Dîroka şanoya Kurdî – Beşa 4em

Beşa  sêyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Başûrê Kurdistanê û Iraqê  (2)

 

Di sala 1957an de, komek ji hogirên şanoyê ku pêk hatibûn ji ekter, nîgarkêş û muzîkjen, yekemîn binkeya Kurdî ya hunerên xwe yên bedew li Başûrê Kurdistanê ava kirin (1957-1963). Mujîkjerên wê koma muzîkî ya Mewlewî, hin nîgarkêşên wek Enwer Tûyî (1925-1994), Azad Şewqî (1930-2002) û Xalid Seîd (1927-1996) û ekterên wek Refîq Çalak (1923-1973) û Teha Xelîl (1940-2010) wekî endamên wê binkeyê beşdarî kiribûn. (Ahmadmirza, 2011: 22). Di sala 1958an de çîroka Mem û Zînê bi serketî ji aliyê vê binkeyê ve hate pêşandan û bo yekem car li Başûrê Kurdistanê jinekê rola sereke û qehrimanetî girte stûyê xwe.

Tîpa muzîka Mewlewî

Azad şewqî

Refîq çalak

Teha Xelî

Hilweşîna paşayetiya “Haşimiyan” û damezrandina Komara Iraqê di sala 1958an de, bibû bi destpêka serdemeke giştî bo geşepêdana erênî ya şanoya Kurdî. Salona “Gel” wek yekemîn cîhê şanoya Kurdî li Hewlêrê hate damezrandin. Li bajarê Kerkûkê, komên şanoyê yên wekî koma nunerî ya “Xebat” û koma “Ciwan”ên Kerkûkê hatine avakirin. Koma Ciwanên Kerkûkê di salvegera şoreşa 14ê Tîrmehê de li şanonameya “Şewî Kotayî” cenjan rûxandina paşayetiyê li dar xistin.

Lê mixabin geşbîniyên piştî şoreşê ewqas dewam nekir û heta radeyekê jî guncaw nebûn, digel destpêkirina şerê navbera Kurd û dewleta Iraqê di Kanûna 1961ê de, jiyana rewşenbîrî û çandî ya Kurdan rastî rawestanê hatibû. Di mewdaya vî şerê Kurdan û Iraqê de (1961-1970), çalakiyên şanokarî li Kurdistanê bi şêweyek giştî hatine rawestandin.

Hola gel di dehika  1970

Ferhad şerîf

Avakirina otonomiyê li Kurdistanê di sala 1970an de, hevdem bû digel vegera çîna yekem a derçûyên şanoya Kurdî li Bexdayê, wekî “Sebah Ebdulrehman, Qazî Bamirnî, Ferhad Şerîf, Tel`et Saman, Ehmed Salar û Bedî`i Dartaş û hwd”. Vegera vê çîna nû di dawiya dehikên 1969an û destpêka salên 1970an de, şanoya deverê ji nû ve zindî kir û bibû bi sedem û bingeha damezrandina çend komên taybet, wekî Komeleya Huner û Wêjeya Kurdî, Koma Hunerî ya Hewlêrê, Koma Niwandina Silêmaniyê û “Hawrêyanî Gezîze”. Ev komane di bestênekê de hatine geşekirin ku dikarîn ji rêya sûdwergirtin ji efsane, ustûreyan û çîrokên folklorî yên neteweyî bi eşkere rûbirûyê mijarên siyasî bibin û heta rexneyê jî ji wan bigirin. “Kawey Hesinkut” bi derhêneriya Ehmed Salar û “Kotayî Zordar” a berhema “Qazî Bamirnî”, mînakên wan şonoyena ne ku piştî serxwebûnê hatine berhemanîn.

Telet Saman

Ehmed Salar

Serdema otonomiyê tenê pênc salan dom hebû. Bexda di Nîsana 1974an de êrîşî ser Kurdistanê kir û piştî ku di Adara 1975an de peymana “El-cezayer” ya bi Îranê re hate wajokirin, di balansa şer de destek bilind hebû û serket. Tevgera Kurd hate serkutkirin û ew azadiya ku di serdema otonomiyê de hatibû geşekirin bi dawî bû. Digel destbiserdegirtina desthilatdariyê ji aliyê rejîma Be`is ve, hunermendên şanokar ketine bin çavdêriyeke tund. Şanonname dihatine sansorkirin û şano ji ber egera peyamên metirsîdar di bin çavdêriyê de bûn.

