Pîlana dagîrkeran bo çêkirina nakokî di navbera Kurdan de

Bêhzad Qadirî

 

Ji dema ku Kurdistan bi ser çend parçeyan de hatiye parvekirin û dagîrkeran bi darê zorê dest danîne ser desthilatdariya wan parçeyên Kurdistanê, dîrok hertim şahidê tawanên cur bi cur ên van dagîrkeran (desthilatdarên Fars, Tirk û Ereb) li dijî neteweya Kurd bûye. Dagîrkerên Kurdistanê ne tenê axa me dagîr kirine û hemû çavkaniyên me yên sirûştî, binerdî û sererdî talan kirine, bi wê yekê jî ranewestane û hertim Kurdistanîbûna me jî înkar kirine. Wan hertim em qir kirine, di hewla asîmîlekirina me de bûne, dîroka me çewt kirine û xwestine me di nav xwe de bihelînin.

Lê mixabin divê em bi wê yekê îtirafê bikin ku ew di gelek waran de bi ser ketine, wek mînak gelek ji me ew dîroka ku wan bi ser me de sepandiye, me qebûl kiriye; Gelek ji me xwe bi Îranî, Tirkî, Îraqî û Sûriyeyî dihesibînin û xwe bi welatên sexte pênase dikin ku heta dîroka navê wan welatane ji sed salan zêdetir jî derbas nabe. Lê mixabin gelek ji me heta nizanin bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin û binivîsin û heta gelek kes hene ku axaftin bi zimanê Kurdî bi şerm dizanin, wate bi tevahî mêjiyê wan jî wek av û axê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye dagîrkirin. Bi sedan mînakên dinê jî hene ku mirov dikare îşare bi wan bike ku heta em nikarin di gotareke wiha kurt de jî lê binêrin.

Ewa ku di van rojane de dîsan bala min rakêşa û ez han dam nivîsekê li ser binivîsim, dîsan zeqbûna hin nakokiyên di navbera Kurdên parçeyên Kurdistanê de bû ku bê şik destên dagîrkerên Kurdistanê li pişt e. Ez naxwazim li vir bi taybetî bi van nakokiyane îşareyê bikim û ez li ser wê bawrê me ku şaş e bêne zeqkirin, tenê pêwîst e ez îşareyê bi destên li pişt van nakokiyan bikim û di vê derheqê de em hestiyartir bin û çavkaniya rastîn a pirsgirêkan nas bikim. Divê em zanibin ku ew mijarane kok û rîşeyeke van heye û paşê em ê vegerine ser tiştên sereke ku min di destpêkê de behs kirin.

Eva ku axa me hatiye dagîrkirin û welatê me hatiye parçeparçekirin, nayê haşakirin. Dagîrkerên welatê me bi wê yekê jî ranewestane û heta di nav welatên xwe yên sexte de jî em parçe parçe kirine, da ku em zêdetir ji hev dûr bikevin, da ku em zêdetir ji hev bîhanî bin. Niha jî çimkî ez zêde şarezayê rewşa Rojhilatê Kurdistanê me, ez ê behsa vê parçeya Kurdistanê bikim. Rojhilat ji aliyê dagîrkerê Îranê ve bi ser çend parêzgehekê de hatiye parvekirin û tenê beşeke piçûk a Rojhilatê Kurdistanê wek Kurdistan daye nasandin û navê wê kiriye “parêzgeha Kurdistanê” ku em jê re dibêjin parêzgeha Sine.

Dagîrker dixwaze bêje ku Kurdistan her ew parêzgehe ye û Kurd tenê qewmek in ji qewmên Îranê. Herwisa tevahiya hewla wê ew e ku nasnameya Kurdistanîbûnê ji parêzgehên “Urmiye, Kirmaşan, Îlam û Loristanê” reş bike û di vê derbarê de her carê pîlanekê bi rê ve dibe. Ji aliyeke dinê ve bi havirdekirina xelkê bîhanî ji bajarên din ên Îranê ve hertim di hewla guherîna demografiya Rojhilatê Kurdistanê de bûye ku em mînaka wê yekê di bajarên “Urmiye, Kirmaşan, Sayîn Qela, Qurwe û Bîcar û hwd” de dibînin. Tevahiya ew yekane jî bo hev veqetîna zêdetir a Kurdên Rojhilatê ji yektir e (em mînaka wê yekê li Başûr jî dibînin, bo mînak Erebkirina Kerkûkê ji aliyê hikûmetên Iraqê ve).

