Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Carinan em nerazî ne ku di salên xwe yên xwendinê de wekî dersxwan an jî wekî xwendekarên zanîngehê, tevî gelek dersên ziman û derçûna wan jî, lê hîn jî em li ser asta ziman gefan naxwin. Dibe ku piraniya me di pirtûkxaneya xwe de gelek pirtûkên fêrbûna ziman hebin ku me qet li wan nenihêriye an jî her du-sê rûpel ji van xwendine. Werin em li fêrbûna ziman, nêzîkatiyên fêrbûnê û sedemên serkeftin an sernekevtinên di vî warî de binêrin.

Ya yekem: Hînbûn an zanîna zimanekî tê çi wateyê?

Divê em zanibin ku zanîna ziman xwedî gelek astan e û jêhatîbûna ziman ne tiştek e ku tenê bi pîvanekê were nirxandin. Di zimanê me yê zikmakî de mirovên ku hevîrê ziman xweştir mizdidin û rindtir bi stranan bi peyvan re dilîzin hene û ev yeka jî wateya piledarbûna asta zanîna ziman e û nîşan dide ku mirovê ku li warek û li bestênekê de mamostayê ziman e, renge di bestêneke din de li ser ziman de neşkê.

Dema ku em zimanekî din hîn dibin, divê em pêşî armancên xwe diyar bikin û van pirsan ji xwe bikin: 1. Çima ez dixwazim wî zimanî hîn bibim? 2. Ji bo min beşa ziman a herî baş û herî bi kar anîn çi ye? 3. Rêya herî hêsan ku ez hîn bibim çi ye?

1. Çima ez dixwazim wî zimanî hîn bibim?

Dibe ku hin bersiv ev bin: Ez diçim welatekî ku bi wî zimanî dipeyive; Ez hez dikim fîlmên bi wî zimanî temaşe bikim û fêm bikim; Pêdiviya min bi çavkaniyên nivîskî yên bi wî zimanî heye; Fêrbûna zimanan û zanîna bêhtir zimanan kêfxweş e û şiyan û baweriya min zêde dike; Divê ez wî zimanî û bêhtir zimanan bizanibim da ku karekî baş bibînim.

2 .Ji bo min beşa ziman a herî baş û herî bi kar anîn çi ye?

Dibe ku hin bersiv ev bin: Divê ez bikaribim baş biaxivim; Dema ku ez dibihîsim divê ez bi tevahî fêm bikim; Dema ku ez di rêwîtiyê de me hewce dikim ku ez bikaribim bi bê wergêr hewcedariyên xwe bi cih bînim; Divê ez kovar û rojnameyan bixwînim; Divê ez bikaribim bi wî zimanî biaxivim û binivîsim.

3. Rêya herî hêsan ku ez fêr bibim çi ye?

Dibe ku hin bersiv ev bin: Divê ez biçim welatê mebest û zimanê wan di nav gel de hîn bibim; Divê ez qeyda kursa ziman bikim; Divê ez hevalekî bibînim ku ji welatê mebestê ye an wî zimanî dizane; Divê ez li zanîngehê bi awayekî akademîk ziman bixwînim; Ez ji xwe re çend pirtûkan dikirim û rêzimana ziman fêr dibim; Bi şev û roj li fîlman temaşe dikim û li muzîkê guhdarî dikim.

Ya duyemîn, di fêrbûna ziman de xeletiyên bav

Ne diyarkirina armanca fêrbûna zimanekî: Ger hûn nizanin ka hûn dixwazin zimanekî fêr bibin û kîjan beşa ziman herî zêde hewcedarî û xwestekên we pêk tîne, dem, drav û şiyana we dê ji ber hewildanan bi heder biçin û dibe ku hûn dilsar bibin û ji ber vê yekê ye ku hewceye bi rindî armancên xwe diyar bikin heta bi hewlên xwe bigihîjin bi armancan.  

Mirovê ku tenê di dema rêwîtiyê de bi pêwendiya zimanî ya hêsan û çend axaftinên sade hewcedariyên xwe yên bingehîn pêk bîne, ne neçar e ku xema rêzimaniyê bike û ne jî ji xeletiyên rêzimanî û axaftinê bitirse.

Di destpêkê de bi lez û bez bûn û xwe zêde mandîkirinê: Fêrbûna zimanek belkî baştirîn selmandina vê esasa bingehîn be ku hewildana hindik û domdar ji girêdana xwe di odeyekî de û terxankirina hemî dema xwe ji bo demek kurt çêtir e, wate kûsel hêdî û bêhnvedaneke demdirêj e li kêwrûşka bi lez a ku nêçîrvan di rojekê de ku razaye nêçîr dike. Pêdivî ye ku hûn bernameyek hêsan lê domdar bişopînin ji ber ku gihîştina barên pir giran zehmet e.

Westandina ji bo fêrbûna zimanekî: Ev tê wê wateyê ku ger hînbûna zimanekî wekî karekî dijwar xuya bike, dibe ku hûn qet wiya nekin an jî zû bêzar bibin. Çare çî ye? Ev mijar û çalakiyên ziman ku hûn jê hez dikin peyda bikin. Ew dibe ku esasa herî girîng a fêrbûna ziman be.

Tirsa ji xelet kirinê: Tirs li pêşiya hînbûna axaftin û nivîsandina her zimanî astenga herî mezin e. Divê em zanibin ku em hînxwaz divê bi xeletiyan re fêrî zimanê xwe bibin. Çawa ku zarokê ku lingên xwe hilde bi dehan caran dikeve û radibe an jî hînî axaftinê dibe bi dehan xeletiyan ku em difikirin pir şîrîn û xweş in. Ji bo mirovên ku bi wî zimanî dipeyivin ew pir normal û pir caran dibe çavkaniya kenê dostane. Ji ber vê yekê eger hûn dixwazin hîn bibin, dest bi xeletiyan bikin, ne ku  rast nivîsin û rast axaftinê.

KURDŞOP
836 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!