Nasîna amûrên muzîkê – Beşa 13em (tar)

Hawar Hewraman

 

Amûra tar

 

Ev amûre bi navê tar tê naskirin.

ji malbata amûrên têlî ye ku bi hevkariya mizrabê tê jenîn.

Ji darên gûz û tûtê tê çêkirin.

Ev amûre ji van beşane tê çêkirin:

Kase (sindoqa deng), pîst, destik, rûyê destik, ser destik (cihê kilîd yan mala kilîdan), têl, têlgîr, xirek (koleke), kilîd û mizrab (rîşe).

 

Kasik (sindoq deng)

Kasika amûra tar ji dara tûtê tê çêkirin

Kasika amûrê her wekî hirmî diçe. Aliyê jorîna wê tewandiyek piçûk e û aliyê jênê jî tewandiyek mezin e ku hundurê wê tê kolandin.

Destpêkê ev dara stûr a tûtê bi vî rengî hundurê wê dikolin û vala dikin.

Piştî ku hundur tê kolandin bi hev re tê çespandin.

Di dawiyê de tê safkirin.

 

Pîst (çerm)

Pîstê berxika sawa yan masiya “baqo” ji bo çêkirina tarê tê bikaranîn.

Pîstê baş divê çewrî nebe û saf û nazik û teng be.

Dema ku têl têne kokkirin û tund dibin, giraniyek zêde dikeve ser pîst, têkirina pîstê bi ser amûrê de kareke girîng e û lêzanîn û şarezayiyê dixwaze, zanyarî li ser qasa sist û tund têkirina pîst dibe sedema berevanîkirin ji diran û kunbûn û dengxweşiya amûrê.

Destik, rûyê destik, ser destik (cihê kilîd yan mala kilîdan)

Dirêjahiya destika amûrê 45 heta 50 sm e. destik ji dara gûzê tê çêkirin.

Sereke destika amûrê diçe nav geviya kasikê û hestiyê “deve”yê li qiraxên rûyê destika amûrê didin.

 

Geviya kasikê

Serekî dinê jî li cihê kilîdan wate mala kilîdan asê dibe.

Cihê kilîdan şûna ragirtina kilîdan e ku hejamara wan şeş lib in.

 

Têl, têlgîr û pird

Têlên vê amûrê jî wekî têlên amûrên tembûr,  sentûr û dîwanê kanzayî ye.

Têlên tarê şeş lib in ku pêk hatine ji: Du lib têlên spî (22-20), du lib têlên zerd (25-20), têleke spî (22-20), û têleke zerd a stûr (35) ku her yek ji hejmar û qasa taybet bi xwe hene.

Têlgîr:

Têlgîra tarê ji şaxê ajelê tê çêkirin.

Şûna têlgîrê aliyê jêrîn ên kasika amûrê ye.

Serekî têlan ji têlgîrê û serekî din jî ji kilîdan têne alandin.

Xirek (pird)

Ji şax an hestî tê çêkirin.

Xireka amûra tarê pênc santîmetre ji du santîmetre ye û li ser pîst tê danîn û kunên piçûk tê dixin û bi hevkariya bendikê bi têlgîrê ve tê girêdan.

Xirekê pêwendiyek rasterast bi pîstê amûrê ve heye û şûna têlên amûrê li ser tê diyarîkirin. Piştgirda têlan bo xirek û ji wir jî bo pîst û paşê bo nav kasika amûrê diçe û dibe sedema çêbûna deng.

Perde

Ji hinavê pez û çêlekan tê çêkirin.

25 lib perde li ser destika tarê têne girêdan.

13 lib ji perdeyan bi qasî sê dor û 12 lib jî çar dor ji destika amûrê têne alandin. (Yasaya xwe ya taybet heye).

Kilîd

Kilîd ji dara gûzê tê çêkirin.

Amûra tarê şeş lib kilîd hene.

Her têlekê kilîda xwe heye û sist û tundî û ragirtina têlan bi hevkariya kilîdan tê encamdan.

Mizrab (rîşe)

Ji şaxê ajelan yan zerd (kan)ê tê çêkirin

Bi du tiliyên destê rast yan çep (bo jeniyarê çepdest) tê girtin û bi lêdana rîşe ya mizrabê li ser têlan, dengê amûrê çê dibe.

KURDŞOP
235 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!