Danasîneke kurt li ser zimanzanê  Kurd Deham Ebdulfetah

Êlan Mihemed

 

Di vê babeta xwe de emê bi danasîneke kurt berê xwe bidin nivîskarekî din ku ew jî yek ji pêşengê xebatên rewşenbîrî, ziman û wêjeya  Kurdî ye.

Di sala 1942yê de li gundê Belê ya girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Zaroketiya wî wek zaroketiya her Kurdekî gundî bi belengazî û hejarî derbas bûye. Di temenê 5 saliya xwe de diçe gel melayê gund, da ku hînî Qur‘anê bibe. Derdora salekê li gel mele dimîne û xwendina xwe ya Qur’anê temam dike. Dibistan li derdora wî tune bûn. Ew xwendin gelek sûda xwe li ser xwendina wî hebû. Heta salên 1951ê dibistanek li nêzî gundê wî hebû navê wê Hesê Osê bû. Ji ber jêhatîbûn û xwendina wî ya ji Quranê re refa yekê naxwîne yekser refa duduyan dixwîne. Di wê hingê de zimanê wî li awayê bilêvkirina peyv û tîpên erebî, baş vedibe.

Xwendina xwe seretayî diqedîne û li dibistanên bajarê Hesekê xwendina navîn diqedîne, paşê li zanîngehên Şam û Helebê xwendina wêjeya Erebî û Mamostetiyê temam bike.

Di zaroktî û destpêka ciwaniyê de, ji hêla ruhê ber bi Kurdiyê ve, kelejana vê yekê her tim ew bi xwendin û zimanê Kurdî ve pêş ve dibir, her wiha bandoreke mezin ya melayên gundê Belê li ser Deham Ebdulfetah hebû.

Bi taybet Mele Ehmedê Palo, dema ku li pêşber Deham Ebdulfetah destnivîsên xwe yên ferhengî û rêzimanî radixstin û li gel hevalên xwe yên mele diket nava nîqaşan de, wê hingê ew rewş û xwesteka zanîna bi zimanê dayîkê, li cem Deham Ebdulfetah geştir dibe.

Destpêka geşta xwe ya nivîskariyê, Deham Ebdulfetah gotar û helbest bi zimanê Erebî dinivîsandin, lê paşê bi yek carê zimanê Erebî da aliyekî û hemû çalakî û destnivîsên xwe yên bi zimanê Erebî şewitandin û tenê bi zimanê Kurdî nivîsand û di ber doza vî zimanî de her xebat dikir û berdewam dike.

Piştî 8 salan ji mijûlbûna bi xwendina rêziman û ferhengên Kurdî re, êdî Deham Ebdulfetah di sala 1989ê de bi aweyekî fermî dest avêt pênûsê, da ku hest û boçûnên xwe bi Kurdiyeke resen li ser pelê binivîse.

Ji ber berhemdarî û keda xwe ya bi salan di ber zimanê Kurdî de wiha dibêje; ''Ziman, ne tenê derbirîn, danûstandin û fêmkirine, ziman wek xezîneke veşartî ye''

Bi saya xebateke dûr û dirêj ku hetanî a niha jî berdewam e, Deham Ebdulfetah bi dehan berhemên giranbuha yên li ser ziman, wêje û çanda  Kurdî li pirtûkxaneya  Kurdî bar kirin e ku piraniya wan niha li ber destên me ne. her wiha gelek caran cihê xwe di komxebatên li ser Rêbera rastnivîsê, rewşa ziman û mijarên rêzimanê de bi sazî û dezgehên rewşenbîrî de cih girtiye.

Di roja îro de çavên zimanzanê hêja Deham Ebdulfetahher çiqas zerar gihabêkê jî lê bi alîkariya xortan ew xebata xwe didomînim û dev ji xebta xwe bernade, lê belê ku ew bi xwe jî dibêje “Dilê min xurt e. Moralên min bilind in. Herî kêm dikarim her salekê pirtûkekê binivîsim”.

Berhemên Deham Ebdulfetah:

Peyvînek bi  Kurdekî re, (wergerandin) bi erebî, Şam (1989)

Li ber dergehên Laleş, (helbest) bi Kurdî û erebî, Şam (1990)

Nêrîneke rexneyî li helbestên Kurdî, (rexne), Şam (1992)

Hindek aloziyên zimanê Kurdî, (lêkolîn), Şam (1993)

Di muzîka helbestên Kurdî de (têbînî û bersiv), bi erebî, Şam (1995)

Rênivîsa zimanê Kurdî, Kombenda Kawa, Libnan (1998)

Dastana Gilgameş, Duhok, Spîrêz çapa yekem (2005), bi alfabeya erebî; çapa duyem Enstîtuya  Kurdî ya Amedê (2006)

Nav di zimanê Kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Enstituya Kurdî ya Amedê (2006)

Cînav di zimanê Kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Enstituy Kurdî ya Amedê (2006)

Kar (lêker) di zimanê  Kurdî de, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, çapa yekem (2011); Duhok, Spîrêz, Çapa duyem (2012), bi alfabeya erebî.

Yarsan (Elhî Heq), Amed, Lîs (2017)

Mistek ji hêvî û arîşeyên zimanê Kurdî (kurmancî), Lîs (2018)

 

Çavkanî:

-Ji bernameya kîme ez ya li ser jiyana Deham Ebdulfetah.

-Ji rûpela Welatê me

KURDŞOP
93 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!