Madeyên hişbir û bandora li ser mirovan – Beşa1em

Zara Elî

 

Destpêk:

Madeyên hişber komeke madeyên ku dibin sedema fêrbûna ji xwe ber û pergala bi  jehrî dike. Peyva hişbir, peyveke wiha ye ku mirovan li ser hiş dibe. Her wiha ev made kîmyewî dide sedema xew, razan, westanê û sistbûna laşê mirovan.

Bikaranîna madeyê hişbir di bin navê (Sendroma girêdayîbûnê) tê nasîn ku komek ji diyardeyên behreyî, reftarî û fîzolojî ye ku piştî dubarekirina bikarînîna vê madeyê bi pêş dikeve. Ji xwe di nava xwe de xwesteke bi hêz a domdar dihewîne, dibe rêyeke jêveneger ku mirov nikare bêyî wê bijî

Wateya ji xwe ber fêrbûnê?

Daxwazeke ji qehrê ye ku dihêle mirov bi awayekî berdewam vê madeyê bikar bîne. Bi awayekî ji awayan ku dikare her tiştê xwe bifroşe da ku vê madeyê bikar bîne. Bi demê re daxwaxa li ser vê madeyê geştir dibe ku dighêje asta dînbûnê. Bi vê yekê re girêdaneke derûnî û fîzîkî çêdibe ku êdî hêdî hêdî bandoreke neyînî li ser civak û hawirdorê çêdike.

Cureyên Madeyê Hişbir:

Gelek awayê vê madeyên hişbir hene ku xwedî gelek celebê xeter û tirsnak in. Ev made çi ji çavkaniyên xwezayî yên mîna (Afyon, Morfîn, Heşîş, Kokaîn û hwd) û çi jî ji çavkaniyên çêkirî yên mîna (Hîroîn, Mifîtamînat û hwd têne wergirtin. Her wiha hebên hişbir û yên narkotîk jî têne bikaranîn.

Sedemên bikaranîna madeyên hişbir:

Gelek sedemên ketina nava madeyên hişbir hene ku di navbera faktorên genetîkî û yên hawirdorê re cihê xwe digire û dibin sedema bandorbûna jêveneger. Gelek nêrîn dibistanên derûnnasiyê di lêkolîna diyardeyên fêrbûna jêveneger hene û her dibistanek ji van di warên teoriyên xwe de hewl didin bi date, tekûzî û tecrubeyên xwe yên zanistî de vê yekê bêhtir derxin ronahiyê. Di van xalên jêrîn de gelek sedemên wê hene ji me re sedemên vê bikaranînê zelal dike.

Zextên Civakî dibe ku ji aliyekî komekî yan jî ji aliyê pîşeyekê ve zext werin kirin, dibe sedema ku ber bi xwestina madeyên hişbir ve here da ku hinekî ji stres û zexta xwe ya civakî dabixîne.

Faktorên psîkolojîk: Faktorên psîkolojîk ên wekî depresyon û fikar dikarin bibin sedem ku mirov berê xwe bidin vê madeyê wekî rêyek ku êş û stresa psîkolojîk kêm bike.

Faktorên genetîkî: Faktorên genetîkî dibe ku di ev made rolekelê di vî warî de bilîze, ji ber ku kesek ji aliyê malbatî ve bandoreke wiha bike da ku vê madeyê bikar bîne.

Ragihandina stres û trwamaya psîkolojîk: Yek ji girîngtirîn sedemên ketina nav vê madeyê, ji ber ku rûbirûbûna stresê û trawmayên derûnî, mîna windabûn û hevberdanê, dikare bibe sedem ku serî li narkotîkan wekî amûreke ji kêmkirina êşê bide.

Rola heval û hogiran: Rola heval û hevkaran dikare bandorê li teşwîqkirina kesan bike ku ji ber sedemên civakî an psîkolojîk narkotîkan bikar bîne.

Nîşaneyên bikaranîna madeyên hişbir:

Bi îstismarkirina narkotîkê û madeyên hişbir re çend nîşaneyên ku bi zelalî li ser mirov xuya dibin pê re hene, û ev nîşan li gorî celebê dermanê ku ew bikar tîne, û di dirêjahiya heyama bikaranîna vê madeyê de bandore lê dike û ji wan nîşaneyên herî zêde têne dîtin ev in:

Werimbûna palikên çavan û poz.

Zêdebûna teşwîqla li ser xwarinê, yan jî berûvajiya wê ku bi temamî nikare xwarinê bixwe, ev dibe sedem ku narkotîk bi eşkere giraniya xwe winda bike.

Guherîna rengê çerm, nemaze di kesên ku bi derzîlêdanê bi karanîna narkotîkê ve girêdayî ne.

Derxistina belxemê ya bi rêya dêv re, yan jî berovajî vê yekê çêdibe, ku di dev de zuhabûna xûya dibe û bandore li ser dengên axaftinê dike.

Bêhneke nexweş ji laşê mirovan tê, bi taybet ji aliyê dêv de.

Bêsîstembûna livîna çavan, pê re jî şewqeke zelal ji çavan xûya dike.

Bêsîstembûna pergala laş dibe sedema vereşînê.

Gêjbûn, lawazbûna çavan jî nîşanyeke sereke ye.

Guherînên rewşa mirovê ku madeyên hişber bi kar tîne, û guhertinên berçav di reftarên wî/wê de, wek zêdebûneke gelekî berçav di hestên kêfê de, û dibe ku ew car caran bi rengekî tundûtûjiyê tevbigere.

Guhertin di reftarên kesayetî de çêdibin ku vê guhertinê bala mirov dikşîne. Ji van reftaran gelek refleksan nîşan dide û nikare hiş û afaxtinên xwe zeft bike.

Pejirandina gelek ramanên ku nirxên exlaqî ji holê radike û ber bi ramanên dijî exlaqê civakî ve diçe.

Di vê çarçoveyê de îro bi derketina kapîtalîzmê re, li seranserî dunyayê ev nexweşiya hişbir bi hemû rengên xwe berdewam dike ku bûye rêya baziraganiya mirovan û gelek xweşiyên dîtir. Lewma jî vê nexweşiyê gelek nexweşiyên din ên civakî bi xwe re anîne ku hîştiye civak û kes ji hev du parçe bibe ku yek tên dîtir tune dikin, li ser van esasn jî pêwîstî pê heye ku gotar û nirxandinên bi vê rengî di nava civakê de werin belavkirin da ku ji civak ji vê yekê haydar bibe.

KURDŞOP
156 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!