 

Berdewam dike…

KURDŞOP
157 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!