Cilûbergên Kurdan li gorî geştyaran di salên 1501-1979 – beşa 2yem

Çiya Ezîzî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

“Waltir Herîs” wekî “Rîç”, behsa navtenga bişkokî dike: “Jin li serê pantolên xwe ku şînê tarî an jî sor bû, kirasek (kewa) (ku ji heman qumaşê hatiye çêkirin), ku bi bişkokên zêr hatibû xemilandin, li xwe dikirin.” (1)

Herwisa “Son” jî (2) behsa bodîseke bê bişkok kiriye û nivîsiye ku kincê jêrîn ê jinan pêk hatiye ji kirasekî kurt û pantoleke pofî ku beşa jorîn ji qumaşê têla sipî hatiye çêkirin û beşa jêrîn jî ji hin madên rê rê hatiye çêkirin. Li serê vê jî kirasekî dirêj e ku digihêje ber lingan, bi milên piçûk ên ketana sipî û li stû vekirî ye. Dîsa li ser vê kirasê, bodîseke dirêj bi bê bişkok bi navê kewa (3) lixwe dikin ku bi heman awayî digihêje ber lingan; Li aliyê pêşiya laş ji qumaşê giranbiha hatiye çêkirin û aliyê mil teng e, lê çend înçek ber bi zendê dest ve dirz tê de heye.(4)

Li gorî zanyariyên Dr. Mûm, cilûbergên jinan li gundê Humirmilê (Umirmil) wiha tê wesfkirin: “Jinan kirasek di bin de heye ku digihîje aliyê navtenga wan; Ji xeynê wê jî mîna Misriyan kirasek dirêj li xwe dikin. Qumaşeke mezin ku bi tundî bi serê wan ve hatiye girêdan, xavika wan pêk tîne ku mîna şalekî dikeve ser milên wan.” (5)

Bi egereke zêde ve mebesta “Wûm” ji kirasê Misrî, heman qubeya tevaw dirêj a jinên Kurdistanê ye. (6)

Kofî ew xavike ye ku Ziyapûr wiha pênase dike: “Ev qumaşê lûleyî yê reş li ser serê tak wekî kum tê komkirin û bi sincaqên ku binê wan xir in bi hev re têne girêdan û şûnwarê qumaşekê li pişt serê tak tê daliqanin û şûr dibe.” (7)

Herçiqas bi nerîna Rîç bi hûrî behsa kofiya jinan zehmet e, lê bi başî behs kiriye: “Ev kofiye ji destmalên hevrîşim an bi gotineke din, şaleke rengê kevaneyî hatiye çêkirin, bi şêweyekî rêkûpêk û hunerî bo aliyê eniyê tê girêdan û bi sincaqekê wekî tacekê girêdidin, du pê bilind e û teniştên wê bo pişta serê wê ve bi jêr vê kofiyê re şûr bûye, kofiyeke mezin a din ku jê re dibêjin “destmal”, li ser mil dadinê ku li ser sing hatiye girêdan û dawiya wê desmalê bo aliyê piştê şûr dibe. Bi qasî ku ez bizanim jinên zewicî vê destmalê lixwe dikin. Porê xwe li aliyê piştê zêde dernaxin, lê qezî yan jî tayên pêşiya porê xwe derdixin.” (8)

Danasîna cilûbergên jinên Kurd di rêûresmên dîlanê de ji aliyê geştiyaran ve nehatiye paşguhavêtin û ji bo wan bûye nîşana cilûbergek taybet. “Ojîn Obin” li wesfa cilûbergê jinên Mahabadê dinivîse: “Jinan damenên çîn çînî yên bi rengên vekirî û soxmeyên mexmelî an zêrdar lixwe dikin û xavikên sipî ên guldar -ku li ser serê wan hatiye girêdan û tundkirin- dixine serê xwe. Şalên hevrîşim ên reş ji şiklên xaç lixwe dikin.” (9)

Hîn jî jinên Kurd di dema şahî û dîlanan de cilûbergên Kurdî lixwe dikin û heta niha jî li ser parastina vê edetê pêbend in, her çend di şêwe û forma wê de guherinkarî hatiye çêbûn, lê bi giştî ji demên berê cudatir nîne. Tenê ew destmalên guldar ên sipî ku hatine behskirin, çiyê din sûdeke zêde nîne. Mebest ji wê şala ku di şêweya xaçê de hatibû girêdan, belkî “çaroka (10) yan feqiyane heman kirasê dirêj ku jê re dibêjin Soranî bûbe, ku milên wê heta zendê û heta dawiya zendê, qumaşek din bi dirêjî heta aliyê lingan bê dirûtin. Jin dawiya van milan li stûyê xwe bi şêweya xaçê girêdidin an jî li dora destê xwe bi awayekî tund dipêçin”, bûbe ku êdî kêm tê bikaranîn. Derbarê damenên qermîçekî divê were gotin: “Jinên Kurd bi giştî – ji bilî jinên Kurd ên Xorasanê – damen gelek kêm bikar anîne û ev cure têbînane ku ji aliyê geştyaran ve belkî ji ber zêdebûna qatên cilûbergên wan bûbe ku bûye sedema vê şîroveyê yan ji ber wê ku şûtik bi ronahiya cilûbergê bi du perçe di navraste de bê birîn, beşa xwarê wek damen hatibe dîtin.” (11) Digel wê yekê de jî, bi zelalî haleta damenê xelekî ya pilîta jinên Kurd ku dişibine cilê balerînê (12) hatiye raportkirin.(13)(14)

