Nasîna amûrên muzîkê – Beşa 14em (sentûr)

Hawar Hewraman

 

Sentûr

 

Ev amûre bi navê sentûr, sentîr yan semtûre tê naskirin.

ji malbata amûrên darî ye ku bi hevkariya du lib mizrabên darî wekî çekuçvan tê jenîn.

Ji darên tût, narinc û qeysî tê çêkirin.

Amûra sentûrê ji van beşane pêk hatiye:

 Kase (sindoqa deng), têl, xirek, têlgîr, kilîd û mizrab

Sindoq deng

Amûra sentûrê qebare û qasên cuda cuda heye û ew jî vedigere bo koka sentûran. Sentûra sol, la, sî.

Ji bo çespandina beşên cuda yên amûrê bi hev re, ji cure çespekê tê bikaranîn ku jê re dibêjin “hîliyom”, çespa sîkotîn a cureya kîmyayî ji bo çêkirina vê amûrê guncaw nîne, Ji ber ku piştî hişkbûnê şekilê plastîk digire, wekî qalikê tevdigere û nahêle deng derkeve.

Qasa têla amûrê 88 sante ye, darê aliyê serê yê amûrê 34 sante ye, dirêjahiya qatên amûrê 45 sante ye û bilindahiya amûrê 7 sante ye ku di qebareyeke dinê de evqaseye tê guherîn û pêk tê ji: Binkeya bin amûrê 80 sant, darê aliyê serê yê amûrê 41 sante, dirêjahiya qatên amûrê 47 sante û bilindahiya amûrê 10 sante.

Têl

Têlên amûrê ji pola, sifir yan zerd (birinc) têne çêkirin. Têlên amûrê du cureyên zer û sipî ne.

Di piraniya amûran de hejmara wan 72 lib e û amûrê wisa jî hene heta 100 têlan pê ve tê girêdan. 

Têlgîr

Komek bizmarên hatinî kutanê li aliyê çepê amûrê.

Hejmara van têlgîrane di hin amûran de pêka hejmara têlan e.

Kilîd

Kilîd ji kanê (polaya hişk) tê çêkirin.

Dikevine dîwarê tenişta aliyê rastê yê amûrê û hejmara kilîdan di her sentûrekê de pêka hejmara têlan e.

Bi mebesta kok kirina têlên sentûrê, ji kilîdeke taybet ku kilîdan dixe hereketê û têlan kok dike, sûd tê wergirtin.

Perde

DI piraniya amûrên sentûrê de hejmara pirdeyan hejde lib e.

Neh libên wan dikevine aliyê rastê û nehên din jî dikevine aliyê çepê.

Dame pêk hatine ji dingeyeke piçûk a darî û bilindahiya her yek ji wan 3 sante ye û di şekil de wekî serbazekî lîza şetrencê ne.

Xirika pirdê yan dame, bilindkirina têlan bo wê ku rûyê amûrê nekevin û dengê têlan jî bi ciwanî derkevin.

Li ser rûyê her yek ji wan dameyane çalek tê çêkirin û mîleke teng a kanê têdixin. Ewa bo parastina serê damane ye bo wê ku dame ji şikestin û rizîbûnê bê parastin. Li ser her yek ji wan damaneyan li hin sentûran çar ta têl û li hindek sentûrên dinê sê ta têl derbas dibin.

Mizrabe

Amûra sentûrê bi du mizraban tê jenîn

Dirêjahiya her mizrabekê 20 heta 25 sante ye.

Serekî wê mizraba darî xelekî ye da ku di dema jenîna amûrê de jenyar bikare destê xwe têbixe û rabigire.

Serê dinê yê mizrabê di dema jenînê de dikevine ser têlan û deng çê dibe.

KURDŞOP
75 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!