Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Kurdshop – Li gor lêkolînên zanistî yên dawiyê, di xorakên ajalî de hin xurekekî bi navê ‘’Taurin’’ heye ku li ser mişkan hin ezmûnên pêkanîn de temenê wan mişkan sedî 10 heta 12 dirêj kiriye.

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin. Yek ji wan madeyan jî ku amino asîdekî di goşt û goştê masiyan û di bedena mirov bixwe de jî ku heye ‘’Taurîn’’ e.

Li gor nûçeya ku Haberglobal de cîh girtiye; Ev xureke ku tenê di xorakên ajalî de heye û piştî ji dayîkbûna mirov û şûnde her diçe di bedena mirov de kêm dibe. Ango dema ku kesek dibe 60 salî rêjeya taurîn a di bedena wî de heye li gor pitikekî nû ji dayîk bûyî, ew rêje ji sêyan yek tenê ye. Li gor hin xebat û lêkolînên ku hatine kirin, ew made (taurin) çend di bedena mirov de zêde be, ewqas dê sîstema berevaniya bedena mirov bihêz û baş kar dike. Herwaha eger di kesekî de rêjeya taurîn kêm jî be dê nexwaşiyên wek ‘’Osteoporz’’ ango helandina hestiyan û heta korbûn û gelek nexwaşiyên din dê pêş bikevin.

Li gor lêkolîna nû hatiye kirin sûdeke din a madeya taurîn hate kifş kirin. Li zanîngeha New York a Amerîkayê lêkolînên li ser ajal û sewalan hatin kirin de, aşkera bû ku taurîn temenê wan sewalan dirêj dike. Lêkolînvanan di wan ezmûn û ceribandinên pêkanîn de 14 mişk bikaranîn. Temenê mişkên ku li gel temenê mirov ê 45 salî hemwextbe hatin bikaranîn. Beşek ji wan mişkan re her roj hebên taurin hate dayîn. Hat dîtin ku ew mişkên ku heb û teqwiyeya taurin wergirtine, mişkên nêr sedî 10, mişkên mê jî sedî 12 temenê wan dirêj bû. Ji aliyê zanistan ve ew sedî 10 û 12 dirêjbûna temenê wan mişkan wek 7 heta 8 sal dirêjbûna temenê mirov hate hesibandin. Sûdên madeya taurîn ne tene dirêjkirina temene, herwaha wekî ku di mişkan de hatî dîtin, hestiyên wan gelek bihêztir bûn, masûlkeyên wan gelek bihêztir bûn û ji aliyê derûnî ve asta wan gelek bihêztir bûye. Herwaha derbarê diyabet ango şekirê de jî berevaniya însulîna bedena wan bihêztir bûye.

Yek ji lêkolînvanan Dr. Vijay Yadav vê derbarê de ragehand: ‘’Me her aliyekî de kontrol kirin û her ku me lêkolîn kirin me dît ew mişkên ku hebên taurin ji wan re hatiye dayîn her aliyekî de bi tendurist û bihêz û pir ciwan ango genc dimînin. Bedena wan kîlo û kêşa wan kêm dibe, lê hestiyê wan gelek bihêztir dibe, herwaha sîstema berevaniya bedena wan û heş û mêjiyê wan gelek bihêztir bû.’’

Lê ji aliyê din ve lêkolînvan dibêjin çawa ku madeya taurin li ser sewal û ajalan bikêrtê û pir bi sûd xuya dike, li ser mirovan dê çend bi bandor bibe, em carê bi zelalî û hemû hûrgiliyan ve nizanin. Ji bo ku em bigehin wê encamê divê gelek ceribandinên din em bikin. Û dîsa Dr. Vijay Yadav dibêje: Berî ku em pêşneyar bikin teqwiye û hebên Taurin êdî dikare ji bo mirovan jî bê bikaranîn, pêwîste em bi temamî bigehin wê encamê ku ji bo mirov jî dê bikêr bê. Ji bo wê jî pêwîstiya me bi lêkolînan heye û ev lêkolîn dibe ku 3 heta 4 salên din jî berdewam bikin. Lê tiştên ku derketin gelek hêviyekî mezin dide.

Yadav got: ‘’Berî ku êdî em pêşneyar bikin ji mirovan re biçin li marketan taurin bikirin, divê em rawestin heta hemû ceribandin û ezmûnên pêwîst temam bibin.’

KURDŞOP
682 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!