Melayê Cizîrî dengê helbesta Kurdî ye

Zara Elî

 

Melayê Cizîrî lêdana dil û hîsan di helbesta klasîk de ye. Melayê cizîrî li cizîra botan di sala 1565an de jidayîk bûye. Navê wî Ehmed e û di helbestê de nasnavê wî (nîşanî, melê, mela) ye. Di sedsala 17an de jiyaye ye. Mela Ehmedê cizîrî destpêkê li ber destê bavê xwe şêx mihemed dest bi perwerdehiyê dike û bi dûre li medreseyên Hekarî û Îmadiyê perwerdehiya xwe didomîne.

Herî dawî li gundê Amedê li ber destê Mela Taha perwerdehiya xwe diqedîne û ji wir îcazeta xwe distîne. Piştî standina îcazeta xwe li gundê Amedê Melatiyê dike û bi dûre diçe Heskîfê li wir seydatiyê dike. Mela teqrîben gava ku 30 salî ye dest bi nivîsîna helbestan dike. Bi dûre ji Heskîfê derbasî Cizîrê, medreseya xwe ya navdar ''medreseya sor'' dibe û heta mirina xwe ew li wir Seydatiyê dike.

Malayê Cizîrî di wêjeya kilasîk ya bi zaravayê kurmancî de dikare wek pêşeng bê hesibandin. Dîwana wî jî cihekî taybet digire .Dîwana wî ya ku ji hêla Emîn Narozî ve hatiye amadekirin ji 123 helbestan pêk tê. Lê hin çavkaniyan tê gotin ku dîwana wî bi tevahî ji 137 helbestan pêk hatiye. Tê bawerkirin ku berhemên wî bi tevahî ji du hezar malikan zêdetir in. Piraniya wan xezel û qesîde ne. Xezelên ku Cizîrî nivîsîne di wêjeya  Kurdî de xwedî kelecanekê ne.

Mela di helbestên xwe de eşqa xwe bi hestên giran û ramanên kûr tîne ziman ,tim diyarî yarekê dike. Ew yar ji bo hinek lêkolîneran xwedê ye ,ji bo hinekan pêxember e, ji bo hinan tesewif e, ji bo hinan welat e û ji bo hinan jî ew keça ku mela evîndarê bûyî bi xwe ye.

Dîwana Cizîrî di sala 1904an de ji hêla Martîn Hartman ve li Berlînê hat çapkirin. Di sala 1919an de jî li Stenbolê ji hêla Şefîk Erwasî.

Nimûneyek ji helbesta Cizîrî:

Şox û şengê zuhre rengê, dil ji min bir, dil ji min

Awirên heybet pilingê, dil ji min bir, dil ji min

Wê şepalê miskî xalê Dêm durê gerden şemalê

Cebheta biskan semalê Dil ji min bir dil ji min

Zilf û xalan, nûn û dalan Wan ji min, dil bir bi talan

Goşeyê qewsî, hîlalan Dil ji min bir, dil ji min

Melayê Cizîrî ji ber ku helbestkarê ''evîn''ê ye hêmaya helbesta wî li ser ''agir'' ava dibe. Di tevahî dîwana Cizîrî de peyvên wek ''nûr, ronahî, tîrêj, şem, ateş, agir, sû'le, find û dojeh''ê peyvên sereke yên vegotina rewşa evînê ne. Melayê Cizîrî helbestên evînî yên bi şewat nivîsî ne, ji ber van helbestên wî yên bi şewat di derheqê Mela de di nav xelkê de çîrokên wiha derketin; Melayê Cizîrî gava ku pala xwe dida tehtan û berê wî li Dijleyê helbest dixwendin ji ber van helbestên agirî û şewata dilê wî tehta ku mela pişta xwe didayê ewqasî germahî dida, jinan jî piştî ku mela radibû dihatin ji dêvla tenûrê nanê xwe bi van tehtan de didan. Ji ber vê yekê Melayê Cizîrî tenûreke sincirî ya helbesta  Kurdî û rojhilatî ye.

''Zanim ji eşqê dojeh î, behrek ji narê eseh î,

Îro li mahê xergehê, teşbîhê seywan î Mela''

Zanim perîşan î ji dil, bê hed bi êşan î ji dil

Teşbîhê buryan î ji dil, billeh ne însanî Mela''

''Ji ber van taybetmendiyên evîndariyê, Melayê Cizîrî ji bo vegotina rewşa evînî her tim muracetî êgir kiriye; Ma ji êgir bêtir û çêtir wekî din kîjan tiştî karibû evîndarî baş vegota? Melayê Cizîrî, pêşeng û bavê helbesta Kurdî ku hemû helbestanên îro ji ava helbesta wî vedicwin li cizîra botan, di sala 1640'î de koça dawî dike. Heta roja me ya îroyîn de jî dîwanên wî bûne cihê bi sedan lekolînn bijarte.

KURDŞOP
94 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!