Kontirolkirina hêrs û tûrebûnê

Mêhrî Edîm

 

Tûreyî yek ji hestên mirovan e. Em hemû di jiyana xwe de li demên cud tûre bûne. Lê em çawa dikarin bi ser vê hêrsê de serdest bin? Derûnnasan gelek rêkar ji bo kontrolkirina hêrsê danîne ku mirov dikare bi bikarbirina wan rêkarane bi hêsanî hêrs û hêrs û tûrebûna xwe kontrol bikin. Sedemên tûrebûnê, rêkarên serdestbûn bi ser de û ev reftarên ku pêwîst e di dema hêrsbûnê de bêne berçavgirtin, dê di vê gotarê de em ê bixine ber behsê.

Sedemên tûrebûnê

1- Pirsgirêkên ku vedigerine ser tak yên wekî sedemên derûnî û derve, pêwendî, pîşe û hwd.

2- Pirsgirêkên ku ji hêla jîngehê û yên din ve têne çêkirin.

3-Birçîbûn û bê wizeyî

4- Hestiyarbûna jiqasderçûyî

5- lasayîkirin û encamên reftarên hevşêweyên dayîk û ba, kesên hevtemen û hwd

5- Kêmbûna hêza laş, westandina pey hev ya laş û nerazîbûna ji şert û mercên kar û jiyanê ji ber encamên karê dijwar ji bo demeke dirêj.

6- Serneketin û nebûna plansazî bo encamên karê rojane.

7- Lawazî di bîrkirinê de.

8- Xwebawernekirin

9- Çavnihêriya zêde ji kesên derdor.

10- Xwe bi kêm zanîn, ecêbmayî û nebûna şarezayên çareserkirina pirsgirêkan.

11- Kêmiya vîtamîn.

12- Qebûlnekirina rexne û hwd.

Rahênana kontrolkirina hêrsê wisa dike ku mirov bi hêsanî bi ser hêrsa xwe de derbas bike. Baştirîn rêkar bi karanîna teknîkan e, lê di hinek deman de pizîşkî derûnnas xwarina heb û dermanan pêşniyar dike. Mijarek girîng ew e ku divê em ji zarokatiyê ve werin fêrkirin ku em çawa hêrsa xwe kontrol bikin da ku di pêşerojê de tendirustiya xwe û civaka xwe nexine bin metirsiyê.

Rêkarên kontrolkirina hêrs û tûrebûnê

Derûnnasan rêkarên cur bi cur pêşniyar kirine. Kesên ku nikarin hêrsa xwe kontrol bikin, dikarin bi bikarbirina van rêkarane bi hêsanî xwe kontrol bikin.

1- Dema ku hûn rastî tûrebûnê hatine, li şûnek aram rûnên û çend henaseyek kûr bistînin.

2-  Ji bo kontrolkirina hêrsê, wek mînak, ji 1 heta 10 berevajî bijmêrin. Ev rêkarane rêkarên dil kêm dike û derûn aram dikin.

3-  Peyv û hevokên erênî bi xwe re dubare bikin. Di hişê xwe de hevokên wek: Ez pir aram im, ez dikarim hêrsa xwe kontrol bikim, ez tijî me ji wizeya erênî, ez aram im û hwd. bêjin

4- Hin çalakiyan encam bidin ku derûnê we aram dike, bi rê ve biçin, qedem lê bidin, baskilîdê hajon, yoga, werzîş bikin û hwd.

5- Li muzîka xwe ya bijarte guhdarî bikin û peyvan bi xwe re dubare bikin.

6- Li cihekî guncaw û bêdeng rûnên. Bêdengiya xwe biparêzin û hewl bidin ku guh bidine muzîk bêwêje û stranan ên wekî dengê av, çûk û hwd bigirin.

7- Di dema tûrebûnê de bêhnek kûr bistînin, ji axaftin û nîqaşê dûr bikevin, di dema hêrsbûnê de biryaran nedin û bi aramî guh bidine kesên beranberê xwe.

8-  Demên xwe bo encama karên erênî terxan bikin ku ji ramanên neyînî û nexweş dûr bin û tijî bin ji wêjeyên erênî.

9- Hinek demê ji bo bêhnvedana xwe terxan bikin ji şûnekê ku ji strês û kesên dinê dûr bin da ku hûn bikarin bilez aramiya hişê xwe bi dest bînin.

10- Dema ku hûn ji kesekê hêrs dibin, wî cihî bi cih nehêlin.

11- Di dema tûrebûnê de beriya wê ku hûn biaxivin, gotinên xwe binirxînin û bi aramî û aqilane biaxivin.

12-Adetên xwe biguherînin û bikenin.

13- Rewşa kesê din helbisengînin û xwe bixine cihê wî\wê û bi wî/wê re hevdiliyê bikin.

14- Hewl bidin ji kesî ku hûn jê hêrs bûne, hêrsdar nebin û vê yekê ji bîr bikin, çimkî ger hûn wê nerehetiyê di hişê xwe de bihêlin û careke din li ser bifikirin, dê nerehetî, strês û dilgiraniya we zêde bike.

Bikaranîna dermanan ji bo kontrolkirina hêrsbûnê

Ji bo kontrolkirina hêrsbûnê, pizîşkê warê rûh û derûn bi du şêwaz dermanên giyayî û kîmyayî pêşniyar dike, ku piraniya wan li ser wê bawerê ne ku bêtir dermanên giyayî pêşniyar bikin û herwiha ew dermanên ku bi bandortir in.

Dermanên kîmyayî

Li gorî zanyariyên derûnnasiyê, hêrsa hin kesan vedigere bo kêmbûna asta vîtamîna B, vîtamîna D, kêmxwînî, kêmbûna omêga-3, hesin, zînk, sêlênyûm, menyeziyom û amîno esîd ku bo wê mijarê pizîşk pêka temenê wî\wê kesê hinek dermanên kîmyayî yên pêwîst pêşniyar dike.

Dermanên giyayî

Dermanên giyayî ku ji bo çareserkirina hêrsê têne pêşniyarkirin ev in: Demkirina çaya bêh û lîmû, gule beybûne, quzilgul, hêl, zeiferan û hwd. Di îro de derûnnas zêdetir ji rêya nasîna reftarê mirov ve hewl didin ku hêrsê derman bikin û kêmtir ji derman bikar bînin.

Cudahiya di navbera hêrs û êrîşker de

Hêrs bi rastî hestek sirûştî ye, lê êrîşker şêwazek ji reftar e. Hesta tûrebûn di mirov belkî bi çav neyê dîtin, lê reftarên êrîşkarane yên mirov bo kesê beranber tê dîtin. Ger hêrs di reftarên mirovan de were xuyankirin, jê re dibêjin êrîşkar û dema ku neyêne kontrolkirin bandorek neyînî li ser kalîteya jiyan, têkilî û tendirustiya tak dike.

Encam

Hêrs hestek e ku di hemû mirovan de heye û carinan xirab nîne, lê divê em agehdar bin ku ew cure tûrebûnên nayêne guncawdin û me rastî pirsgirêkan tînin, ji xwe dûr bixin û ji bo kontrolkirina tûreyiyê rêkarên pêwîst bi rê ve bibin. Ger em nikaribin bi ser vê pirsgirêkê de serdest bin, ji şêwirmend û derûnnasên pispor alîkariyê bixwazin.

KURDŞOP
111 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!