Koye, bajarekî girîng yê siyasî, aborî û rewşenbîrî ye

Hanî Murteza

 

Erdnîgariya qezaya Koyê

 

Qezaya Koyê yek ji qezayên parêzgeha Hewlêrê ye ku hem li Kurdistanê û hem jî li Iraqê xwediyê pêgeheke erdnîgarî ya girîng e. Bilindahiya vî bajarî ji asta deryayê digihêje nêzîkî 620 metreyan û bi du çiyayan re hatiye dorpêçkirin: Çiyayê Bawecî li bakur, ku bilindahiya wî digihêje 1,260 metreyan, û çiyayê Heybet Sultan jî, ku bilindahiya wî nêzîkî 1,092 metre ye li rojhilatê bajar e. Li başûrê bajêr jî dibe deşteke fireh û li hin cihan axa bajêr dibe bager û bahozan çê dike.

Di sala 1918an de Koye bûye bi qeza. Ev bajare 70 kîlometreyan li başûrê rojhilatê paytexta Herêma Kurdistanê (Hewlêrê) hilkeftî ye.

Dîroka qezaya Koyê

Dîroka avakirina Koyê di ti çavkaniyeke dîrokî de nehatiye behskirin, lê çendîn bîr û nerînên cuda hene ku di dawiyê de hemû yekdigirin û belgeyeke bihêz diafirînin ku ev bajare du hezar sal beriya Zayînê jiyan tê de hebûye. Çend şûnwarên kevnar ku hin ji wan bi şûnwarên Gotiyan têne naskirin, li vî bajarî têne dîtin (kela Şîle - Cil Beser - Qazbegî - Dêr - Sato Qela- Goktepa - Şêxelwan – Siktan - Hemamok - Qeyserî - Xan - Taqî Kevin - Mizgefta Mezin - gelek goristan).

Hejmara rûniştiyên bajêr 95,246 kes e ku ji du neteweyên Kurd û Kildanî pêk hatiye. Kildanî li herêma Hermote dijîn, ku gundek e li başûrê bajarê Koyê hilkeftî ye.

Koye ji berê ve bûye cihê serhildana rewşenbîr û zanistê û gelek kesayetiyên bi şiyan û navdar tê de hilkeftî ne yên wek: Melayê Gewre - Hacî Qadir Koyî - Samî Ebdalê helbestvan - Tahîr Tofîq, Mamoste Bakurî, Xale Sêwe, Dildarê helbestvan û gelek kesên dinê.

Dema ku mirov digihîje bajarê Koyê, li ser bilindahiyekê bînerê keleheke kevn dibe ku jê re dibêjin “Sera”. Dîroka çêkirina vê kelehê vedigere bo serdema Aşûriyan û di serdema Mîr Mihemedê Rewandizî de li ser şûnwara keleha Aşûrî keleheke nû hatiye avakirin. Di serdema Osmaniyan de jî bi serbazxane hatiye veguherîn. Heta niha ku lêkolîneke wisa bo kelehê nehatiye kirin, ji çendîn odeyên mezin û biçûk pêk hatiye û li naverastê jî qadeke mezin heye ku di demên zû de ji bo perwerdeya leşkerî hatiye bikaranîn.

Zêdetirî 80 şûnwar li Koyê hene ji wan: Xirabe, Dêr, Keleha Şîle, Eskî Koye, Gobtepe, Sikataya Qeyserî, Bawecî, Simakolî Mîrseyîd, Çinarok û Hemamok û hwd.. Bo yekem car bi fermî di sala 1885an de li bajêr dibistan hatiye damezrandin.

Şeqamên sereke yên qezaya Koyê

1- Şeqama Sera

2- Şeqama Tekiyeya Taliban

3- Şeqama Hacî Qadir

4- Şeqama Newrozê

5- Şeqama sereke ya nav bazarê

Navê Koya ji çi ve hatiye?

Derbarê navê Koyê çend nêrînên cuda hene.

