Rola Kurdan di hilbijartinên Îranê de

Aran Tîbaş

 

Di vê gotarê de em rola sereke ya Kurdan di hilbijartinên Îranê de dinirxînin.

Kurdên Îran û Rojhilatê yek ji etnîkê  sereke û kevnar yên vê herêmê ne. Ew ji komên kêmîneyên olî û etnîkî yên welat in û bi piranî li parêzgehên rojavayê Îranê wek Kurdistan, Urmiye, Kirmaşan û Îlamê dijîn. Hejmara tam ya Kurdên Îran û Rojhilatê ji ber sedemên wekî nebûna amarên rast û koçên navxweyî û derve diguhere, lê texmîn ji sedî 10 heta 15’ê giştî yê welat dide.

Paşguhkirina Kurdan li Îranê, tê wateya guhnedan û binpêkirina maf û pêdiviyên vê kêmîneya etnîkî ya li Îranê dijîn. Di nav vê de mijarên wekî ne teşwîqkirina ziman, çand û nasnameya Kurdî, astengiyên siyasî, civakî û aborî, înkarkirin û paş Pirsgirêka mafê welatîbûnê û beşdarbûna hilbijartinan divê li ser esasê prensîbên demokratîk û mafên mirovan ji bo hemû gelan bê cudahiya nijadî û olî bê nirxandin.

Bawerî bi wê yekê ku divê komeke diyar ji mafê beşdarbûna hilbijartinan bê bêparkirin, bi prensîbên demokratîk û mafên mirovan re nakok e û pêşwebirina wê ne tenê xelet e, belkî binpêkirina mafên bingehî yên mirovan e. Di encamê de divê her kes bi awayekî azad û bê cudahî beşdarî hilbijartinan bibe. Hêjayê gotinê ye ku hevdemî wan xisletan û lawazbûna dewleta desthilatdar ya Îranê, bi taybetî di mijara hilbijartinan de ev Kurd in ku naxwazin beşdarî hilbijartinan bibin, ji ber ku ji encamên agehdar in.

Kurd ji ber baweriya xwe bi neqanûnîbûna proseya hilbijartinan beşdarî hilbijartinên Îranê nabin, di wê baweriyê de ne ku hilbijartinên Îranê ji aliyê hikûmet û berpirsan wan tê kontrolkirin û bandora wan li ser hilbijartinan tê kirin û sûd ji hilbijartinên şefaf û dadmend nagirin. Herwiha beşek ji gel û tevgerên Kurd di wê baweriyê de ne ku di siyaset û biryarên mezin yên welat de maf û berjewendiyên wan bi têra xwe misoger nînin, ji ber wê jî beşdariya di hilbijartinan de bêwate dibînin û xwe ji wê yekê dûr digrin. Herwiha ezmûnên berê jî nîşan daye ku di warê azadiya dengdan û hilbijartinan de kêmasî yên mezin hebune, ev jî dibe asteng ku Kurd beşdarî hilbijartinan bibin.

Her wiha di hin rewşan de şîkaytên berê yên li ser encamên hilbijartinan û paşguhkirina giliyên têkildarî yên wan dikare baweriya Kurdan bi pêvajoya hilbijartinê kêm bike. Ev mijar jî dikare bibe yek ji sedemên sereke ku li hin deverên ku etnîk yên tirk û Kurd bi hev re dijîn, pir caran ji ber sedemên çandî, dîrokî an siyasî, hikûmet dikare mafên Kurdan paşguh bike. Ev cure cudakarî dikare hesta ne aîdiyetê û kêmbûna şiyana civakê ji bo gelên wan komên etnîkî çêbike û dibe ku wan ji beşdariya di proseya hilbijartinê de dûr bixe.

Hikûmeta Îranê pêwîstî bi beşdariya Kurdan heye ji ber ku beşdarbûn û dengdana Kurdan di hilbijartinan de, bi rêya hilbijartina nûner û berpirsan, hebûn û rewabûna hikûmetê misoger dike.

Lewma jî beşdariya Kurdan girîngtirîn fakterê parastina sîstemê, şefafiyet û baweriya gel û avakirina dezgeheke şirovekirina îradeya xelkê di hikûmeta Îranê de ye.

 

Lê divê bingeha hilbijartinên Îranê çi be ku Kurd beşdarî vê proseyê bibin?

1. Pêkhate û yasayên girêdayî bi hilbijartinan, ku rê û rêbaz û rêziknameyên girêdayî bi dengdanê, tomarkirina berbijaran, çavdêriya proseya hilbijartinan û hejmartina dengan eşkere be.

2. Dabînkirina zelal di proseya hilbijartinan de û dabînkirina dadmendiya dengdanê û hejmartina dengan, prensîbên herî bingehîn yên hilbijartinan be.

3. Çavdêriya sazî û rêxistinên ku ji hikûmet û saziyên cîbicîkar serbixwe ne û ji çavdêriya proseya hilbijartinan û garantîkirina şefafiyet û dadperweriyê berpirsyar in.

