16 rêkarên ku ji bîrkirinên neyênî rizgar bin

Hewar Nûr

 

1- Teknîka neynûkê

Di berdewamiya rojê de du yan sê caran û her carê jî aliyê kêm deh xulekan biçine ber neynûkê û li xwe binêre, tenê bala xwe bidine aliyên xwe yên erênî û ji xwe re bêjin ku ez bi rastî bêhempa me; An jî ez çiqas bejinbilind im; Yan bejna min rêk e, çav û birûyên min çiqas xweşik in û hwd. Bedewiyên xwe bibînin û bi devê xwe spasiya aliyên baş bikin.

2- Guherîna kameraya hiş û bîra xwe

Tekeziya li ser têbîniyên neyînî, sedema destpêka hizrkirina neyînî ye, divê hûn hewl bidin ku tenê li ser aliyên erênî yên jiyana xwe bisekinin.

3- Spasdarîkirin

Di jiyana xwe de hewl bidin ku tenê bala xwe bidine ser tiştên ku we hene û hemû tiştên ku bi we re hatine dan, heta tiştên herî piçûk jî bi bîra xwe bixin û hemû demekê ji hebûna wan re spasdar bin.

4- Ji bîrên neyînî haydar bin û wan bi yên erênî re veguherînin

Hertim lênûsek biçûk li cem we hebe û bi dirêjahiya rojê her bîreke neyînî ku hate nav hişê we her zû binivîsin. Piştre beriya bîrên neyînî, bîrek erênî binivîsin û dubare bikin. Hemû rojan wê bîra erênî bîst û yek car binivîsîn û bo heyama bîst û yek rojan wî karî bikin. Piştî wê bîst û yek rojê, dizanin ku êdî bîrên neyînî nemane û bi tevahî ji hişê we hatine paqijkirin.

5- Mercdarkirina mêjî bi teknîka “kêş” re

Kêşek ku pê dirav girêdidin bixine destê xwe û her gava ku bîra neyînî hate nav hişê we, kêşê ji hev bikêşin û bi tundî derbeyê li destê xwe bidin. Bi wî karî ew tişta ku diqewime ewa ye ku piştî bîst û yek rojan hiş fêr dibe ku eger bîra neyînî bikevine hişê we, yek ji wan kêşan lêdikeve.

6- Helsengnekirina xwe bi yên dinê re

Helsengandin tê wê wateyê ku hûn paşeroja xwe nanêrin û di rastaya jiyana xwe de tiştên ku hene û cih û pêgeha xwe bi girîng nizanin û tenê li tiştên din dinêrin ku yên dinê hene û bi bejin û balaya xelkê ve dibêjin û ewa jî jehrek metirsîdar e.

7- Guherîna rewşa baş

Gava ku ramanên neyînî êrîşî we kirin, bilez rewşa laşê xwe biguherînin. Hûn dikarin qedeman lê bidin an jî mêzeyê sirûşt û bedewiyên wê bikin. Cihguherîna şûn dikare bîra neyînî li hiş bihelîne.

8- Valakirina hiş ji ramanên neyînî

Beriya razanê hemû ramanên xwe yên neyînî li ser rûpelekê binivisînin û paşê wan bidirînin û bavêjin zibildanê.

9- Peyvên bihêz û erênî

Bikaranîna rasterast a van peyvan, hişê dixe bin kontrola xwe, û hekî em karibin hişê xwe kontrol bikin, em dikarin di jiyana xwe de guherinkariyeke mezin pêk bînin. Hewl bidin ku van peyv û destewajên erênî û bihêz bikar bînin.

10- Peyvên erênî bikar bînin

Hewl bidin ku di şêwirmendiya xwe ya rojane de peyvên erênî bi kar bînin û wisa xwe fêr bikin ku ew peyvane neyêne ser devê we.

11- Hilbijartina heval bi baldarî û hişyarî ve

Bi her kesî re nepeyivin û bila rabûn û rûniştina we sînordar be. Hin kes hene ku wize û şêwaza bîr û hişê wan bi curekê ye ku gelek bi hêsanî dikare bandorên baş an xirab li ser we hebin, ji wan kesên ku neyînî bîr dikin xwe dûr bigirin.

12- Peyvandin û şêwirmendên derûnî yên erênî

Ew axaftinên ku hûn bi tenê di dilê xwe de dikin, bi tevahî kontrol bikin. Ji sedî 95ê hestên we, bi dirêjahiya rojê bi şêwirmendiya we tê şiklgirtin.

13- Tu carî xwe bêçare nebînin

Lîsteyek ji hemûyê wan behreyên ku ji we re hatine dan binivîsin û her roja ku hûn şiyar dibin li wan binêrin û spasdar bin.

14- Lêbordin û paşguhavêtina aliyên neyînî yên kesênê dinê

Ji wan kesên ku li we neheqî kirine biborin. Kîn û dilêşiyê ji xwe dûr bixin. Lîsteyekê ji wan kesên ku dilê we êşandine binivîsin û wan hemûyan biborin û wan bispêrine yasaya karmayanê. Xatircem bin, hemû kesê ewa ku çandiye dê li roja xwe bidûre.

15- Hebûna çavnihêriya erênî

Yek ji wan teknîkên herî bihêz e ku hûn dikarin di jiyana xwe de bikar bînin da ku bibin kesek xwedan bîrikirina erênî û we jiyanek çêtir û bextewartir hebe.

16- Bi gavên piçûk dest pê bikin

Eger hûn dixwazin ​​adetekî di hundurê xwe de biguherînin û adetekî çêtir bixine şûna wê, hewl bidin ku hêdî hêdî pêş bikevin û ti adetek ji nişkê ve çê nabe.

KURDŞOP
226 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!