Danasînek li ser Ferhenga Gotinên Pêşiyan a Mehmet Uncu

Êlan Mihemed

 

Gotinên pêşiyan gotinên hindik û rindik in. Rastiyeke gitştî yan şîretekê bi risteyeke kin û sivik diyar dikin, di wan de dersek kin heye. Armanca wan perwerdekirine. Mehmed Oncu di berhevoka xwe ya bi navê “Gotinên Pêşiyan” de dibêje: ”Dema ku mirov bixwaze gelekî nas bike, mirov divê bala xwe bide çand û zimanê wî gelî. Nemaze biwêj û gotinên pêşiyan di vî warî de pir girîng in. wekî din jî xweşî û dewlemendiya zimanekî ne tenê bi gotin û rêzimana wî, bi biwêj û gotinên pêşiyan jî diyar dibin. Ziman bi alîkariya biwêj û gotinên pêşiyan xweşik û zindî dibin.

Zimanê Kurdî jî ne tenê bi bêje û gotinên xwe, her wiha bi biwêj û sayeşên xwe, bi pend û şîretên xwe û bi gotinên pêşiyan xweşik û dewlemend e. hin caran bi gotineke bi tenê dikare daxwaza mirov bi awayekî pir xweş derbibe. Dema em bixwazin girîngiya cih û war, kok û binyada mirovan nîşan bidin, em dibêjin, “Her giha li ser koka xwe şîn tê”.

Bav û kalên me ji valatiyê negotine ''Ga dimire çerm dimîne, mirov dimire nav dimîne'' ji ber vê gotin û mebestê îro xezîneke veşartî bi hezaran gotinên pêşiyan li ber destê me ye û ji me re bûye mîraseke dewlemend.

Berhema nivîskar Mehmet Oncu ya bi navê Gotinên Pêşiyan ku ji 4 cildan pêk tê, ji aliyê weşanxaneya Sîtavê ve di cotmeha 2020an de hate weşandin. Ev berhem ji mezintirîn gotinên pêşiyan di nava nivîskar û wêjenasan de tê hesibandin.

Mehmet Oncu, di sala 1961an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê derçûye. Folklornas, Lêkolîner, Helbestkar û Wêjevan, di sala 1983 de, li bajarê Semsûrê (Adiyaman) di wezareta perwerdeyê de, weke karmend dest bi kar kirî ye.

Mehmet Oncu di 1983an vir de, li ser folklora Kurdî (Bi taybetî li ser Kurmancî) xebat kiriye û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsarên wî yên li ser folklora Kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Çirûsk, Jiyana Rewşen, Kovara W, Tîroj û Dilopê de weşiyane.

Ev berhem Gotinên Pêşiyan, ferhenga herî mezin û berfireh a gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji vana nêzî 30 hezar gotin, ji hêla nivîskar (berhevkar) ve ji qadê hatine berhevkirin.  Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek di navbera hezer û 214 û hezar û 248 rûpelan de ye.”

Gotinên pêşiyan li gor beşên wan beş bi beş ji hev hatine cudakirin. Bi giştî ji 235 beşan pêk tê. Mînak: Gotinên pêşiyan ên li ser jinan, gotinên pêşiyan yên li ser mêrxasiyê, gotinên pêşiyan ên qencî û xerabiyê û hwd tê de cihê xwe digrin.

Di vê berhemê de zêdetirî 2 hezar çîrokên gotinên pêşiyan hene. Her wiha zêdetirî 4 hezar peyvên ku zêde nayên zanîn an jî di ferhengan de cih nagirin hatine şîrovekirin.

Ev berhema ku ji aliyê nivîskar Mehmet Oncu ve hatiye amadekirin, Serwet Deniz û Qahir Bateyî edîtoriya wê kirine.

Qahir Bateyî di hevpeyvîneke xwe de wiha dibêje ''Bi qasî temenekî li ser kar û xebat li ser vê berhemê hatiye kirin. Divê ku em li vê berhemê xwedî derkevin û di mala me de ev xezîne hebe, xezîne ne tenê pere, mal û zêr û tiştên di bin erdê de ne. xezîneya me, ziman, çand, edebiyet û folklora me ye. Ev xebat jî xezîneke ji folgora Kurdî ye.''

Gava ku mirov li nava civaka Kurdî jî bigere ne bi tenê 50`î hezar, ew ê bi hezaran gotinên pêşiyan derkeve holê, lewma jî rastiya civaka kurd di nava rihên gotinên pêşiyan de veşartiye.

KURDŞOP
159 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!