Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Bîjîşkekî Kurd ku rûniştiyê welatê Swêdê ye, li warê çêkirina dilê çêkirî de dahênanek mezin encam daye. Dr. Azad Necar ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye, bo yekem car dileke dest çêkirî afirandiye ku bûye cihê balkişandin û bihadana dewleta Swêdê û xelkê wî welatî û her weha piraniya navendên zanistî û bîjîşkî. Dr. Azad kariye 13 dilên çêkirî berhem bîne û ev yeka jî di navçê de bûye berhem anînaneke mezin û bi bandor û herwisa sebebek bûye bo balkişandina wî Doxtorê Kurd û dahênana wî.

Hev dem Dr. Azad xwediyê hizra çêkirina amûra Nazorê ye jî, ku naha ev amûra han di piraniya welatên Ewrupayê de tê bikar anîn û ev dahênana han ku di çêkirina dil de encama xwe derxistiye holê û wisa kiriye ku xelkê Swêdê û mirovahî çavnhêr in ku di vê dahênan û pirojeya mezin de ku pêşxistinek mezin e di warê bîjîşkî û çaserkirina piraniya nexweşiyên dil de û şoreşeke bo dilên li kar ketî ku hêviyekê bo jiyanê tîne gorê. Êdî sistbûna dil nikare jiyana van hemû mirovên cîhanê ji nav bibe.

Di şirovekê de, Dr. Azad Necar agahiyên derbarê kar û pirojeyên warê çêkirina dilê dest çêkirî de eşkere dike û dibêje: Heya naha 13 dilên dest çêkirî afirandine û ev projeya han jî berdewam e di berfirehî danê de û ji bo vê mibestê jî her di heyama rojên derbasbûyî de, Serokwezîrê Swêdê û hejmarek li wezîrên dewletê, serdana wî kirin e.

Dr. Azad Necar derbarê malbata xwe de jî got: Ez di malbateke Kurdperwer de mezin bûme û bavê min kesayetiyekî siyasî bûye û xebitiye û bi berdewamî ez teşwîq kirim e da ku ziman û çanda neteweya xwe biparêzim.

Her weha diyar kir ku: Navê bavê wî Îbrahîm Necar e û naha 93 sal temenê wî ye. Bilî vê yekê heyamekê parêzer bûye, Doxtoraya zimanê Kurd heye û heya naha li ser ziman 7 pirtûk nivîsiye.

Mînakek ji dil dest çêkirî

Dr. Azad Necar pisporiya (Urology) heye û xwediyê projeya çêkirina dilê dest çêkirî ye. Di egera berfirehî danê de, di cîhanê de jiyana bi dehan mirovî ji mirinê rizgar dike û hêviya jiyanê ji van re wedigere. Pêştir wî bîjîşkê Kurd ev dilê dest çêkirî li ser dehan canliberan ceribandiye û serkeftî bûye û heya naha dijîn, naha jî pirojeya wî di qonaxa dawî û temam bûnê de ye û bo yekem car ev dilê dest çêkirî yê afirandiye li ser bedena mirovan ceribandiye.

Dr. Azad Necar wekî dahênerekî Kurd û Swêdî tê naskirin û ev heyama zêdetir ji 16 salan e ku li ser projeyê dixebite. Û dewleta Swêdê û çendîn kompanî piştevanî ji vê pirojeya wî dikin û Dewleta Swêdê jî şanaziyê bi vî bîjîşkê Kurd dike û bendewarî heye ku ev bîjîşk û dahênerê Kurd yê Swêdê, yek ji berbijêrên bihêz yên xelata Nobel a sala bê be.

Xewnên Necar bi dilê dest çêkirî bidawî nabin.

Ev dixwaze derbarê karkirin û fîzyolojiya dilê sirûştî de agahiyên zêdetir bidest bixe ji bo vê ku şêwazek cuda û bi dilê dest çêkirî yê guncaw alîkariyê bide bi nexweşan.

Wî îşare bi vê yekê jî kiriye ku, bikaranîna dilê dest çêkirî wekî amûrekê ye, bo vê ku vê yekê fêm bikin ku di heqîqetê de dilê sirûştî yê me çawan têkoşîn dike û projeya berdewam a me tişteke pir başe û ji projeya dilê dest çêkirî menzintir e. û her weha buhayeke zêdetir bo projeya dilê dest çêkirî yê me zêde dike. Egera vê yekê heye ku şoreşek di tendrustiya mirov de encam bidin piştî bidawîbûna vê û piştî bidestxistina encamek baş. Wisa li me bike ku fêmkirinek cuda li çawaniya têkoşîna dil de bibînin. Û cuda be ji vê fêmkirina ku zana gihîştinê.

 

 

KURDŞOP
657 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!