Ferzad Kemanger û têkoşîna ji bo zimanê Kurdî

Êlan Mihemed

 

Mamosteyê zimanê Kurdî Ferzad Kemanger xwediyê têkoşîna doza zimanê Kurdî, di sala 1976an de li gundê Afriyana ser bi Kamyaranê hatiye dinê. Kamyaran dikeve navbera Sine û Kirmaşanê. Malbata wan berê li gundê Afriyan dijîn lê belê bi destpêka şoreşa gelên Îranê re, ji ber zext û zorên rejîmê, gund hate valakirin. Mamoste Ferzad ji pênc bira û xwişkekê, zarokê çaran yê malê bû. Bi destpêka şoreşa gelên Îranê re her ku diçû zext û zordariya li ser gelê Kurd zêdetir dibû û siyaseta rejîmê bandor li herêmê dikir. Êdî şerê di navbera hêzên pêşmergeyên Kurd û dewletê de, bandora xwe li hemû Kurdistanê kiribû. Naskirina Mamoste Ferzat ya bi dinya û jiyana di zaroktiyê de bi şahidiya şer, dengê teqîna top û tifingan, kuştin, koçberiya gelê Kurd re bû.

Xwendina destpêkê heta navîn li Kamyaranê dixwîne, di wan salan de bûyera komkujiya Helepçeyê çêdibe û bavê wan jî ji ber karê xwe yê ser sînor dikeve ber kîmyasalê û piştî çend mehan jiyana xwe ji dest dide. Piştî wê bûyerê, barê giran yê îdareya malê dikeve ser milên Ferzadê 12 salî. Ew ji bo birêvebirina debara malê li aliyê xwendina xwe neçar dibe karên weke; karkerî, firotina fêkî… û her karekî din dike. Bi qedandina dibistana navîn refa 9 re dest bi xwendina perwerdehiya mamostetiyê dike. Piştî bi dawîkirina dewreya mamostetiyê, ji ber helwest û fikrên xwe yên cuda, bawernameya mamostetiyê nadin wî û du sal şûn de ew weke mamoste qebûl kirin.

Tevî mamostetiya li gundan, Ferzad di zanîngeha mamosteyan de xwendina xwe domand. Gelek ji zarokan hez dikir, bi taybet zarokên Kurd, ku ji hemû mafên jiyan, neteweyî û zarokatiyê bêpar mabûn. Bi qasî 4 salan li gundên Kamyaranê weke mamoste xebat meşand. Mamoste Ferzad Kemanger digot "Destûr bidin bila dilê min di singê zarokan de lêbide".

Ew ji ber kar û çalakiyan ji aliyê rejîma Îranê ve rastî zext û zoriyan tê û gelek caran ji aliyê îdareya perwerdeya mamosteyan û ve dihate vexwendin û derbe lê dixwarin.

Xebatên wî yên di girtîgehê de û di nav girtiyan de weke komkirin û damezrandina pirtûkxaneyek 2500 pirtûkî li girtîgeha Recayîşehr ava kir.

Di 9ê Gulana 2010an ji mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Holî û Mehdî Îslamiyan, li Girtîgeha Êvîn ya Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarve kirin.

Ferzad Kemanger, mamosteyekî ku dil û mejiyê xwe da perwerdeya zarokan. Ew tenê ji ber ku Kurd bû hate darvekirin. Beriya bê darvekirin nameyek nivîsand û wiha got:

 "Ji ber ku em Kurd, em tên darvekirin. Mirovên me yên li her derê divê bi vê zanibin. Ji wan hebû, ku tarîtiya girtîgehê wê rojê û ronahiya ji mejiyê min bibe. Lê belê min bi xwe dît, ku binevş di nava tarîtî û bêdengiyê de jî şîn dibe. Bi kîjan zimanî daxivin bila baxivin, destûrê bidin ku dilê min di sînga yekî din de lê bide. Yekane daxwaza min ew e ku, ew bibe zarokekî karker yê zindî, ku li dijî newekheviyê bi hêrs e. Destûrê bidin ku dilê min li cihekî vê cîhana bê serî û bê dawî lê bide. Tenê lê miqate bin, ji ber ku ew dilê kesekî bi çîrokên nehatine vegotin ên mirovên welatekî bi êşa dîrokê dagirtî ye. Destûrê bidin ku dilê min di sînga zarokekî de lê bide, ku mîna her sibehê bi dengekî bilind bi zimanê xwe yê dayikê -Kurdî- biqîrim. Li vê cîhana bê serî û bê dawî dixwazim bibim bayek û peyama hezkirinê bigihînim tevahiya mirovahiyê."

Îro jî em dibînin ku ji bilî mamosteyîn têkoşer Ferzad Kemanger, bi dehan mamoste û kedkarên mîna Ferzad hene ku ji bo zimanê dayîkê têdikoşin çi bi pênûsa xwe û çi jî bi deng û nalîna xwe ya ji bo cîhanê. Dîsa jî em dibînin ji aliyê dagirkerên kurdistanê ve zext li ser kedkarên zimanê Kurdî berdewam dikin.

KURDŞOP
107 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!