Taybetmendî û şêwaza jiyana mirovên serkeftî

Rojan Sofîzade

 

Kesên serkeftî taybetmendî û şêwazên jiyana xwe hene, û di rastî de ev mijare yek ji faktorên herî girîng ên serkeftina wan e. Yek ji taybetmendiyên mirovên serkeftî pêşveçûna wan ber bi geşe û geşebûnê ve ye. Mirovên serkeftî xwediyê zîrekiyeke taybet in ku piştî ezmûnek sernekeftî bê hêvî nebin û li rêyek dinê digerin da ku bigihîjine armancên xwe. Yek ji girîngtirîn kodên serkeftina mirovên serkeftî di jiyanê de ew e ku ew netenê şaşiyên xwe yên berê dubare nakin, belkî van şaşiyan di rastaya serkeftina jiyan, kar û pîşe yan têkiliyên xwe de bi kar tînin. Bi balkişandina ser van taybetmendiyên mirovên serkeftî, em dikarin şêwaza jiyana xwe diyarî bikin û ber bi pêşkeftin û serkeftinê ve pêngavan bavêjin.

Rabûna dubare piştî her ketinekê, egra wê heye ku karekî pir dijwar be, lê nemumkin nîne. Li ser rêya bi desthatina hêviyan pêngavan bavêjin û ji astengiyan netirsin, bal bikêşînin ku divê we guherînên taybte bi xwe hebin û eger bûyer berevajiyê xwastên we bûn û we ti çareyek nebû, rêya xwe biguherin. Rewşa xwe danîne ber hev da ku hûn şaşiyên xwe yên berê dubare nekin. Ji paremayîna xwe nîgeran nebin û hewl bidin ku bi cih nemînin.

Mirovên serkeftî şaşiyên xwe yên berê dubare nakin

Mirovên serkeftî di dawiya her şikestekê de rewşa xwe bi hûrî heldisengînin; Hemû bextreşî, faktor an jî sedemên şikestanina xwe peyda dikin û ji şaşiyên xwe waneyê werdigirin. Piştî ku amadekariya pêwîst werdigirin û di rewşa xwe de guherinkariyan pêk tînin, dîsa dest pê dikin.

Mirovên serkeftî piştî ku ji şiyanbûna xwe alxahîn dibin, dest bi kar dibin

Ewa rast e ku mirovên serkeftî li pey hêviyên xwe ne, lê beriya ku dest bi kar bikin, zanyariyên pêwîst bi dest dixin û bi hişmendî, îrade û hêvî ve derdikevin. Beriya destpêkitina her karekî, ew ji xwe dipirsin ku çima vî karî encam didin? Axo rewşa min a niha ji bo wî karî guncaw e? Axo min zanyariyên pêwîst bo vî karî hene? Ger bersivên baş ji van pirsan re nebînin, dê li pey pirsgirêkan bigerin û heta ku çareser nekin dest bi kar nabin.

Mirovên serkeftî hewl nadin ku her kesî razî bihêlin

Razîragirtina hemûyan nemumkin e, lewma nabe hûn dema xwe bo razîragirtina hemû kesekî heder bidin, belkî divê derfetê bidin da ku her tişt hêdî hêdî eşkere bibe. Mirovên serkeftî hewl didin bi hêz ve di rastaya gihîştin bi armancên xwe pêngavan bavêjin û hewl nadin ku her kesî razî rabigirin.

Mirovên serkeftî berjewendîyên demdirêj nakine qurbana xweşiyên demkurt

Mirovên serkeftî dizanin ku bo gihîştin bi armancan divê gelek zehmetiyan bibîn û sebrê bikin û demeke zêde bo dabinên, lewma di hember rewşa dijwar de dev jê bernadin û qebûl dikin ku ji bo gihîştina armancên xwe divê ew ji navçeya xwe ya ewleh û jiyana xwe ya rahet derkevin û şiyanên xwe ber bi serê ve bibin, çimkî berjewendiya demdirêj pir girîngtir e.

Mirovên serkeftî bê hêvî nabin û dev ji hewl û têkoşanên xwe bernadin

Mirovên serkeftî li hember şikest û bûyerên nexwastî bê hêvî nabin, çimkî wan bi armancên xwe bawerî hene, lewama hemû evraz û nişîvekê di rêya xwe de tehemûl dikin û di dawiyê de digihîjine armancên xwe yên dilxwastî. Ew bi îradeyek bêwestan ve karê xwe berdewam dikin û bawer dikin ku bê moralî dijminê wan yê sereke ye.

Mirovên serkeftî ji têkçûn û doranê natirsin

Yek ji mezintirîn cudahiyên di navbera mirovên serkeftî û xelkên dinê de ew e ku di hemû pirsên jiyana xwe de, rol û kalîteya helwestên xwe dinirxînin, heta piştî şikestanînê li pey kesê şaşîkirî nagerin, belkî li pey peydakirina sedema şikestanînê ne û li pey rêyekê digerin ku şikesta xwe qerebû bikin, bi vê sedemê ye ku ji şikest û pêkhatina rewşên krîzê natirsin.

Mirovên serketî bi baldarî ve bala xwe didin rewşa xwe

Ji taybetmendiyên mirovên serkeftî ew e ku ew di hundurê xwe de seh bi bextewariyê dikin, heta di demekê de ku jiyana wan berevajî derbas bibe. Ew bi başî dizanin ku haleta ruhî û şêweya bîrkirina wan wekî bawerbixwebûna wan, serkeftina wan çê dike û wan ji rewşên xirab derdixe.

KURDŞOP
247 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!