Çend gotin û danasînek li ser dîroka Kela Necim

Aras Hiso

 

Çendî bask û balindeyan perên xwe bi ser vê bejahiya avî firandine û bûne şahidên gelek rûdanên dîrokî, û çendî hin cih û warên dîrokî hene ku roja îro hem ji me re bûne cihê geştiyariyê û hem jî bûne belge û çavkaniyên dîrokî ku vedigere hezarên salan. Belê em ne dûr in, em li vir in û li rex çemê Firatê dibin mêvanê cihekî dîrokî. Bi rêya vê carê xelekê re em ê berê xwe bidin çemê firatê û li ser lûtkeya herî jor ya keleha Nejim bisekinin û deriyên wê yên dîrokî bi hev re vekin û nas bikin.

Keleha Nejim ya dîrokî û kevnar ku di serdema Romaniyan de hatiye avakirin, bi ser çemê Firatê, li rojhilatê bajarê Minbicê dikeve. Ev keleh bûye şahidê gelek serdemên dîrokî û di gelek serdemên cuda cuda de derbas bûye. Keleha Necim bi 115 Kîlo metreyan dûrî Bakûr û Rojhilatê Helebê ye û bi 37 kîlo metreyan başûrî bajarê Kobanî dikeve. Keleha Nejim li jor girekî bilinde ku serweriya xwe bi ser her çar aliyan ve dike.

Ji ber ku keleh bi ser çemê Firatê ye, çandiniya vê erdîngariyê û derdora vê axê tev bi xêr û bereketa xwe xemilandî ye. Keleh çargoşeyî ye, li ser komek zinar a ku ber bi peravên Firatê ve, hatiye çêkirin. Ev keleh 95 metre dirêj û bi qasî 60 metre fireh, 50 metir ji deştê û 68 metre ji çemê Firatê bilindtir e. Bilindahiya wê bi giştî 377 metre heye.

Ev keleh bi awayekî pir asê hatiye avakirin, ji ber ku ew dever cihekî pir zengîn û stratejîk bû û her dem rastî êrîşan dihat. Sûra li dora kelehê mîna hemû dîwar û sûrên serdema Selahedînê Eyûbî ye, ji qirmîtên reş hatiye ava kirin û xendekekeke bi tehtan ve hatiye kolandin ku kûrahiya wê 7 metre û pehniya wê jî 8 heta 9 metre ye.

Deriyê sereke yê kelehê, li aliyê rojhilat bi du bircên bilind hatiye çêkirin, dergeha wê ya ku rasterast ber bi salonên hundur ve diçe, avahiya sereke ye. Beşek ji dîwarê kelehê ji kelpîçan hatiye çêkirin, lê beşên din ji kevirên reş hatiye avakirin, Li jor deriyê kelehê di serdema Selahedîn, destnivîsên bi erebî hatine nivîsandin ku qala kelehê dikin, lê ev nivîs niha pir xuya nakin. Her wiha Keleh ji sê qatan pêk tê, di qata binê erdê de depo, bircên parastinê, tang û kordîroên veşartî hene. Tê gotin ev korîdor digêjin binê çem. Ya din ji serşok, sobî û xizaneyeke avê pêk tê û di qata jorîn de jî avahiya serokatiyê û mizgeftekê tê de hene.

Bi destxeteke li hevhatî li ser dîwêr bi du xêzan wisa hatiye nivîsîn ''Di serdema Waliyê me Sultan Şah El-Zahir de, di navbera salên 605-612an de hatiye ava kirin''.

Tu agahiyên rasterast ji aliyê dîroknasan ve tune ye ku ev keleh ji aliyê kê ve hatiye çêkirin, ji ber ku ev keleh bi dehan caran hatiye dagirkirin, lê li gorî ku tê texmîn kirin ku ev keleh bi ser destên Eyûbiyan ve hatiye çêkirin.

Karên avakirina kelehê ji nû ve ji hêla NûrEl-Dîn Zengî ve di navbera salên 1146-1174ê zayînî de û serwerê Helebê şah El-Zahir Xazî kurê Selahedîn di salên 1208-1215ê zayînî de hatiye pêkanîn.

Piştî ku erdhejek li herêmên bakurê sûriyayê qewimî, gelek dîwarên kelehê wêran bûn. ji ber wê NûrEl-Dîn Zangî dîwar û avahiyên kelehê yên ku hatibûn hilweşandin di forma çargoşe de, bi dirêjahiya 95 metre ji bakûr ber başûr û firehiya wê bi 64 metre ji nû ve lê kir. Paşê ji hêla kurê wî Şah El-Ezîzî Xiyasedîn Mihemed û neviyê wî şah El-Nasir bavê El-Muzefer Yûsif ê duyem ji nû ve hate avakirin.

Şêwaza avakirina Kelehê bi giştî vedigere şêwaza Romaniyan. Lê şêwaza îslamî jî di çaksazkirinê de gelekî diyar e. Bi taybet di formata bircên berevaniyê de yên ku li derdora kelehê belav dibin.

Di nav nivîsên dîrokê de behsa bajarekî li rex kelehê tê kirin, lê îro ew bajar ne xuya ye. keleha Necim yek ji mezintirîn kelehên dîrokî yên li sûriyayê ye. Gelek hêzên mîna Bêzantî, Babilî, Eyûbî, Selcûqî, Memalîk û Zengiyan dest danîne ser. Keleh devera kombûna artêşan bû. Keleh dergeheke ji rojavayê Minbicê re vekirî bû, lewma wekî keleha Minbicê jî lê hatiye kirin.

KURDŞOP
151 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!