Akirê, bajarekî kevnar û paytexta Newroza Kurdewarî

Hanî Murteza

 

Erdnîgariya Akirê

Qezaya Akirê yek ji girîngtirîn qezayên Başûrê Kurdistanê ye ku ser bi parêzgeha Duhokê ye û yek ji qezayên herî xweş û kevnar ên Kurdistanê ye û avûhewaya wê hênik e. Akirê ji sê aliyan ve bi çiyayên bilind û daristanan hatiye dorpêçkirin. Ji aliyê rojhilat ve hevsînorê Amêdî ye. Parêzgeha Mûsilê ji aliyê başûr ve nêzîkî wê ye. Rûbera wê 6,418 kîlometreya çargoşe ye.

Bi qasî 280 metre ji asta deryayê bilind e. Sala bi qezabûna wê vedigere bo sala 1877an.

Qezaya Akirê ji aliyê berhemên xwarinê û berhemên sirûştî ve dewlemend e.

Heşîmeta wê qezayê di serjimêriya 2010an de 152,124 kes bû. Qeza ji çar navçeyan pêk tê:

1- Bicîl.

2- Akirê.

3- Dînaretê.

4- Girdesîn.

Dîroka Akirê

Qezaya Akirê yek ji bajarên herî bi navûdeng ên demên kevnar bûye ku dîroka wê vedigere bo çaxê Tebaşîriyan ku heftsed sal beriya Zayînê ye. Tê gotin ku Akirê ji aliyê kesekî bi navê “Ela-Emîr Zeyîd” ve hatiye avakirin ku paşayê Zerdeştiyan bûye.

Di gelek pirtûk û etlesên welatan de navê Akirê hatiye. Di dema mîrnişînên Kurdan de Akirê girêdayî mîratiya Badînan bûye. Li gor serjimêriya sala 2010an piraniya rûniştiyên Akirê Kurd in.

Akirê xwediyê çendîn şûnwarên kevnar e. Yek ji wan jî keleha Akirê ye ku li bakurê bajêr e û li ser çiyayekî bilind hatiye avakirin. Keleh 450 metre ji asta deryayê bilind e û 580 sal beriya Zayînê hatiye avakirin. Ev kelehe li gorî demê bûye cihê paşa û mîrên cuda. Keleh ji çend qatan pêk hatiye û çar stûn tê de hene ku her yek ji wan 11 metre bilind in û di naverasta kelehê de jî kevirekî pan û mezin heye.

Navê Akirê

Tê gotin ku navê Akirê navekî olî ye û ji peyva “Agir” ve hatiye, ji ber ku di serdema Emîr Zeyîd de ola Zerdeşt peyrew kirine û agirperest bûne, lewma navê wê kirine Akirê.

Nerînên dinê jî hene, wek dîroknasê Mûsilê yê bi navê “Yasîn Xiyrulah El-Umrî” dibêje, Akrê di serdemanekê de naskirî bûye bi “Stenbola Biçûk”. Ew bajare di beşeke çavkaniyên Erebî de bi “Eqire” navê wê hatiye.

Keşûguzar li qezaya Akirê

Qezaya Akirê ji aliyê dabeşbûn û cihê erdnîgarî ve, ji bo kerta geştiyariyê bûye navendeke girîng. Bi taybetî ji ber av û hewaya xwe ya hênik bûye navçeyeke navdar ya geştyarî li Kurdistanê. Di demsala Biharan de bi şêwazekî cuda û xemilandî, agirê cejna Newrozê li ser çiyayê Kela kevnar ê Akirê tê hilkirin, ku ala Kurdistanê li ser çiyayan bilind dikin û bi hezaran meşale lê têne pêxistin, û gelek geştyar berê xwe didine vê deverê.

Geliyê Zanta li Akirê jî, ji ber hebûna çavkaniyên avê û gelek daran li herêmê her sal bala geştiyaran dikişîne aliyê xwe. Herwisa serbazxaneya Osmanî li Akirê yek ji avahiyên dîrokî yên qezaya Akirê ye û li navenda bazara Akirê ya kevin e û yek ji girîngtirîn şûnwarên dîrokî yên qezayê tê dîtin û herwisa komek ji taxên kevn û xanî û şûnwarên kevn li navenda qezayê hene.

Çandinî li qezaya Akirê

Akirê di warê çalakiyên çandiniyê de girîngiyek zêde li ser asta Başûrê Kurdistanê heye. Çend cureyên berhemên çandiniyê li navçeyê têne çandin, ku ji bo peydakirina pêdiviyên navxwe yên navçeyê û hinardekirina piraniya navçeyên din ên Kurdistanê bûye alîkar. Heta hin berhemên wê ji aliyê biyaniyan ve jî têne xwestin. Çendîn pîşesaziyên girîng jî li xwe digire ji bo veguhertina keresteyên xav ên çandiniyê bo berhemên bi tevahî çêkirî yên wekî: Kargeha çêkirina rûnê zeytûnê.

Giringtirîn ew berhemên çandiniyê ku li navçeya Akirê navdar in:

1- Hêjîr

2- Simaq

3- Zeytûn

4- Fistiq

5- Badincan

6- Birinc

Ev û gelek berhemên din li sînorê qezayê têne çandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn pirojeyên girîng ji bo zêdetir pêşxistina samanên sirûştî û mirovî yên qezaya Akiriyê destnîşan kiriye.

KURDŞOP
113 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!