Di encama sansoreke dijwar de, şanogerên Kurd neçar man ku armancên xwe yên rastîn eşkere nekin û peyamên xwe yên siyasî li pişt komek sembol û temsîlan veşêrin. Ew neçar bûn bi piştgirêdan bi ew şanoyên ku zêdetir dilxwazê Ereban bûn, nemaze hin şanoyên ku behsa rewşa Filistînê dikirin, rêyekê bo nîşandana nerazîbûn û dijberiya xwe li hember desthilat û rejîmê di nav şanonameyan de peyda bikin (Rostemî, 2019: 123-5). Çewsandina Filistîniyan ji aliyê Îsraîlê ve mijareke guncaw bû ji bo şûbhandina zext û zordariyên li ser Kurdan ji aliyê Bexdayê ve, ev rêbaza şûbhandinê li şanoyên wekî “Ey Gelê Filistîn Rapere” ya berhema “Bedî`i Dartaş” gelek berçav bû. (Rostemî, 2019: 115).

Tevî serkutên dewletê û aloziya şerê Îran û Iraqê, dehikên 1970 û dirêjahiya dehika 1980ê, ji aliyê gelek kesan ve wekî “serdema zêrîn” a şanoya Kurdî li Başûrê Kurdistan û Iraqê hate naskirin. Di halekê de ku şanoya Kurdî li bajarekî wekî Kerkûkê hatibû qedexekirin, li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bibû bi medyayeke dilxwaz a giştî. Vekirina peymangeha “Hunerên Bedew” di sala 1980an de, pêşketineke girîng bû ku bingeha çalakiyên paşerojê yên şanoya Kurdî bû. Bûyereke girîngtir jî, avakirina çendîn komên şanokar di berdewamiya dehika 1980ê de bû, wekî koma “Pêşrewî Şanoy Kurdî, Şanoy Salar, Komeleya Hunere Ciwanekanî Kurd û Şanoy Ezmûngerî”.

Koma pêşrewa şanoya Kurdî

Di wê serdemê de hin hewl bo rêxistinkirina şanoya Kurdî hatine danê. Di halekê de ku hunermendên Kurd çendîn şanonameyên Erebî û Rojavayî lîstin, edebiyata xwe ya devkî ji bo çêkirina şanoyên wek Mem û Zîn (1976), Keleha Dimdim (1982) – nivîsîn û derhênerî Tel`et Saman- û Xec û Siyamend (1978) – ji nivîsa Fuad Mecîd Mesrî û derhênerî Ehmed Salar- bi kar anîn. Di dawiya dehikên 1980an de, Ehmed Salar, ku em dikarin bêjin pirkartirîn şanonamenivîsê Kurdistanê bû, bi piştgirêdan bi çand û wêjeya Kurdî di şanonameyên wekî “Nalî û Xewnekî Erxewanî (1987)” û “Katê Helo Berz Efirê (1988)” de, elaqedarê afirandina şanoyek bi tevahî Kurdî hebû.

Her çend Kurdên Başûrê Kurdistan û Iraqê di sala 1991ê de otonomî bi dest xistin, lê zextên aborî yên Bexdayê li dijî Kurdan û paşê şerê xwînayî yê navxwe (1994-1998) bibû bi sedem daketinek berçav ji şanoya dehikên 1990ê. Tenê piştî şer bû ku şanoyê hêdî hêdî dest avêt bi nûjenkirin û bidestanîna beşek ji şanoyên jidestçûyî yên xwe. Bi serpereştiya Wezareta Çandî (Rewşenbîrî) ya Herêma Kurdistanê, îdareyên şanoyê li çendîn bajaran hatine avakirin. Avakirina Komela “Hunerên Bedew” li Hewlêrê û piştre jî li Duhokê gaveke girîng ji bo pêşketina geşeyî ya perwerdeya şanoyê bû. Bûdceyek bo berhemên taybet bi şano û televizyonê hate dabînkirin.

Lê belê şanoyek ku di serdema rejîma Beis de dihate serkutkirin û berdeng û cemawerek gelek zêde bo aliyê xwe radikêşa, di serdema otonomî de ku hemû pêşandan bi bê beranber jî bûn, rastî pirsgirêka bê berdengiyê hatibû. Herwisa şano li Başûrê Kurdistanê tûşê pirsgirêka lawazî, bingeh, bi hederdana bûdce, asta nizim a rahênan û fêrkarî û nebûne çavkaniyên pirtûkxaneyê bibû. Tevî wan yekane, Herêma Başûrê Kurdistanê wekî teke damezraweya fermî ya dewleta Kurdî, rolek girîng di parastina çanda Kurdî de li hember siyaseta asîmîlasyonê lîstiye. Tomarkirina antolojî û berhemên taybet bi şano, bi taybetî jî dîroka şanoyê, ji bo danasîna dîroka şanoya Kurdî gelek alîkar bû.

KURDŞOP
122 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!