Danasîneke kurt li ser hunera Dengbêjiyê

Zara Elî

 

Êş û hesreta mirovan reng bi reng û peyvan nayê îfadekirin, lê belê dengek dikare êşê bi mirovan bide hîskirin. Dibe ku mirov nikaribe êşa dilê xwe bilêv bike, lê dikar biqîre. Ew qêrîn carinan dibe muzîk û carina bi wateya dengbêjiyê, dibe dengek xweş an jî miqamek xweş û li ser zimanan li welatî digere.

Di vê nivîsê de emê dengên tijî hesret, bêrîkirin, westan, êş û şahiyan bi we bidin naskirin û dengên cihê cihê bi ser guhên we de berdin.

Mehmet Uzun dema pênaseya dengbêjiyê dike, ji bo dengbêjan dibêje: “Dengbêj; ew kes in ku rih didin deng, dihêlin ku deng zindî bibe.”

Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng e. Di dîrokê de Kurd her dem neçar bûne ku çanda xwe bi “deng” an jî bi “gotinan” dewrî nifşê nû bike, ji ber ku nivîs û pirtûk di nav Kurdan de pir kêm bûn. Di hêla gotin, kilam, stran û çîrokan de, bi gotinên dengbêjan hetanî roja îro hatiye û winda nebûye.

Mirov dikare bêje dengbêjî esasê çanda Kurdan e. Em li dîrokê dinêrin piraniya dengbêjan ji derveyî karê dengbêjiyê bi tu karî ve têkildar nebûne û tenê xwestine çanda Kurdewarî li ser lingan bihêlin.

Dengbêjên Kurd yên nemir, çanda Kurdan bi awazên xwe yên hestyar heta roja me ya îro anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan ya nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan ya devkî ji civaka Kurd re vegotine. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka Kurdan ya nenivîskî jî hewandiye.

Ji çand û zargotina gelê Kurd ya dîrokî beşek esasî dengbêjî ye. Ew bi jiyana gel ve girêdayî ye. Ne şîn bê kilam dibe, ne jî şahî… Di dema tunebûn û tenêbûnê kilam ji Kurdan re dost û yar e.

Dengbêjî ruhê mirovahiyê ye û ruhê çandê ye. Eger civakê heta roja îro karîbû çanda xwe, hunera xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin, bêguman ev yek bi rêya dengbêjiyê pêk hatiye.

Çanda dengbêjiyê xezîneyeke bêdawî ye. Dengbêjî tu sînoran nas nake û zengîniyeke bê dawî ye.

Dengbêjî cihekî xwe yê berfireh di çanda Kurdî de digire. Jixwe wêjeya Kurdî ya devkî wek stiran, çîrok, pend, serpêhatî, gotinên êşiyan, biwêj û efsane...hwd pir dewlemende, gotina stran û lorîkan û dengbêjiyî textê xwe di asta jor de vedane.

Dengbêjî di jiyana Kurdan de şêwazekî xweser e ku wexta mirov bextewer be jî, xemgîn be jî û evîndar be jî dikare li dengêbjiyê guhdar bike.

Tu li kîjan aliyê jiyana Kurdan binêrî, bi dehan û bi sedan stiran li ser hatine gotin. Li ser şer û pevçûnan, mêranî û egîtiyê, xiyanet û bêbextiyê, dildarî û evîniyê, dilsozî û dilpakiyê, koçberî û biyaniyê, xizanî û hejariyê, şîn û reşiyê, şahî û xweşiyê, stiranên bi kar û xebat û paleyan ve têkildar, stiranên bi xwezaya Kurdistanê ve girêdayî û heya tu bêjî stiranên rengereng hatine gotin. Bi van stiranan dîroka me û jiyana gelê me hatiye qeytkirin û ji bîr nebûye.

Her wiha cihê ku dengbêj hunera xwe pêşkêşî guhdaran dike, dîwan e.  Dîwan di Kurdî de tê wateya odeya mirovên birûmet, civata rûsipiyan. Ev dîwan berê di malên mîr, paşa, axa û began de an jî di yên mezinên gundan de hebûn.

Li vê axa bav û kalan bi sedan stranbêj û dengbêjên Kurd yên dengxweş derketine ku ta roja îro jî em li ser dengê wan ji xewê şiyar dibin.  Ji wan yên wekî; Evdalê Zeynikê, Şakiro, kerebêtê Xaço, Baqî Xido, Meryem Xan, Eyşeşan, Gulbihar, Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizîrî, Hisênê Farê, Miradê Kinê û hwd. Her yek ji wan dengbêjan nirxên giranbuha afirandine û bandoreke pir mezin li ser wêjeya nivîskî kirine. Di warê pêşketinên civakê, têkiliya navbera folklor û civakê de muhra xwe li dîrokê dane û bûne kesayetên qedirbilind û nemir.

Her denbêjek bi meqameke xweser kilamên xwe distire û çîrokên wan jî ji herêmeke ta herêmekê ji hev diguherin. Hin ji wan şivanan bi şivantiyê dest bi dengbêjiyê kirine. Her denbêjekî bi devoka stranên xwe pêşkêş kirine, bi saya van stranan devoka herêman û zimanê Kurdî her tim zindî û li ser lingan maye. Lê mixabin di nava civaka me de qedrên dengbêjan gelek caran nehatiye girtin, ji ber vê yekê piraniya stranên wan negihîştine roja me. Her wiha ji bo qeytkirina dengan derfet tune bûye, lewma gelek kilam nehatine qeyt kirin. Ew kilamên ku nehatine qeyt kirin, bi demê re hatine ji bîr kirin.

Di kilamên dengbêjan de her Kurdek dikare parçeyek ji jiyana xwe tê de bibîne, ji ber ku ew kilamên dengbêjiyê ayîdî hemû Kurdan e. Dengbêjî wekî agirê Newrozê gelê Kurd li derdora xwe dike xelek û yekîtiya ruhê Kurdewariyê derdixe holê. Û dengbêj careke din bi êş û şadiya dengê xwe  bi ser gelê xwe diqîre û distire...

 

Çavkanî:

Ji pirtûka antolijiya dengbêjan.

Ji malpera wîkîpediya.

ji qenala pel-filim a li ser dengbêjiyê.

 

KURDŞOP
134 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!