Rêwîtiyek ji jînegeriya hunermendê Kurd Tîmav Kobanî

Aras Hiso

 

Tîmaf Kobanê kesayetekî hunermend ji bajarê Kobanê ye. Navê xwe yê rastî Mihemed Sedîq e. Di sala 1977an de li bajarê Kobanê ji dayîk bûye. Ji malbateke welatparêz, karker û hunermend e. Di biçûkaniya wî de bavê jê re stran, çîrok û lorîkên kevin digotin, birayê wî yê ji wî mezintir jî cihê xwe di nava koma Kobanê ya stranan de digirt. ji ber vê yekê ji wê çaxê de bandora xwe li ser hebû. Dema ku xwedê ew da, di lingekî xwe de bi xwezayî seqet (astengdar) bû. Ji biçûkaniya xwe de hezkirina xwe ji muzîk, stran û wênexêzkirinê re hebû. Ji heft saliya xwe de dest bi gotina stranan dike. Her car li pêşber malbata xwe strana Gulistana Perwer a bi navê ''Ey Newroz dikir''. Dema ku milet û civat li hev û du rûdiniştin bangî wî dikirin da ku stranan ji wan re bêje. Her ku ew mezin bû hunera wî jî vê re mezintir dibû.  Ji dema ku dest bi dibistanê dikir ji aliyê mamoste, şagirt û hawirdorê ve hate hezkirin û ji ber wênexêziyê û gotina strana gelek caran xelat wergirtiye. Vê re hêdî hêdî dest bi nivîsandina helbestan jî dike. Helbesta yekemîn ku nivîsandiye ya bi navê ''Xan Sekinî Li Siya Darê'', tevî muzîka wî li ser xebitiye û birayî wî jî di ev stran di kasêta ''Şox û şeng'' de xwend. Ji ber hezkirina wî ya stran, muzîk û helbestê re, pir meraqa wî hebû ku bi birayê xwe re tevlî komê bibe. Lê ji ber ku temenê wî biçûk bû û astengdar bû, wan nedihîşt ku tevlî komê bibe. Dema ew derbasî refa heftan dibe mîhrecanek li ser asta dibistanê çêdibe, hemû şagirtî beşdarî mîhrecanê dibin, ew jî bi stranan beşdarî dibe. Mamosteyekî muzîkê bi navê Xesas hebû li Laziqiyê bû ûd lêdixist jê re digot: ''Ez li Laziqiyê di radyoyekê de li ser beşa muzîkê dixebitim, ez ê rojekê te bixwe re bibim û tu yê tê de stranan bêjî''. Lê ji ber ku ew astengdar bû malbata wî nedihiştî ku bi mamosteyê xwe re biçe.

Ji ber dengê xwe yê xweş hevalên komê deng û stranên wî dicebibînin, ji ber vê yekê ew di sala 1995an de tevlî koma Kobanê dibe û di 21ê adarê de bi yekemîn strana bi navê ''Ey Welat Ez Evîndarê Te Me'' bi gotin û muzîka xwe beşdar dibe. Rast e wî pir hunerê hez dikir bi hemû taqeta xwe xizmet dikir, lê mixabin ji ber ku ew astengdar bû. Ji ber tevlîbûna wî ya gelek caran ji Newroz, mîhrecan, şahî û boneyan û bi naskirina wî ya zêde, tevî temenê wî yê biçûk ew û çend hevalên xwe ji aliyê rêjîma sûrî ve têne girtin. Piştî demekê di zîndanê de dimîne û tê berdan. Di ber karê xwe yê dibistanê ew dîsa bi karê xwe yê hunerî ve mijûl dibe û bîtir li ser muzîk û helbestê dixebite. Ji ber ku ew ji malbateke belengaz bû û ji ber zehmetiyên kirîna alavên xwendinê û her wiha ji ber ku gelek caran jî derdiket şahiyan, lewma ji aliyê rêjîma sûrî pir caran dihate girtin û  nikaribû xwendina xwe temam bikira. Lewma ji refa 9an û şûn ve dev ji xwendina dibistanê berdide.