4. Mafên mirovan û mafên medenî û siyasî, di nav de mafê dengdanê, mafê beşdarbûna di proseya siyasî û dabînkirina mafên berbijêr û dengderan, divê prensîbên herî bingehî yên hilbijartinan bin.

Ev faktorên girîng li her welatekê bingehê lidarxistina hilbijartinan datînin û dadperwerî û beşdariya gel misoger dikin.

 

Lê gelo hikûmeta Îranê xwedî taybetmendî û exlaqeke wiha ye?

Hilbijartina yekem ya serokomariya Îranê di meha Reşemiya sala 1358an de ji aliyê partiyên sereke yên Kurd ve hat boykotkirin.

Di demekê de ku tenê çend meh bi ser bidawîhatina şerê berfireh li Kurdistanê re derbas bibû, xuya dikir ku atmosfera siyasî aram bûye û soza danûstandinan bi Kurdan re, piştî sê mehan ji şer, şûna fetwaya cîhada havînê ya Ayetullah Xumeynî girtibû.

Ji bo vê yekê jî yek ji partiyên opozîsyona Îranê di kongireya xwe ya çaremîn de ku di destpêka meha reşemê de li Mehabadê hat lidarxistin û piştre li Kurdistanê navê wê "lihevkirin" hat kirin, peyameke erênî ji Tehranê re şand.

Lê ev helwesta nerm, nehişt ku ti berendamên serokomariyê di bernameya xwe ya hilbijartinê de mijûlbûn bi pirsgirêka Kurd re bikin. Yekane berbijêrê ku behsa “xweseriya” Kurdan kir, Mesûd Recevî bû ku berbijêriya wî hat betalkirin.

Ev hemû mijar bûn sedem ku her du partiyên serekî yên Kurdistanê yên wê serdemê û herwiha Serokê Şanda Gelê Kurd Şêx Ezeddîn Husênî li dijî hilbijartinan helwest nîşan bidin û piraniya welatiyên Kurd hilbijartinan baykot bikin: wek mînak. kêmtir ji %13 beşdarbûna li parêzgeha Kurdistanê. Ne tenê di deşa siyasî de vebûn çênebû, belkî jî bû sedema tundbûna deşa ewlehiyê. Li gor raporta sindoqa nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li Tehranê, Kirmaşan piştî Xuzistanê xwediyê herî zêde koçberiya neyînî ber bi navçeyên din ve ye.

Parêzgeha Urmiyê jî piştî Kirmaşanê di vê tabloyê de cih digire, her wiha Kirmaşan, sine û Îlam jî yek ji bilindtirîn amarên bêkariyê di Îranê de hene. Li parêzgeha Urmiyê jî nerazîbûna li hember karê parêzgarê tirk, ji nerazîbûna parêzgarên din ên heyamên berê zêdetir e.

Rewşa Kurdan li vê parêzgehê ji her sê parêzgehên din gelek dijwartir bûye. Bi taybetî jî bi cudahiyên etnîkî yên ku ji aliyê damezrîneran ve hatine afirandin, dibe ku coşeke mezin bide hilbijartinan ku Kurd û Tirkan li dijî hev bixin. Kesên ku bi pirsgirêka Kurdan agahdarin dizanin ku tevgerên wan bi hev ve girêdayî ne û zû yan dereng bandorê li hev dikin. Ne mimkin e ku guhertin û geşedanên wiha li navçeyên Kurdistanî yên li ser sînorê Îranê rû bidin û bandorê li Rojhilata Kurdistanê nekin.

Belkî ji ber vê yekê jî rayedarên sîstemê li ser “şaşiyên zimanî, erdnîgarî û etnîkî” hişyarî dane berbijêran.

Ev geşedan hemû di demekê de ne ku vê carê hemû aliyên sereke yên Kurdistanê ji helwesteke hevbeş û bi weşandina daxuyaniyeke hevbeş daxwaza boykotkirina hilbijartinan ji aliyê xelkê ve kirine.

Kurd li Îranê şahidê vê yekê ne ku hevwelatiyên wan li aliyê din yê sînor destkeftên mezin bi dest anîne û ji aliyê din ve xwe heta niha jî li benda parêzgarekî Kurd û Sunne de ne.

Heger di rojên beriya hilbijartinan de geşedaneke neçaverêkirî çênebe, ku îhtîmala wê kême, tê çaverêkirin ku hem rêjeya beşdariyê û hem jî rêjeya dengan di hilbijartinên Encumena Îslamî li Rojhilatê Kurdistanê de kêmtir bibe, wek yanzdeh gerên berê.

Divê bê dîtin ku gelê Kurdistanê vê carê dê çi sîyasetê li hilbijartinê bikar bîne. Berbijêrên Kurd jî bila baş bizanin ku bi qîrîna dirûşman li navendên hilbijartinê bi ti cihan nagihîjin. Dema ku berbijêrek di asta nîqaşên hilbijartinê de jî îmkan û destûra amaje bi pirsekê tune be, ji bo çareseriya wê pirsê paşê çawa dikare gavek pratîk bavêje?

KURDŞOP
124 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!