Erdnîgariya çiyayê Helgurdê

Hanî Murteza

 

Hilkefta çiyayê Helgurdê

 

Çiyayê Helgurdê yek ji bilindtirîn çiyayên Kurdistanê ye ku binek berfireh û lûtkeyek bilind heye û dikeve ser rêze çiyayên Zagrosê û li bakurê rojava ji girê Bamir ve heta Ermenistanê dirêj dibe. Helgurd li ser asta hemû çiyayên Başûrê Kurdistanê bilindirîn lûtke heye û bilindahiya wê 3607 metre ji asta deryayê bilind e. Ev çiya dikeve qezaya Çomanê û 175 kîlometran li bakurê rojhilatê Hewlêrê dûr e. Lê li gorî pîvandinên nû, tê gotin ku Helgurd piştî Çîxî Derêwe wekî duyemîn lûtkeya çiyayê herî bilind tê hesibandin.

Çiyayên Kurdistanê bi taybetî jî Helgurd xwedî pêkhateyek jeolojîkî ya kevnar in û ji kevirên agirî û niştî çê bûne. Ji ber necihgirbûn û hereketa wan a berdewam, çiya her sal bi çend santîmetreyan bilind dibin. Bi taybetî li navçeya berketên lewheyan ku piraniya çiyayên Kurdistanê jê hatine çêkirin. Ev liv û tevgerên domdar dibin sedema serketina berdîleyên kevin û binketina berdîleyên nû.

Dîroka çiyayê Helgurd

Çêbûna çiyayan li Kurdistanê vedigere bo çaxê “Saynozoyk” û di wê çaxê de piraniya çiya û bilindahiyan tê de çê bûne.

Her yek ji çiyayên Kurdistanê xwedî dîrokeke serbilind û sembola birûmet a şoreşgerî û kurdayetiyê ne ku piraniya serkeftin û pêngavavêtinên şoreşên Kurd ji çiyayên Kurdistanê ve serî hildane û ew çiyayane mil bi milê pêşmerge di dema şoreşê de wek qelxanekê di hember dijmin de bûne û Helgurd jî yek ji çiyayên bilind ê Kurdistanê ye ku dîrokeke pir ji şanazî tomar kiriye.

Giyayê sirûştî yê Helgurdê û çavkaniya avê ji bo çandiniyê

Li Çiyayê Helgurdê, bilindbûna zêde ya li ser asta deryayê û nişîvî û rêkiya aliyên wê û tevliheviya zinaran, wisa kiriye ku giya û kevir li nêzî lûtkeya çiya kêm bin û ji aliyek dinê jî, ji ber sarbûn û barîna berfa zêde û mana befrê bi dirêjahiya salê û qerisîna axê, û hebûna av û hewayê sar, kêmtir giya û dar tê de têne şînbûn.

Çiyayên Kurdistanê wekî navçeyeke girîng a çavkaniyên avê yên sererd û binerd têne hesibandin û xwediyê aveke paqij in ku ji navçeyên bilind û helîna berfê li ser lûtkeyan çavkaniyê digirin.

Çiyayê Helgurdê li nêzî gundê Sekranê, bûye sedema çêbûna çend çavkaniyên girîng ên avê yên sererd û binerdî li navçeyê. Vê yekê girîngiya çalakiyên çandiniyê li navçeyê zêde kiriye.

Çiyayê Helgurdê landika çendîn ajalên kovî ye ku di navçeyên zehmet û bilind de dijîn.

Geştyarî li çiyayê Helgurdê

Hebûna yek ji bilindtirîn lûtkeyên çiyayên Başûrê Kurdistanê, bilindtirîn sûlava Iraq û Başûrê Kurdistanê û berf di her çar demsalên salê de, bûne sedem ku di sala 2010an de “Naşnal Park”, çiyayê Helgurda Sekranê bixe nav nexşeya cîhanê.

Her sal bi hezaran geştyarên navxweyî û biyanî ji ber dîtina berfê di demsala Havînê de, hewaya hênik a herêmê, dîtina dîmenên xweş ên gundê Sekranê û dîtina bilindahiya çiyayê Helgurdê û derbaskirina demeke xweş û seyrankirin li navçeyê, serdana qûntarên çiyayê Helgurdê dikin.

Herêm û çiyayên Kurdistanê yên dijwar gelek caran ji aliyê komên çiyager û biyaniyan ve cihê balkêşê ne û hêviya piraniya çiyageran e ku xwe bigihînine lûtketa çiyayên Kurdistanê. Her eva jî wisa kiriye ku her sal komên çiyager ji bo ku xwe bigihînin bilindtirîn cihê çiyayê Helgurdê û kêşana wêne û derbaskirina demeke xweş, serdana navçeya Çomanê û çiyayê Helgurdê bikin.

Li gor gotina Birêveberiya Geştûguzariya Çomanê, bi hebûna çiyayê Helgurd û çendîn deverên din ên geştiyariyê yên navçeya Çomanê, roj li pey rojê geştiyar zêdetir berê xwe didine deverên sirûştî û geştiyarî yên qezayê.

KURDŞOP
183 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!