Çoman, bajarekî bilind li ser rêya Hamilton

Hanî Murteza

 

Erdnîgariya Çomanê

Qezaya Çomanê yek ji qezayên girîng ên Başûrê Kurdistanê û ser bi parêzgeha Hewlêrê ye û 180 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê hilkeftî ye. Ev qezaye ku li ser rêya Hamiltonê ye, di sala 1961an de hatiye çêkirin û sala 1970an bi fermî bûye bi qeza.

Rûbera giştî ya qezaya Çomanê 892 kîlometreya çargoşe ye ku ji sedî 5.7ê Herêma Kurdistanê ye. Ev qezaye bi qasî 1000 metre ji asta deryayê bilind e.

Deriyê navdewletî yê Hacî Umeranê ku xaleke girîng a sînorî di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ye, li navçeya Çomanê ye. Qeza ji aliyê erdnîgarî ve sînorekî berfireh heye, li beşa başûrê rojhilatê bi zincîre çiyayên Qendîlê re bo sînorê nahiyeya Sengeserî ya Pişdera parêzgeha Silêmaniyê dirêj dibe û ji aliyê rojhilat ve jî bi bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê re hevsînor e. Ji aliyê rojava ve girêdayî navçeya Soranê ye, li bakurê rojhilatê vî bajarî çiyayê Hesarost hilkeftî ye ku lûtkeya wî Helgord e û bilindahiya wî nêzî (3607) metre ye. Qezaya Çomanê ji aliyê topografî ve herêmeke bilind û nizim e. Ji ber çiyayîbûna navçeyê û barîna baran û berfê ya zêde û herwiha rûberek berfereh ji zeviyên bi bereket, çandinî yek ji çavkaniyên sereke yên debara xelkê herêmê ye. Rûbera giştî ya zeviyên çandiniyê li Çomanê 283,780 donim e.

Her yek ji nahiyeyên “Gelale, Hacî Umeran, Qesrê û Simîlan” girêdayî qezaya Çomanê ne, û nêzîkî (117) gundan jî li xwe digire.

Aboriya qezaya Çomanê

Wekî ku hate gotin, qezaya Çomanê ji aliyê zeviyên çandiniyê ve dewlemend e ku ji bo berhemanîna berhemên çandiniyê guncaw e.  Berhemên herî girîng ên ku li herêmê têne çandin û salane bi hezaran ton dişînine bazarên navxweyî ev in:

1- Genim

2- Xox

3- Xiyar û badincan

4- Sêv

5- Qeysî

6- Gûz

Qezaya Çomanê ji ber hewaya xwe ya çiyayî û ava zêde ji bo ajeldarî jî guncaw e. Li vê navçeyê pez, çêlek û bizin têne xwedîkirin û ev yeka jî dahateke baş e ji rûniştiyên herêmê re û dahata giştî ya navçeyê zêde kiriye.

Herwiha di warê çavkaniyên ava şîrîn de jî dewlemend e, ku di warê nîştecihbûn û firehbûna sînorê qezayê de girîngiya navçeyê zêdetir kiriye.

Dîroka Çomanê

Qezaya Çomanê piraniya deman wek navçeya Balekayetî tê naskirin, devereke çiyayî û dijwar e bi dirêjahiya dem û dîrokê wekî cihê hemberderketin li dijî dijberên Kurdistanê ji aliyê şoreşgerên Kurd ve bûye. Balekayetî wekî navenda şoreş û landika Kurdayetî tê naskirin û di dema serhildana şoreşa mezin a Îlonê ya bi serokatiya “Mela Mistefa Barzanî” de, bû navenda wê şoreşê û heta sala 1974ê rûniştiyên vê deverê serweriyeke dîrokî ji bo herêmê tomar kirin ku bûn bi hilgirê çeka şerefê û berevanî ji axa Kurdistanê kirin.

Yek ji xalên herî girîng a dîroka qezaya Çomanê ew e ku ev navçeye cihê danûstandinên navbera hikûmeta navendî ya wê demê ya Bexdayê û serkirdayetiya şoreşê bû. Berxwedana pêşmergên şoreşa Îlonê û şikestina spaha Iraqê û di encamê de sibêdeha 11ê Adarê û mafê otonomiyê ji bo Başûrê Kurdistanê lêket.

Di heyama şoreşên Kurd ên Başûrê Kurdistanê de, ev sînore bûye şahidê bi sedan bûyer û çîrokên mezin.

Av û hewaya qezaya Çomanê

Av û hewaya qezaya Çomanê di Havînê de hênik e û pileya germahî ji 32 pileyî derbas nabe. Zivistan sar û berfayî ye û li herêmên çiyayî di demsala Zivistanê de ji sê metreyan zêdetir berf dibare. Piraniya deman ji ber hênikî û bedewiya navçeyên wê û mana berfê bo heyamek dirêj geştyarek zêde berê xwe didine qezayê.

 

Rûniştiyên qezaya Çomanê

Hejmara rûniştiyên qezaya Çomanê pêka xişteya hejmara rûniştiyên pêşbênîkirî ya Desteya Amar a ser bi Wezareta Pilandanan a Hikûmeta Herêma Kuridstanê bo sala 2018an ji 87 hezar û 330 kesan pêk tê. Qezaya Çomanê her ji berê ve navenda hînkirina zanist û ola Îslamê bûye, bo mînak helbestvanên mezin ên Kurd wekî Nalî û Hacî Qadirê Koyî li hucreyên Şêx Wetman û Xoşkan ku du gundên girêdayî Çomanê ne, xwendine û çendîn kesayetiyên mezin ên Kurdistanê li wî sînorî xwendina xwe qedandine.

Pêkhateya zayende li qezaya Çomanê

Rêjeya jinan : 46%

Rêjeya mêran: 54%

KURDŞOP
102 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!