Rojhilatê Kurdistanê û rawestan di hember paradoksa Komara Îslamî de

Siyamend Şasiwarî

 

Sîstema hilbijartinê di Îranê de, her ji detpêka damezrandina Komara Îslamî ve paradoksîkal bûye. Ew paradokse jî di nav sîstema siyasî ya Îranê de xuya bûye ku ew jî pêk hatiye ji çespandina paşgirda Îslamî bi sîstema siyasî ve ku li ser bingeha komarî hatiye avakirin.
Kevntirîn dabeşkariyek ku bo sîstema siyasî hatiye kirin ya Yûnaniya kevnar e û di pirtûka “Polîtiyaya Erestû” de em ê bixwînin. Erestû sîstemên siyasî bi ser çend sedeman de par vedike. Yekem, berêveberên sîstemek siyasî çend kes in. Duyem, fezîlet, famkirin û pêgihîştiya wan çiqas e. Sêyem xwast û daxwaza birêveberan çî ye. Wate pêka wê ku çend kes birêveberê sîstemekê ne yan pêka wê ku radeya têgihîştina kesên birêveber çiqas e yan pêka wê ku meyl û xwasta hakiman çî ye, em dikarin cureya hikûmetan nas bikin. Bi berçavgirtina her yek ji wan dabeşkariyane sê cure hikûmet dikarin ji deyîk bibin.
Eger em pêka hejmara birêveberan yan biryarderên hikûmetê baxivin; Yan kesek yan komek yan jî hemûyê xelkê di biryardanê de dikarin bibandor bin. Wate ger kesek bi tena serê xwe biryara hemû biryarên sîstemeke siyasî di dest de be, hikmê takekesî pêk tê. Ger komek biryarê bidin, hikûmeteke girûpî pêk tê. Heger hemû xelk beşdarî di biryarên siyasî de bikin, hikûmeteke piranî misoger bibe.
Lê ger hikûmet li gorî fezîlet an jî têgihîştinê were gengeşekirin, divê em bibêjin; Ger kesê ku bi tena serê xwe hikûmetê dike, mirovekî xwedî fezîlet û têgihîştî be, cura hikûmetê dibe paşayetî (monarişî). Ger ew girûpeya ku biryaran didin biryarên pisporî û têgihiştinî bidin, hikûmeteke arîstokirat ava dikin. Dema ku hemû xelkê jîr û zana û têgihîştî beşdarî biryarên siyasî yên hikûmetekê bibin, ango piraniya mutleq a têgihîştina welatekî beşdarî sîstema hikimraniyê bibin, hikûmeta komarî tê avakirin.
Cureya sêyem di dabeşkariya hikûmetan de ewa ye ku hikûmetên her yek ji wan sê cureyan ne tenê pêka qasa têgihîştin û zanayî û hikmeta hakiman, belkî pêka xwast û îradeya xwe hikûmetê bi rê ve bibin. Eger takek bi rê ve bibe, hikûmetek daplosînera zordarî pêk tê. Eger komeke serkutkar û rantnxwar bi rê ve bibin, hikûmetek olîgarşî pêk tê. Eger piraniya xav û netêgihîştî hikûmetekê bi rê ve bibin, pêka parvekirinên Erestû hikûmetek demokrasî pêk tê.