Îcar rejîma dagîrker a Îranê bi van hemûyan jî ranewestiyaye, belkî em di heyama salên borî de bûne şahidê wê ku bi berdewamî şerê derûnî yê cur bi cur li dijî netewa me daye meşandin. Yek ji van şerên derûnî jî ew bûye ku wisa bike xelkê gundekî Kurdistanê kerbê wan ji xelkê gundê cîranê xwe ku ew jî her Kurd in vebe. Xelkê bajarekî Kurdistanê kerbê wan ji xelkê bajarekî cîran ku ew jî Kurd in vebe. Heyamekê wisa jê hatibû ku rejîmê bi rêya destûpêwendiyên xwe ve henek (metelokên pêkenînî) li ser xelkê bajarên cuda yên Kurdistanê çê dikirin û belav dikirin. Eva di nav xelkê de dihate belavkirin û vî bajarî bi henek û axaftinên xirab henekên xwe bi bajarê dinê dikir. Bi kirêgirtiyekî xwe ji bajarekî Kurdistanê dibire bajarek din ê Kurdistanê da ku bi kiryarên xwe yên qirêj navê bajarê xwe li cem xelkê wî bajarî nehez bike û bi dehan mînakên wiha hebûne. Mixabin gelek ji xelkê Kurdistanê dikevine bin bandora majarên wiha û niha jî em dibînin hin kes hene ku kerbê wan ji bajarekî diyarîkirî vedibe, di haletekê de belkî tenê xirabiya takeke wî bajarî dîtibe! Bi giştî ev yekane encama pîlanekê ne ku dagîrker bo me darêtiye da ku kerbê me ji hevdu vebibe û ti carî bîr ji vê yekê nekin ku Kurd neteweyek e û pêwîst e yekgirtî bin.

Nîha jî ev mijare berfirehtir bûye, wate pîlanên dagîrkeran erdnîgariyeke mezintir li xwe girtiye. Bi kurtî û watedar dixwazin wisa me bikin ku xelkê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê kerbê wan ji hevdu vebe û bi çavê dijmin mêzeyê yektir bikin. Bo mînak dixwazin wisa me bikin ku em ti carî bîr ji vê yekê nekin ku Kurdên Başûr û Rojhilatê hevxwîn û hevzimanê hevdu ne û ser bi neteweyekê ne. Her di van rojan de em şahidê çendîn mînakên wiha bûne.

Rejîma Îranê xwedan hêza saybirî ye ku beşek ji hêzên wê jî Kurdên xwefiroş in. Yek ji karên vê hêzê çêkirina nakokî di navbera xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ye. Wan bi sedan rûpelên “feyk” di nav torên civakî de çê kirine û wisa nîşan didin ku xelkê Başûr yan Rojhilatê Kurdistanê ne. Hin caran jî, ji herdu aliyên Kurdistanê wan hinek rûpelên torên civakî û xwedanê wan kirîne û siyasetên xwe pê peya dikin. Karê van kesane belavkirina nûçe û mijarên çawtekarî ne û armanca wan çêkirina nakokî di navbera parçeyên Kurdistanê de ye. Ew bi navê Kurdên Rojhilatê li jêr postên Başûriyan kamêntên nahez dinivîsin û berevajî jî. Belkî ev tiştane asayî bêne berçavan, lê tovê nakokiyê diçînine ku tiştên mezintir li pey xwe tîne.

Pîlanên rejîma Îranê tenê di nav torên civakî de sînordar nabin û bi dehan mînakên dinê hene. Wek mînak bêrîzîkirin bi Kurdekî Başûr li Rojhilatê û bêrêzîkirin bi Kurdekî Rojhilatê li Başûrê Kurdistanê û zeqkirina vê mijarê di medyayan de, destê rejîma Îranê ji pişta wê yekê ye û di arasteya armanca jorîn de ye ku me behs kir. Niha ew bêhûrmetîkirine dikare dizîkirin û revandin be, yan jî bêhûrmetî û binpêkirina keramet û kesayetiya takekê. Me ew herdu jî di vê heyamê de li her du beşên Kurdistanê dîtine û mixabin ev yeka jî bûye sedema pêleke helwestên neguncaw li hember hev.

Tişta ku nabe ji bîra biçe ew e ku dijminên me yên Kurd, dagîrkerên Kurdistanê ne, ne hevxwîn û hevzimanên me. Divê haya me baş ji pîlanên dagîrkerên Kurdistanê hebe, ew dixwazin wisa me bikin ku zehlê me ji yektir biçe. Belkî dagîrker gelek caran pîlanên xwe bi serketî pêk bînin, lê divê em van pîlanan û destên li pişt wan zû bixwînin û me helwêstên guncaw hebin û bi cihê ku em yektir şermezar bikin, dagîrkeran şermezar bikin.

KURDŞOP
333 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!