Mihemed Ewraz; Çiyagerê Kurd yê herî navdar

Şino Resûlî

 

Di sala 1969an de li bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê zarokek ji dê û bavên Kurd û Tirk ji dayîk dibe ku paşê dibe qehremanê cîhanê. Navê wî qehremanê netewa Kurd “Mihemed Ewraz” e. Ew di asta Îranê de piştî “Human Aprîn û Celal Qesabanî” sêyemîn kes e ku hilkişiyaye ser çiyayê “Êvêrêst”ê.

Şiyana Mihemed Ewraz di asta cîhanê de bêmînak bûye; Ji ber ku di dema çiyagerî de li bilindahiya 8 hezar metreyî bêyî ku kapsûla oksîjenê bi kar bîne hilkişiyaye ser çiyayan.

Dema ku ew ji dayik dibe, bavê wî di girtîgeha Felekûleflakê ya Xuremavaya parêzgeha Loristanê de girtî bûye. Bavê wî ji ber çalakiyên siyasî dikeve girtîgehê. Mihemed Ewraz her ji zarokatiyê ve ji ber ku bavê wî di girtîgehê de bû rastî gelek pirsgirêkan tê û piştre ew digel malbata xwe ji bo bajarê Kaşmera parêzgeha Xorasanê têne dûrxistin. Ew digel malbata xwe sê salan dûrî bajarê xwe dijîn û paşê ew sê sal dûrxistine vedigerine Nexedeyê.

Li sala 1976an du sal beriya şoreşa Îranê dest bi xwendinê kiriye û xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîse li bajarê Nexedeyê bi dawî aniye û dîploma zanistên aborî û civakî wergirtiye. Di sala 1994an de li zanîngeha Urmiyê di beşa werzişê de dest bi xwendinê kiriye.

Mihemed Ewraz beriya wê ku biçe zanîngehê, di komên çiyageriyê yên Qendîl û Samrendê yên Nexedeyê de karê çiyagerî dike; Lê di sala 1994an de bi awayekî fermî Navenda Çiyagerî ya Nexedê hate avakirin. Paşê ji ber ku di çiyagerî de  pir jêhatî bû, digel tîma çiyagerên Îranê, hilkişiya ser çiyayên Gaşirbiroma 2 û Rakapûşî li wealtê Pakistanê û êdî ew serkeftine bû sedema wê ku Mihemed Ewraz şanaziyên dinê bo netewa xwe tomar bike.

Çar sal piştî wê serketina Mihemed Ewraz bi ser ew du çiyayên Pakistanê de; Di encamê de li sala 1998an tevî sê çiyagerên din ên Îranî karîn hilkişine ser lûtkeya herî bilind a cîhanê wate Êvêrêstê ku ew yeka jî xaleke werçerxan bû di jiyana wî de.

Dema ku Mihemed Ewraz wê şanaziyê tomar dike, ew ciwanek nûpêgihîştî bû. Lê çarenivîsa wî bi awayekî dinê hatibû nivîsandin. Di sala 2003an de dema ku tenê 34 salî dibe, tevî tîmeke çiyagerî “Muqbîl Hunerpejû” ku xelkê Bokanê bû; . dixwazin hilkişine ser çiyayê “Gaşirbiroma 1”. Lê ew tîme dikeve bin reniya befrê û di wê bûyerê de Mihemed Ewraz bi giranî birîndar dibe û piştî 20 rojan li nexweşxaneya Şafa ya Îslamabad a Pakistanê jiyana xwe ji dest dide û bû hertimî navê wî di dîrokê de ma. Li gor wesiyeta wî li çiyayê Sultan Yaqûb ê Nexedê hate biaxspartin.

Wefata Mihemed Ewraz nehêşt ku ew zêdetir ji bo netewa xwe şanaziyan tomar bike. Ew di heyama temenê xwe yê kêm de hilkişiya ser çendîn çiyayên bilind ên cîhanê û di warên cuda yên çiyageriyê de karî birwanameyê wergire.

Koça dawî ya wî çiyagerê navdar ê Kurd bûye çavkaniya îlhamê ji bo ciwanên Kurd û di nava xelkê Kurd de hesteke girêdayîbûnê çê kiriye. Wî gotibû ku ew li çiyayê Qendîlê yê Kurdistanê perwerde bûye, lewma kariye hilkişe ser “Êvêrêst”ê. Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê cihekî giştî bi navê wî çiyagerê Kurd heye. Niha di nav netewa Kurd de wek şanaziyek netewî tê dîtin û Kurd wek mînakek ji bo xwenasandin bi cîhanê re îşareyê bi navê wî dikin.

KURDŞOP
92 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!