Zirêbar mezintirîn kaniya şîrîn ya cîhanê

Pêşewa Kurdistanî

 

Li du kîlometriya bakurê rojavayê bajarê Merîwanê û li ser sîngê deşteke hêşîn û pir bi bereket, golek piçûk a hertimî heye ku ev beşa Kurdistanê xemilandiye. Xelkê Merîwanê bi salan e bi vê golê re dibêjin: “Zirêbar”. Di ferhenga “Xal” de ji bo wateya Zirêbar nivîsîye: “Zirêbar” bi erdekê re dibêjin ku rû çûbe û bûbe bi gol. Ev danînaberhev a ku di zaraveyên zevînasî de jê re dibêjin “Girabin”. Lêkolerên wî warî hemûyan di lêkolînên xwe de derbarê “Zirêbar” û deşta Merîwanê behsa rûçûna zevî li vê navçeyê di dehan hezar sal beriya niha de dikin. Lêkolerên zanistî dibêjin: “Zirêbar” ji ber rûçûna zevî hatiye afirandin ku hemû bi “Girabin” navê wê tînin û pêka pisporan, dîroka çêbûna vê golê vedigere bo qonaxên duyem ên zevînasî û bi “mezintirîn kaniya ava şêrîn ya cîhanê” dizanin.

Şûna hilkeftina vê golê 1285 metre ji asta deryayê bilind e, di navbera hêlên 32/35 paniya erdnîgarî û 48/8 dirêjahiya rdnîgarî de hilkeftî ye û ji cureya golên “teknonîkî” ya zevî ye. Qasa Zirêbarê ji ber guherîna avûhewayê di salên pir baran û kêm baran de cuda ye û zû zû di guherinkariyê de ye. Di demsala pir baranî de rûberek 20 kîlometre çargoşe li xwe digire û di demsala hişksaliyê de rûbera wê bo 6 heta 7 kîlometreya çargoşe kêm dibe.

Kûrahiya Zirêbarê li gor salên behskirî di diguherinkariyê de ye, lê bi şêweyê navîn pênc metre kûr e û bi şêweyek giştî firehiya vê golê di navbera 800 û 900 donim de diguhere. Ava Zirêbarê ji dehan kaniyên binê avê derdikeve (Melikî, 1396 a Rojî: 130). Di van salên dawî de ji ber hişkesalî û nebarîna baranê, ava Zirêbarê kêm bûye û ji bo ku nehêlin Zirêbar neyê hişkbûn, beşek ji ava çemê mezin ango çemê Bêlû xistine ser ava Zirêbarê.

Hêjayî gotinê ye ku berê çemek ji ava Zirêbarê vediqetiya û ji deşta Merîwanê diçû çemê Sîrwanê, lê di sala 1957ê Rojî de, li ber vê çemê bendavek çê kirin û Zirêbar kirin bi bendav û pêka gotina piraniya karnasên warê jîngehê, girêdana vê bendavê kareke şaş bûye û bandoreke xirab li ser av û jîngeha Zirêbarê daniye. Di nav ava Zirêbarê de çendîn cureyên masiyan heye û herwisa mêrg û qobiyên derdora Zirêbarê bûne cihê jîngeheke guncaw ji bo sedan cureyên baldar û ajalan, û her ji qaz, quring, wurdek û miraviyan ve bigire heta beraz û seyê avê li derdora vê golê dijîn.

Çend sal e ku pêlên nasik ên gola Zirêbarê biskê aloz ê mêrgên deşta Merîwanê dihewînin. Bayê hênik ê Zirêbarê bi bedewiya dîmenên xwe yên rengîn, dilê her rêwîngek westayî direvîne û bi rûyê xwe yê şil û pak, bi bêhnxweş û tama xwe ya hestiyar evîndar dike. Dîmenên xweş û bêhempa yên gola Zirêbarê ku mezintirîn kaniya xwezayî ya cîhanê ye, salên dirêj e bala geştyaran kişandiye bo aliyê xwe û her sal bi hezaran geştyar ji çar aliyên Kurdistan, Îran û cîhanê ve serdana Merîwan û Zirêbarê dikin.

Peyva Zirêbar navek e ku ji aliyê rûniştiyên deşta Merîwanê ve bi vê diyardeya sirûştî re hatiye gotin. Zirêbar navê vê golê ye û wate Zirêbar “Şûnnav” e, lewam pêwîst e em li vir “Şûnnav” an jî navê wê yê erdnîgarî bikin ku beşek girîng a kelepûra çanda ya xelkê tê hesibandin û bi “dîroka zindî” nav û bang bûye (Xîrandîş, 1382 a Rojî: 3-4).

