Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Şadî

Kurdshop - Navenda Hilberîna otomobîlan ya Amerîkî Alef ragehand ku wesayîta wê ya Model A, ku hem li bejahî hem jî li hewa wê bikaribe bifire, ji aliyê Rêveberiya Hewayî ya Federal a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re hatiye pejirandin.

Navenda hilberîna otomobîlan a Amerîkî Alef ragehand ku wan ji bo wesayîta bi navê model A ku hem bejahî hem jî hewa ve dê bikaribe hereket bike ji Rêveberiya Hewayî ya Federal a Amerîkayê (FAA) destûr wegirtiye.

Kompanya Alef Aeronautîcs ku navenda wê li Calîfornia ye, diyar kir ku wesayîta wê ya model A  ya bi temamî elektrîkî û xwedî 2 kursiyan dikare pêşî li bûyerên hatûçûnê bigre.

Li gorî nûçeya NTV'yê hat ragehandin; Şîrketê ragihand ku bi wergirtina Belgeya Hewayî ya Taybet a sînorkirî ya FAAyê testa Model A jî bi serkeftî temam bûye.

Alef Li gel van, ji sala 2019’an û vir de tevahî cureyên Model A ên serekî ve diceribîne û vê nûçe ji bo wesayîtên ku difirin weke gaveke mezin dinirxîne.

CEO an jî rêveberê  Alef'ê Jîm Dukhovny diyar kir ku Model A bi temamî elektrîk e û dikare li rêyên giştî rêwîtiyê bike û diyar kir ku wesayîta bi kapasîteya rabûn û daketinê ya bi rasterast ber bi jor ve bikare rabe hatiye çêkirin.

Lê belê Dukhovny anî ziman ku belgeya taybet a ku wan wergirtiye hîn bi sînordare û diyar dike ku cihên ku ev wesayît bikaribe lê bifire hatine diyar kirin.

Alef ragihand, modela A bi 298 hezar 520 dolarî  ji bo firotinê tê pêşkêş kirin û diyar kir ku teslîmat wê di sala 2025'an de dest pê bike.

KURDŞOP
723 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!