Ew vê dawiyê bi strana ''Mamostê Min'' ji gotin û muzîka wî pê navdar dibe ku li ser mamoste Osman Dadelî tê gotin, ew bixwe kesayetekî siyasetmedar û li gel tevahiya Kobaniya bi qedr û qîmet e. Bi vê stranê gelek di nava xelkê de navdar dibe û tê hezkirin. Ji ber hezkirina xwe yê welat û miletê xwe, hunera xwe jî dikire xizmeta di ber vî gelî de û vê riyê re ber bi gavên hîn serkeftîtir ve çû û pêl bi pêl bi huner û muzîka xwe re belav bû. Nedixwest bibe hunermendên dawetan û tê de stranan bêje, armanca wî ew bû ku bi stranên xwe yê şoreşgerşî, netewî û folklorî bi riya miletekî re belav bike. Pir hezkirina xwe di warê afrîneriyê de hebû, azweriyên wî tim li ser afirîneryên helbest, stran û ji wêneyan re hebû, çawa ku hunermendên wekî Ehmedê Çep û Reşîd Sofî ber bi astên bilind ve herikî. wî jî dixwest bi wê hêviyê xwe bighîne astên bilind û pê de biherike. Hêviya wî ew bû ku tiştekî çêbike ku tu kesî çênekiribe, lê mixabin ew negihîşte vê armanca xwe. Raste pir tişt çêkirin û lê ne bi asta ku ew dixwaze muhra xwe li dîrokê bixîne.

Di sala 2014an de dîsa albomek bi sê stranan bi komê re beşdar dibe. Ew alboma ku hatî belav kirin bi strana wî ya bi navê ''Derwêşê Min Delal e'' tê naskirin. Strana duduyan jî ya bi navê ''Bûkê'' û ya sisiyan jî ya bi navê '' Rû Esmer e'' belav dibe. di gelek stranan de ji gotinên xwe bi hevalên xwe yên hunermend re bûye alîkar wekî strana ''Serhildan, Lo hevalno min wenda kir''. Her wiha ne tenê bi hevalên xwe yê komê re jî bûye alîkar e, wî gotina stranekê daye hunermenê hêja Zinar Sozdar a binavê ''Were''. Gotina Stranekê jî li ser hunermend Serhed daye stranbêjekî Rojhilatî, gotina stranekê jî daye Zirîfe ku bixwe endamê koma berxwedan e. Her wiha albomek jî Amed Kîbar re çêkiriye ku bixwe ji xelkê Efrînê ye. Û sê stran dane koma Agirî ya bajarê Heleb. Kilîbek jî ji zarokên çand û hunera Baqî Xido re saz kiriye ya bi navê ''Êdî Buhara Me Hat''.

Ew bi stranên ''Xan sekinî li siya darê, Derwêşê min delal e, Bûkê, Were Dilo, Rû Esmere e, Mamostê Min, li ser humermend Serhed, Dînim (Li Xecê û Siyabend), Mem û Zîn, Newroz, Evîna Welat, Koban Taca Rojava ye, Xerîbî û Penaberim''. Her wiha bi gelek helbestên li ser ''Bavê Leyla, Hêvî, Xunav, Dayîka Min, Were Evîn, Dema Ku tu çûyî, Tîrêjên Rojê, Orhanê Min, Pakrewan, Qadî Û Berzan, Seyîd Rûzayî Dêrsimê û Banga Xizanan'' nivîsandine.

Her wiha wî gelek sînariyo û nivîsandina şanoyan nivîsîne, heta 15 sînariyo nivîsandine. Û derhêneriya kilîban kiriye. wê dawiyê jî derhêneriya kilîba bi navê ''Zînê'' kiriye.

Xwesteka wî her tim ew e ku çi kesên ku ji huner, çand, muzîk û folklora xwe hez dikin, bila qedir û qîmetê pê din û pê serbilind bin. Dema ku hunermend sax be, diyarî wî tenê gulek be jî bes e. Lê dema ku ew mir ku gurzên gulan li ser deynin jî tu sûda xwe tune ye. Pir hunemend piştî ku çûn ser dilovaniya xwe navdar bûn. Ma ku piştî ku ew hunermend mir û qedir û qîmet bi çavên xwe nedît çi sûda xwe heye.

Ew ruxmî xizanî, astengdarî û perîşaniya malbatî kariye hindikek be jî ji bo hunera Kurdî xizmetek baş bike tevî derfetên pir kêm û tunebûnê têkoşîneke bêhemba û bi berdêlên pir giran di nav qerebalixa hunermendan de veşartî ma.    

 

Çavkanî: Hevpeyvîna bi hunermed Tîmav Kobanî re

KURDŞOP
147 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!