Lawan
Pirjimara peyva “law”e. Wateya genc û xortan dide.
Narî
Peyveke kevn a nav gatayên Zerdeşt e û wateya agir dide. Stranên xembarane. Navê bendavekê bûye li rojavayê Bexdayê li herêma Kût ku di serdema Sasaniyan de hatiye avakirin.
Nawdêr
Navdar. Navdanayî. Navdiyarîkirî bo dengdan û hilbijartinê.
Zawîte
Bayê sar ê milê rojhilatê. Navê dol û bajarokekî ye li Başûrê Kurdistanê.
Şîşan
Navê giyayekî ye. Navê tîreyeke piçûk a Kurdan e ku li quntara çiyayê Qerax dijîn li herêma Silêmaniyê.
Herşem
Gundek e li herêma Balîsan li Başûrê Kurdistanê.
Kîkan
Navê hozeke Kurd bû ku beşek ji hoza Bilbas jî digel de bû û digel hatina îslamê bo Kurdistanê û jinavbirina Sasaniyan bo herêma Romadiyê li Îraqê hatibûn şandin û piştre hatin asîmîlekirin an jî jinavbirin.
Mem
Memik. Kurtkiriya navê Mihemed e. Navê evîndarê Zînê ye di pirtûka Ehmedê Xanî de.
Zêndîn
Zîndanewan. Pasewanê zîndanê.
Cemîn
Enî. Navçav.