Rêncber
Rencber. Pale. Kedkar. Cotkar. Zehmetkêş.
Rêzbar
Rêzdar.
Roj
Xorr. Ji hilatina rojê heya avabûna rojê. Hetaw. Xořetaw. Tav.
Kehî
Kewî. Kedî.
Liyan
Hêlûn.
Lîloz
Beybûn.
Erca
Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de jiyane, lê piştre hatiye teirîbkirin.
Rojbeyan
Navê eşîreke Kurd in ku li Başûrê Kurdistanê dijîn, û Cemîl Rojbeyanî nivîskar û zanayê navdar ê ku bi biryara hikûmeta Beis û bi destê Kurdê xwefiroş hate kuştin, ser bi vê hozê ye.
Kasnî
Cure giyayek e.
Barîse
Firrfirre. Firrfirroke. Darê navbera stûn û karîteyê.