Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Şadî

Kurdshop – Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir.

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku li gundê Heleyîsê ya Geverê jiyan dike, bi xurdeyên ku hatibûn avêtin û amûrên destên duyê li mala xwe kom û berhev kir.

Ozaras ku ji aliyekîve şivantiyê dike, li aliyê din ve jî  ji bo çêkirina wesayîta benzînî ya ku xeyala wî bû, xurde berhev kirin û dest bi kar kir.

Ciwanê ku herkesî henekê xwe pê kir û gotin ew nikare vî karî pêk bîne, di encama xebata xwe ya 3 mehan de  wesayît çêkir û piştre jî li wesayîta xwe siwar bû û li gundê xwe tûra ceribandinê avêt.

Ozaras diyar kir ku wesayît xwedî şiyan û karîneke gelek baş ya ku dikare ber bi pêş û paş ve biçe ye û got: ‘’Di zarokatiya min de jî ev jêhatibûn di min de hebû lê ji bo pêşve birina vî karî pêwîstî bi sermayê hebû. Ji ber ku sermaya min tine bû, min nedikarî ti tiştekî bikim. Herî davî min biryara pêk anîna vî karî da. Destpêkê herkesî digotin tu nikarî çêkî lê ez ji xwe bawerbûm û min çêkir jî. Ez sipasiya bavê xwe dikim ku di vê mijarê de ji min re bû alikar û piştevaniya min kir’’.

Ozaras da xuyakirin ku wesayit dikare di yek demjimêrî de 50 kîlometre lezê bike û got, "Ji zarokatiyê ve bala min li ser van xebatan bû. Mijarek bû ku hertim bala min li ser bû. Hindek kesan herçend dihatin didîtin jî lê dîsa jî digotin tu nikarî. Min ji aliyekî ve şivantî dikir û di demên xwe yên vala de jî dest bi çêkirina wesayîtê dikir. Derfet hebûya min dê tiştên baştir jî çêbikira. Lêhûrbûnên min yên pir cuda hene û ji bo pêkanîna van ezê paşve gavan neavêjim. Lê belê ji ber ku sermayeya min tineye ez jî vê gavê van tiştan çêdikim û ez li benda piştgîriya saziyên pêwendîdarim. Eger derfet ji min re bê dayîn, ez ê sêwirandinên xweşiktir û baştir çêkim."

KURDŞOP
821 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!