Ev gotare dom heye…

 

Çavkanî û têbînî:

1.Harris٫  B. Walter (1896)٫ From Batum to Baghdad: Viâ Tiflis٫ Tabriz٫ and Persian Kurdistan٫ William Blackwood and Sons٫ Edinburgh and London. ٫ 1896: 198

2- (Martin Henry Donohoe), hejmara ew Ewropiyên ku hatinûçûna Kurdistan û xelkê kirine , gelek bi kêmî zaniye (bi sedema dûriya Kurdistanê ji rêya naskirina rêwîngî û geriyanê) û beşa geştyar û lêkolerên Rûsî û Almanî di mijara zimannasî û xelknasiya wan de bi qasî nînûkekê zaniye û di vê navberê de li ser wê bawerê bûye ku Sergurd Sonî yê Birîtanî (E.B.SOANE) bi pirtûka “To Mesopotamia and Kurdistan in Disguise” kariye kêmekê perdeyê ber bi paş ve bikêşe û di rêya wî de em dikarin şêwaza jinan û reftara Kurdan bi awayekî sirûştî binêrin (Danoho, 1399 a Rojî: 181).

3- Bi egereke zêde ve mebesta Son ji soxmeya dirêj ku di nav Kurdan de “kewaşûr” jê re tê gotin.

4. Soane E. B(1926)٫ To Mesopotamia and Kurdistan in Disguise٫ Boston٫ Small٫ Maynard and Company Publishers, 1926: 402.

٥.بایندر هانری (۱۳۷۰) سفرنامه هانری بایندر کردستان بین النهرین و ،ایران ترجمه کرامت الله افسر چ اول ،تهران انتشارات فرهنگسرا (یساولی)،ص ٤٠٨_٤٠٧.

٦. زیاءپوور،جلیل (بی تا)، پوشاک ایل ها، چادر نشینان و روستائیان ایران، بی جا، انتشارات اداره ی فرهنگ عامه از انتشارات وزارت فرهنگ و هنر.ص ٢١.

٧. زیاءپوور،جلیل (بی تا)، پوشاک ایل ها، چادر نشینان و روستائیان ایران، بی جا، انتشارات اداره ی فرهنگ عامه از انتشارات وزارت فرهنگ و هنر.ص ٢٢.

٨. ریچ، کلودیوس جیمز (١٣٩٨)، سفرنامۀ کلودیوس جیمز ریچ (بخش کردستان)، ترجمه و تعلیق حسن جاف، تصحیح فرامرز آقابیگی، چ اول، تهران، انتشارات ایرانشناسی، ص٢٣٠-٢٣١.

٩. اوبن،اوژن(١٣٦٢)، سفرنامه و بررسی های سفیر فرانسه در ایران، ایران امروز ١٩٠٧_١٩٠٦ ایران و بین النهرین، ترجمه و حواشی و توضیحات ار علی اصغر سعیدی، چ اول، تهران، کتابفروشی زوار.ص ١١٦.

10- Çaroke: Sermileke jinane ye. (Şerefkendî, 1369 a Rojî: 196) Fîqêr, di riwalet de derbarê çarokeyê dibêjin qumaşeke mezin e û şîn e ku ji pişt stû ve heta zendika pê dirêjahî heye: .(Pfeiffer 1850: 189).

١١. آقابیگی، فرامرز (١٤٠٠)، کرد در سفرنامه‌ها (از صفوی تا پایان پهلوی)، چاپ اول، تهران، انتشارات ایران‌شناسی.ص  ١٣_١٢.

12. Ballet_girl.

13. Harris٫  B. Walter (1896)٫ From Batum to Baghdad: Viâ Tiflis٫ Tabriz٫ and Persian Kurdistan٫ William Blackwood and Sons٫ Edinburgh and London. ٫ Barjesteh٫ 1999: 110_113.

١٤. آقابیگی، فرامرز (١٤٠٠)، کرد در سفرنامه‌ها (از صفوی تا پایان پهلوی)، چاپ اول، تهران، انتشارات ایران‌شناسی.

KURDŞOP
77 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!