Wate di wan dabeşkariyên Erestû de xirabtirîn cura hikûmeta takekesî li ser xwasta wê takekesiyê ye. Baştirîn hikûmet hikûmetek komarî ye. Ji aliyek dinê ve pêka têgihîştina Erestû, hikûmetek bi piranî ku têgihîştî û pêgihîştî nebe, dibe hikûmetek demokrasî di hember komarî de. Lewma çimkî bi piranî ku bi têgihîştin beşdariya piroseya siyasî dibin, sîstemek komarî pêk tînin, hikûmetek ku pêka xwasta piraniya netêgihîştî û berjewendîxwazî pêk tê, demokrasyî ye, her çende baş e lê nagihîje asta komarî. Ji ber wê sedemê Erestû li ser wê bawerê ye ku di nav xirabtirîn cureyên hikûmetan de demokrasî ya herî baş e.
Li gorî vê vekolîn û destpêkî, eger em bahsa şêweya dasthilatdariyê di serdema Komara Îslamî de bikin, hikûmeta Komara Îslamî tevliheviyeke cuda ye ji her sê cureyên xirab ên hikûmetên ku Erestû behsa wan dike. Wate li ser bingeha hikûmeteke takekesî ku pêka berjewendiyên takekesî bi rê ve diçe ku Weliyê Feqîh e; Hikûmeta Komara Îslamî hikûmeteke dîktator e. Ji ber ku gelek girûp bi taybetî jî girûpên ser bi baskên bingehxwaz û aliyên çekdarî, di wê hikûmetê de şerîk in, û ew şêweyek olîgarşî ye, ku duyemîn awayê herî xirab ê hikûmetê ye. Pêka wê ku hinek ji formên demokratîk li Îranê bi awayekî riwaletî wek hilbijartin bi rê ve diçin, û lasayî yan karîkatorek ji demokrasiyê tê dîtin.
Em bo wê ku wê têgihîştinê li ser yekem hilbijartina parlemaniya Îranê dagirin, û bi taybetî li çend navçeyên Kurdistanê li ser baxivin, pêwîstiya me bi encamên yekem hilbijartinên parlemana Komara Îslamî ye.
Diyar e di sîstema komarî de, tevahiya hewla birêveberan, balkişandin e li ser sîstema hilbijartinê ku tê de piraniya têgihîştiya xelkê beşdariya hilbijartinan bikin. Komara Îslamî di yekem pêngava xwe de xwast wê formê biceribîne, ji bo wê ku xwe bike nava çavê xelkê Îranê û çavê cîhanê jî. Wate xwast ji bo xapandina raya giştî gemeyeke siyasî encam bide. Lê piştî encamên hilbijartinê – tevî tevahiya binpêkariyên sîstema hilbijartinê – ji Kurdistanê derketin, Komara Îslamî wefadar nebû bi yekem gemeya demokratîkê ku bi xwe bangwazî bo kiribû. Wate yekem gendeliya wê sîstemê, gendeliya sîstema hilbijartinê bû di yekem hilbijartina parlemanî de.
Di çend navçeyên Rojhilatê Kurdistanê de pêka hejmara dengan, şêwaza birêveberiyan diviya sedî sed di destê Kurdan de bin. Ji bo derxistina vê rastiyê, em ê bal bikêşînine ser yekem hilbijartina parlemaniya Îranê li hin ji bajarên Kurdistanê.