Li gorî nerîna Mesûd Mihemed, dîroka navê bajêr vedigere bo beriya serdema Osmaniyan. Ji bo vê nerînê jî, wî xwe sipartiye bi pirtûka “Azkarî” ya “Îmam Newewî” ku beriya hatina Osmaniyan li herêmê, ji aliyê kesekî ve bi navê “Xidir Îbin Umer Koysenceqlî” hatiye kopîkirin û di dawiya pirtûkê de navê xwe nivîsiye. Lewma bi dûr nizane ku ev nave vebigere bo serdemeke dûrtir.

Di derbarê koka navê Koyê de nêrînên cuda hene. Kerîm Şareza dibêje ku ev nave bi eslê xwe ji "ko" ve hatiye bi bê ti paşgirekê, ku tê wateya komek xelkê ku li herêmekê kom bûne.

Sînorê îdarî yê qezaya Koyê

Piştî şerê cîhanê yê yekem û çêbûna dewleta nû ya Iraqê, Hewlêr ji Kerkûkê hate cudakirin û bû bi lîwayek taybet û Koye jî bû bi qezayek girêdayî Hewlêrê. Qezaya Koyê ji pênc nahiye û 190 gundan pêk hatiye.

1- Nahiyeya Aştî: 22 gund heye, ku gundên herî girîng ev in: Bogd, Kawilan, Xerabe û Kurdawe.

2- Nahiyeya Dêgele: 52 gund heye, ku gundên herî girîng ev in: Banî Maran, Elî Ava û Gomatal.

3- Nahiyeya Teq Teqê: Hejmara gundê wê 26 gund in.

4- Nahiyeya Siktan: 12 gund heye, ku ji wan gundan herî girîng Nazenîn e.

5- Nahiyeya Sêgirdkan: Hejmara gundê wê 11 gund in.

Qezaya Koyê hem di warê xwendin û zanîngehan de, di asteke bilind de ye û hem zanîngeha Koyê di warê asta zanistê de li nav zanîngehên Herêma Kurdistan û Iraqê yek ji zanîngehên asta herî bilind tê hesibandin. Di warê geştyarî de jî xwediyê çendîn parkên navxweyî ye yên wek Riyhane, parka mezin a Kosare li ser çiyayê Heybet Sultanê û çend parkên din ên biçûk. Herwisa paravên Zêy Biçûk bi taybet li sînorê Gurindî û Bogd û gelek cihên dinê ku rûniştiyên qezayê û nahiyeyên derdorê jî, ji bo derbaskirina demeke xweş serdana van deran dikin.

Bazirganî li qezaya Koyê

Koye her ji berê ve di warê bazirganiyê de xwedî girîngiyeke mezin bûye, çimkî bazirganî faktoreke sereke bûye ji geşepêdana vî bajarî û helsengandin digel çalakiyên din ên aborî (pîşesazî û çandinî) roleke sereke û taybet lîstiye. Ev bajare li ser rêya sereke ya bazirganiyê hilkeftî ye û karwanên bazirganiyê bi berdewamî ji Koyê ve ber bi bajarên Kerkûk, Bexda, Sablax, Serdeşt û Tewrêzê ve çûne.

Şûna hilkeftiya bajarê Koyê her ji berê ve li ser rêya bazirganiyê bûye û cihekî stratejîk dagîr kiriye. Ev yeka jî bûye sedem wê ku ev bajare her ji demên berê ve bi cîranên xwe re danûstandina bazirganiyê hebe. Bi taybetî eger em bizanin ku navçeya Koyê di warê pîşesazî û çandiniyê de berhemên cur bi cur hebûne û ew berhemane bi beşên din ên Kurdistanê re hatine bazirganîkirin. Gelek caran jî sonorê wan bazirganiyan gihîştiye sînorê welatên Îran, Sûriye û Tirkiyê jî. Bi taybetî di dema Osmaniyan de ku rojane ji bajarê Koyê ve zêdetir ji dused barên keran bo navçeyên dinê çûne û ewwas jî ber bi bajêr ve hatine. Titûna navçeyên Raniye, Xoşnavetî û Rewandiz ji wan berhemên sereke bûne ku bazirganî pê re hatiye kirin û ev berhemane ji bo bazirganên mezin ên Koyê re hatiye û wan jî, ji bo bajarê Bexdayê hinarde kirine.

KURDŞOP
93 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!