“Şûnnav” ji peyva Îngilsîzî ya (Toponym) hatiye wergirtin ku di bingeh de Yûnanî ye, û ji du beşên (Topo) wate “şûn û cih” û (noma) bi wateya “nav” pêk hatiye (Ferhenga Oxford, 2004). Navên cihan li jêr bandora çendîn sedemên cur bi cur de  ji aliyê xelkê nîştecihê wê navçeyê ve bi wê navçeya erdnîgarî yan şûna sirûştî re tê gotin ku tê de dijîn. Bo peydakirina rastirîn û bê şaşîtirîn navê “şûnnav”ê pêwîst e destpêkê bê zanîn ku xelkê nîştecih yan derdora wê derê çi jê re dibêjin. Paşê çavkaniyên çapkirî û tomarkirî binêrin. Her wek em dizanin hem xelkê deşta Merîwanê û bajar û gundên wê ji mêj ve ji vê diyardeya xwezayî re gotine “Zirêbar” û hem jî di pirtûk û çavkaniyên kevnar de, ji vê diyardeyê re her “Zirêbar” gotine. Xudê peyva Zirêbar ku peyvek hevdudanî ye û ji du beşên “Zirê = bar” pêk hatiye. Beşek yekam a vê peyvê wate “Zirê” di hemû ferhengên Kurdî de tê bi wateya zeriya û deriya. Tevî vê yekê jî di zimanên kevnar ên Îranî de, bi taybetî di zimanê Pehlewî de, “Zirê” her bi heman awayê navê peyva “Zirêbar” bi wateya deriya hatiye. Beşa duyem a vê peyvê wate “bar”, dikare ji paşgirên kevin be ku di zimanê Kurdî de wateyên cur bi cur heye, wek: “Qirax û teniş” di peyva “rûbar” de ku dibe qiraxa çem yan bi wateya (wek) ku her di vê peyvê de wate wek “çem” û herwisa wateya “teşk, şikl û şêwe” dide û di peyva “nabar" de tê wateya (bed şikil û bed teşk) û di peywa “lebar” de tê wateya “şêwe ciwan”. Ferhenga “Emîd”a Farsî jî derbarê paşgira “bar” dinivîse: “Bar: (Pehlewî-bār) yek ji paşgiran e ku di dawiya hin peyvan de tê, bi wateya “rox û qirax û cihê bi daristan” ji peyvê “coybar, deryabar, rûdbar, zeng û barda”. (Ferhanga Emîd.J1.E292 ). Ku wisa ye li gorî tiştên ku hatine behskirin, peyva hevedudanî ya “Zirêbar” tê wateya “şiklê derya” yan jî “wek deryayek”.

Dîmenên efsûnî yên Zirêbarê hertim xelkê Merîwanê rastî matmayî û ecêbgirtî aniye û çawaniya çêbûna wê golê bûye metelok û hertimî hiş bi xwe re mijûl kiriye, lewama ji dîtingeha girseya xelkê ve derbarê çêbûna Zirêbarê efsaneyek çê kirine ku bi kurdî wiha ye: “Efsaneya Derwêş”, efsaneya pêşînan e ku derbarê Zirêbarê di Merîwanê de heye. Pêşîniyan bi wê efsaneyê re, çîroka çawahiya avabûna Zirêbarê ji me re vedibêjin. Ev efsane behsa bajarekî dike ku ji ber zilma padîşahekî rû çûye û di bin ava Zirêbarê ketiye. Navê padişahê zalim ê bajêr Feyleqûs bûye, ku ji ber duayên derwêşekî, ew bi xwe û bajarê wî binav dibin. Niha jî gorek li bilindahiya aliyê bakur-rojhilatê Zirêbarê heye ku dibêjin gora wî derwêşî ye ku dua kiriye.

Gora derwêş

Çavkanî:

-Melikî, Hisam (1396 a Rojî) Cuxrafiyayê Merwîwan, Merîwan, Weşanxaneya Evîn.

Xeyrendîş, Ebdul Resûl (1380 a Rojî) Sûretşinasiyê Tarîxhay Mehelî, pirtûka Mah û Tarîzx û Cuxrafiya, sala pênce, hejmar 46 û 47. Murdad û Şehrîwer: 41 –3

KURDŞOP
97 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!