Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şadî

Kurdshop – Mirovên pispor robota yekem a Cîhanê ku nefes digere, diricife û xwîdan dide xuliqandin.

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Zanyarên pispor ragehandin ku wan robota yekem a ku nefes digre, dilerize û xwîdan dide, ji bo ku ahenga astên germahiyê yên cihêreng bi dest bixin, xuliqandine.

Robota ku wek ‘’ANDI’’ hatiye bi nav kirin, li hember germê hişyar wek ‘’mankenekî termal ango germî’’ û wek microvan dikare xwîdan bide û di bedena wê robotê de jî wek çawa çermê bedena mirov kun kuniye, ew jî bi heman awayî hatiye çêkirin û cuda cuda jî xwedî 35 parçe rûyên çermî yên cuda yên tên kontrol kirin e.

Tê hêvîkirin, robotê ku ji aliyê kompanyayekî Amerîkî ve hatî sêwirandin-plankirin, û herwiha ji aliyê lêkolînerên Zanîngeha Eyaleta Arîzona ve jî tê bikaranîn, wê bibe alîkar ku bandorên germahiyên dijwar li ser bedena mirovan bi awayekî hîn baştir were fêm kirin.

Lêkolînerê sereke yê projeya lêkolînê ya ASU, Konrad Rykaczewskî ragehand, ANDI xwîndan dide, germahiyê dixuliqîne, diricife, dimeşe û nefes digre.

Rykaczewskî got,’’ Gelek tiştên ku ji bo germahiya dijwar bêne çêkirin hene, lê gelek tiştên ku kêmin jî hene.  Em hewildidin ku têgiheştineke pir baş pêş bixin ku wê germa çawa bandorê li bedena mirov bike. Bi vî rengî ew rewşe, plan û sewirandin û çawaniyê dê bixulqîne’’.

Bandorên radyasyonên rojê wê werin pîvandin

Beşek ji 10 robotên ku ji aliyê lêkolîneran ve hatine hilbirîn, vê gavê ji aliyê şirketên cil û bergan ve ji bo ceribandina cil û bergan tên bikaranîn. Lê ANDI di hewaya vekirî de jî yekem robota bi mînake ku dikare were bikaranîn.

Bi vê ceribandinê ve, pêştir di germayiyên zêde de ew ceribandinên ku ne pêkanbûn û naha derfet heye ku bandorên radyasyonên rojê yên li ser zindiyan jî bê pîvandin.  

Radyastona rojê çiye?

Radyasyona rojê ji bo destnîşankirina rêjeya germayê ya ku ji rojê tê ser rûyê erdê, guherbareke girîng a meteorolojîke.

Ev guhêrbara ku dikare rûyê erdê û tiştan germ bike, di girtina guherîna avhewa û gazên serayê de bi bandore.

Herweha tê zanîn ku radyasyona tîrêjên rojê ji bo nirxandina xebatên di tekoşîna li dijî guherîna avhewayê de têne kirin, pir girînge.

KURDŞOP
683 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!