Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Şadî

Kurdshop – Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike.

Girêdayî bikar anîna berdewam a kompûterê, gilî û gazinên taybetî serêşî, westandina çav, kirîza mîgrenê zêde dibin.

Bi pêşketina teknolojiyê re, kompûtera ku di her warî de ketiye nava jiyana me, di bikaranîna demdirêj de dibe sedema pirsgirêkên girîng.

Endamê Desteya Tenduristiya Lazer Optîk Fahrettîn Keleş hîleyên ji bo parastina tenduristiya çav, bi taybetî ji bo mirovên li ser maseyê dixebitin, vegot.

Keleş diyar kir ku ji bo parastina tenduristiya çav divê herî kêm 60 cm ji ekrana kompûterê dûr be û got, "Mirovên ku her tim li ser kompûterê dixebitin divê ji 2 demjimêran zêdetir li ekrana kompûterê nenêrin û dem bi dem çavên xwe bi awayê din û li cîhên û tiştên din binihêrin. Divê çav berdewam bên vekirin û girtin û zihabûn an jî avdana zêde bi nermkirina rûyê çavan dikare kêm bibe. Di heman demê de egzersîzên çavan, bêyî ku stûyê xwe bizivirînin divê bi dîtina çep bo rast, jêr bo jor  were kirin. Ev jî di heman demê de wê bihêle ku westandina çavên wan bê derbas kirin.

Herwaha Keleş ragehand, kesên ji bo xwe nîşanî bijîşkan bidin jî divê rojê çend demjimêran û li ber kompûterê kar dikin ji bijîşk re bibêjin. Ji bo ku bikarin encamên baş ji çûna bijîşk û çareseriyan wergirin, divê derbarê karê ku dikin de jî agahî bidin bijîşk. Li cîhekî eger ronahiyên zêde lê hebin, ew yek çav nerihet dike, ji ber wê jî divê cîhê kar lê tê kirin ronahî kêm be. Ew kesên ku berdewam li pêş şaşeya kompûterê ne divê sale 2 caran çavên xwe nîşanî bijîşkên pispor bidin û berçavkên li hember ronahiya şîn çav diparêzin helbijêrin. Eger di wan xalan de hişyarî çênebe dê westandin du beramber be, krîzên serêşa mîgrenê, serêşî, westandina çav û şilbûna çav dê bê jiyan kirin. Heman demê de divê helbijartina berçavkê jî li gor rûyê kes bixwe be. Ango anatomiya rû çawa be divê berçav li gel anatomiya rû bigunce û ziyanê nede cild û ji amûrên baş hatibe çêkirin. Herwaha di helbijartina berçavkan de jî divê ji kesên profesyonel alîkarî bê wergirtin.

KURDŞOP
762 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!