Bapîre Berze wekî nasnavê xwe bi serberzî (serbilidî) ve çû girtîgehê

Keyhan Mihemedînijad

 

Ez di nav tora Instagramê de digeriyam û ji nişkê ve dîmenek dilêş û di heman demê de pir ji îrade kevte ber çavê min. Dîmen li ser rûpela girtiyekî siyasî hatibû weşandin û tê de navbirî bi xatirxastin ji malbata xwe û bi xwasta xwe diçû bo reşçala dagîrker û dîmen tijî bû ji îrade û berxwedanê. Ev girtiyê siyasî "Bapîre Berze" bû. Roja Şemî 13ê Çileya 2024an, çalakvanê medenî û girtiyê siyasî yê bi navê "Bapîr Berze" yê xelkê gundê "Çiyane" yê ser bi bajarê Pîranşarê, ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhestin. Bi nav dadgehên dagîrker çar sal û şeş meh girtîgeh bi ser wî de sepandine.

Tohmetên bi ser de hatinî sepandin "beşdarîkirin di xwenîşandana li dijî Komara Îslamî de (tevgera Jij Jiyan Azad) û hevkarikirin bi partiyên dijberê Komara Îslamî ya Îranê re" ne. Tohmetên ku hatinî sepandin, nîşaneya lawaziya hikûmetek dîktator e li dijî hêza dadperwer û wekhevxwaz. Paradoksek ku du hêzan nîşan dide, hêzek gelî û hêzek zordar; Zordar û serdest dixwaze bi hêza çek û darê zorê xwe bisepîne û hêza gelî jî dixwaze bi xwenîşandan û dengê xwe aramî û weheviyê cihgir bike. Lewma hêza zordar ji bo ku hêza wekhev û dadxwaz bêdeng bike ji sepandina tohmetên cur bi cur mifahê werdigire da ku di reşçalan de bêdeng bike. Lê ew agehdarê wê yekê nîne ku hêza dadxwaz xwedan îrade û berxwedanî û bi taybetî xwedan piştevaniya gel e.

Îradeyek ku bi kincên Kurdî û nasnameya xwe ve diçe reşçalan û ew bi hembêzkirina dayîk û zarokên xwe û xatirxwastin ji wan diçe reşçalên tirsonek yên dagîrker. Eva nîşaneya îradeyek bihêz e ji bo ax û welat û netewa xwe ku di hember zordariyê de berxwedaniyê dike. Îradeyek di reşçalên dagîrker de; Îrade: Wate hişmendiyek bihêz; bersivdana hişyarane di hember cîhana derveyê hişê xwe de. Di felsefeyê de îrade îşare ye bi yek ji kiryaran ku bi mebest tê encamdan. Ev kiryarên ku bi mebest têne encam dan jê re dibêjin "îrade". Xwastin û hewldan û îrade ewqas girîng in ku wek tê gotin "xwastin, kiryarek e ku bi şiyanê tê kirin", wate eger kesek heza encamdana karekê hebe, ewa li hemberî dijwariyan radiweste û dijwariyan dibîne; wate mirovê bi îrade digihe xwastên xwe.

Her wek nivîskarê navdar ê Îtaliyayî yê bi nav "Leonardo Davinci" dibêje: "Zehmetî û dijwarî nikarin min têk bibin. Hemû pirsgirêkek dê teslîmê îradeya min a bêguman bibe". Di rastî de ewa îrade û berxwedaniya me ye ku dê zordar û dîktatorê teslîmê xwe bike.

Belkî sedan kesên wiha di niha de li reşçalên Komara Îslamî ya Îranê bin û li cem hin kesan eva bibe pirsiyar, çima behsa wan kesên dinê nayê kirin!? Divê bê gotin ku her takek Kurd ku di reşçalên dagîrker de ye, divê bê bilindnirxandin û piştevanîkirin. Dirûşmek pir watedar heye ku dibêje: "Ger em nebin bi yek, em ê herin yek bi yek". Di rastî de divê berxwedana kesên wiha gelek bi rêz ve bê dîtin û nirxandin û divê em piştevanê tak bi takên keç û xortên xwe yên di reşçalên dagîrker de bin û deng û îrade û berxwedaniya xwe bikin bi yek li dijî zordariyê.

Her wek Bapîr Berze li ser rûpela xwe ya Instagramê nivîsiye: "Ger hûn dereke mizin in, em jî bivirek piçûk in". Ew dareka ku îşare pê hate kirin, kokên wê hemû rizî ne û rewatiya xwe ji dest daye û ber bi ketinê ve diçe.

KURDŞOP
284 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!