Em ji bakurê Rojhilatê Kurdistanê ve ku dest pê bikin; Urmiye mezintirîn bajarek e ku wek navednda parêzgehê hatiye diyarîkirin. Bajarê Urmiyê pêka hemû belgeyan û pêka nifûza Spaha Pasdaran û hêzên ewlehî yên Komara Îslamî û Tirkên tundajo û destêwerdana wan hemûyan di karûbarên hilbijartinê de, dîsanê jî encama hilbijartinan bi wî rengî ku çar berbijêrên sereke yên bajarê Urmiyê ku zêdetirîn deng anîn, du berbijêrên Partiya Cimhûrî ya Îslamî yên bi navên “Qerebaxî û Heqîqetî Efşar” û du berbijêrên dinê jî yên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên bi navê “Ebdulah Simko û Dr. Rehîmê Seyfê Qazî” bûn.
Di wê navberê de berbijêrek Saziya Mucahidîn û berbijêreke serbixwe jî deng anîn. Lê Ya ku hêjayî behskirinê ye ew e ku ji çar berbijêrên sereke yên bajarê Urmiyê di yekem sîstema hilbijartina parlemana Komara Îslamî de, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê du berbijêr di çarçoveya wê hilbijartinê de hebûn.


Li bajarê Nexede û Şinoyê jî ku du bajarên girîng û cihê pirsgirêka dehika şêstî ya Rojî bûn, ti yek ji berbijêrên Komara Îslamî deng bi dest nexistin. Belkî zêdetirîn deng li bajarên Nexede û Şinoyê dengê berbijêrê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û kêmtirîn deng dengê berbijêrê Komeleyê bûye. Di wan du bajaran de zêdetir ji 95 ji sedî xelkê deng daye bi berbijêrên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ango “Mistefa Hicrî”. 3 ji sedî deng dane bi berbijêrê Komeleyê ango “Ebdulah Ebdulahî”, %.3 jî deng dabûn bi Saziya “Çirîka Fedayî”. Berbijêrên Komara Îslamî di wan du bajaran de ti dengek wan nebû.

Li bajarê Mehabadê berbijêrê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê wate “Xenî Bilûriyan” zêdetirî 80 ji sedî ji dengan ji bo xwe misoger kiribû. Tevahiya partiyên çep ên çalak di wê serdemê de yên wekî “Çirîka Fedayan, Komele, Pêşgam, Rahî Karger” û yên dinê 16 ji sedî deng anîbûn. Hizba Tûde 1 ji sedî û ti tek ji berbijêrên partiyên Komara Îslamî deng neanîbûn.
Li bajarê Bokanê berbijêrê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê zêdetirî 57 ji sedî deng anîbû. Berbijêrê Komeleyê 23 ji sedî, berbijêrê Çirîka Fedayan 18 ji sedî û berbijêrê Hizba Tûde %.5 deng anîbûn.
Pêka wan amarane, tevî destêwerdana Komara Îslamî di hilbijartinan de, di yekem hilbijartina parlemana Îranê de em dikarin wekî mînakekê lêkolînê li ser bikin.


Di hemû bajajrên din ên Kurdistanê de partiyên Kurdî serkeftin bi dest xistin bi mewadayek gelek zêde ji tevahiya tevgerên siyasî yên din li Kurdistanê. Her pêka wê hilbijartinê derdikeve ku ti berbijêrek Komara Îslamî ji xeynî bajarê Urmiyê ku du kursiyên parlemanê bi dest xistin, di ti yek ji bajarên din ên Kurdistanê de heta yek ji sedî deng jî bi dest nexistin.
Sedema wê jî ku du berbijêrên Komara Îslamî digel du berbijêrên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Urmiyê mil bi milê hev deng anîn, pêkhateya rûniştiyên wî bajarî ye ku pêk hatine ji Tirk û Kurd û herwisa destêwerdana sîstema ewlehî ya Komara Îslamî û bi taybetî şexsê Xulamriza Hesenî yê pêşnimêjê wî bajarî, ku karek gelek zêde ji bo têkbirina hilbijartina bajarê Urmiyê kir. Lê tevî tevahiya destêwerdanan jî dîsa du kes ji berbijêrên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê wek partiya sereke ya Rojhilatê Kurdistanê deng anîn û pêka wan dengan ji gelempera wan navçên hatine behskirin zêdetirî 80 ji sedî gelempera dengan dengê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bûn û tevahiya hereket û tevgerên siyasî yên dinê li Kurdistanê bi hev re 20 ji sedî deng anîn. Komara Îslamî li Kurdistanê ti dengek û nûnerek bo parlemanê nebû.
Lê eger sîstema Komara Îslamî sîstemeke komarî bûya, yekem parlemana Komara Îslamî dibû cihê rûniştin û gengeşeya nûnerên rasteqîne yên neteweya Kurd û neteweyên dinê û bi vî awayî bingeha welatekî dihate avakirin ku tê de bi çendîn deng hakim bin. Lê her roja piştî hilbijartinan û derketina dengê xelkê Kurd, Komara Îslamî hilbijartinên li Kurdistanê hildiweşîne. Hilbijartinek ku bi xwe bi rê ve biribû û bi vî rengî di yekem pêngava hilbijartinê de Komara Îslamî hebûna sîstema komarî û zanîna qadên komarîxwazî înkar dike û bi vî awayî neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di ti gemeyên komarîxwaziya Komara Îslamî de nehate xapandin. Neteweya Kurd heta niha tûşî sîstemeke paradoksî ya serweriyê nebûye, lewma di referandoma Komara Îslamî de dengê xwe nedane wê sîstemê û ewa ku niha cîhan di derbarê Komara Îslamî de dizane, Kurd di yekem pêngavê de zanîbû.
 

KURDŞOP
315 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!