Nasyonalîzma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û derswergirtin ji şoreşên serkeftî

Mardîn Rehîmnijad

 

Mumkin nîne tenê li parçeyekî Kurdistanê mirov behsa nasyonalîzma Kurd bike. Nasyonalîzma Kurd ya her çar parçeyên Kurdistanê ye û behsa welatekî dike ku ji her çar aliyan ve hatiye dagîrkirin. Lê bi nerîna min nasyonalîzma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji parçeyên dinê cudatir e. Kurdên Rojhilatê ji bo hemû parçeyên dinê qurbanî dane û bi xweşî û nexweşiyên parçeyên dinê re bûye. Kurdên Rojhilatê carna jî xwediyê wê zîrekatiyê ne ku ji derfetan sûd werbigirin û paşekêşeyê bi faşîzma Îranê dikin.

Lê bi giştî divê em berî her tiştî bipirsin gelo nasyonalîzma Kurd heta niha di armancên xwe de serkeftî bûye? Eger serkeftî nebûye, sedemên sernekftiyên wan çi ne? Sedemên derve ne yan hundurî û şaşiyên me bi xwe ne?

Ti pirsek siyasî bi bê bandora rewşa hundur û derve, nayê şîrovekirin. Ewa guman tê de nîne ku rewşa Rojhilata Navîn bi giştî û rewşa navneteweyî bandor li ser gelê Kurd heye. Lê ya ku  herî zêde zirar daye Kurdan ew bixwe ne. Hîn jî li ser armancên xwe pêk nehatine. Hîn jî hinek sînorên piçûk hene ku rê li ber çêbûna gotareke neteweyî ya xurt girtine, kewir nebûne. Em hê jî dixwazin di şerê sedsala 20an de bi alavên sedsala 19an bi ser bikevin. Divê em di stratejiya netewî de xwe yekalî bikin. Dema ku em yekalî bûn, em ê alavên pêwîst jî peyda bikin.

Şoreşên serketî çend tişt hebûne ku divê me jî hebin:

- Stratejiyek diyarîkirî ku armanca giştî ya şoreşê ye.

- Komek taktîkên ku ev taktîkane di dema guncaw de ji bo parastina stratejiyê hem dibine qurbanî û hem jî bi hêsanî têne guhertin.

- Rêberiyek jîr, zana, netirs û xwedan piroje.

- Di hemû rehendan de hêza mirovî bê rahênankirin. Şoreşê ji teorîsyenekî zana, fermandeyekî leşkerî yê netirs û şirovekarekê ve bigire heta leşfiroşekê ku karê sîxuriyê ji bo te dike pêwîstdar e, bi mercekê ku ji wê rola ku dilîze û pêngavên ku bavêje ji bo serxistina şoreşê be.

- Çekên nû ji bo Hêza Pêşmerge; Li ser rûyê erdê ti hêzek nîne ku bêyî hêza leşkerî bikaribe bibe xwedî dîplomasiyek serkeftî. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bîne ber çav ku take hêza çar rehenda cîhanê ye, eger hêza wê ya leşkerî jê bê standin, ew dikare kîjan yek ji pilanên xwe cî bi cî bike? Îcar niha eger dijberê beranberê te welatekî çêbûyî ji faşîzm û tundajoyiya olî ve be û bi mentiqa gulle û şûran bi te re baxive û rêberê te li ser maseya danûstandinanê teror bike! Ma ti hêviyek heye ku bi peyv bi qanetê bigihînî ku rêz ji mafên te bigire? Di warê çekan de jî divê em zanibin ku em nikarin bi kelaşnîkofê li dijî balafiran şer bikin, divê ciwan bêne handan ji bo fêrbûna vê zanistê û bi taybetî jî çêkirina balafirên bê balafirvan û hwd.

- Hêza aborî çavkaniya hemû hêzên dinê ye. Bêyî hêza aborî, ti hêzek dinê nayê xurtkirin. Eger van salan ku partiyên Rojhilatê ji ber çi sedemê be şerê çekdarî rawestandine, hewl bidana ku çavkaniyên aborî yên bihêz dirust bikin, niha bi alxahînî ve li Ewropa û Amerîkayê xwedanê çendîn kompaniyên mezin bûn ku salane çendîn milyon Dolar pare dixiste xizmeta xebata rizgariya netewî. Mixabin ev yeka nehatiye kirin û bi nerîna min divê di zûtirîn dem de dest pê bikin.

- Karê ragihandin û propagendeyê yek ji pêwîstiyên herî bingehîn ên her şoreşekê ye. Propagende zanîn û zîrekiyê dixwaze, û divê we çendîn pisporên taybet bi şiroveya naverokê ve hebin da ku peyamên xwe bi bandor bikin û naveroka peyamên dijminê xwe rohn bikin.

Eger em kêmasiyên xwe kêm bikin, wê demê neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê têniyê azadî û bi dawîanîna koletiyê ye, nasyonalîzma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji parçeyên dinê serkeftîtir dibe.

Di dawiyê de ez wê yekê bêjim ku divê em berdewam bi çavên rexnegir û gazinan ve mêzeyê xwe bikin da ku em baştir pêngavan bavêjin, ji ber ku rûyê têkoşîna me bi bi pêş ve ye û azadî, demokrasî û mafê mirovî armancên me yên dawî ne, lewma divê em bi wê karakterî ve jî pêşwazî li rexneyên dilsojane bikin.

KURDŞOP
254 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!