Danasîneke kurt li ser şano û şanoya Kurdî

Zara Elî

 

Şano; yek ji beşên hunerî û cureyek ji wêjeyê ye. Di wateya xwe ya hunerî de; teşeyekî hunerê ye ku di rêya wê de deqa wêjeyî vediguhêrî dîmenan dibe û ji temaşevanan re pêşkêş dibe. Şanoger li ser dika şanogehê van dîmenan bi tevgerên xwe pêşkêş dikin. Mirov dikare şanoyê bi awayekî din jî bide naskirin ku ew diyardeyeke hunerî ku li ser bingeha hevdîtineke bi mebest di navbera şanoger û temaşevanan de, di dem û cihekî taybet û diyar de, bi armanca teyisandina deqeke wêjeyî, pêk tê.

Derketina şanoyê, ji bilî hunerên din û ji wan cuda, bi destbêkirina jiyana mirovahiyê re dest pê kiriye. Wekî ku mirov wêjevan, hizirmend û ramyar be, helbet ew ê aşiqê afrînerî û hezkerê xweşikiyê be; ji ber vê yekê jî em dibînin ku lîstikvanî û teqlîdkirina hin kes an jî hin lawiran, rewişteke ji xwezaya mirovî ye. Ev jî diyar dike ku teqlîdkirin û lîstikvanî zikmakî ye. Karê mîna afsûnkarî, rêûresmên olî, şahî, dîlan û stran resimkirina ser dîwar û nexşeyên ser keviran û pêşkêşkirina qurbaniyan ji xwedan re, wekî destpêka hunera şanoyê hatine dîtin.

Herwiha mirov ji bûyerên çolê û pêkhatina hin tiştên ecêb ditirsiyan û nizanîbûn ew çawa tên holê. Ji ber ku sedemên karîsetên çolê û zagonên xwezayî nizanîbûn, xof û tirs diket dilê wan û li hember wan bûyeran serî danîbûn û bûbûn ebid. Efsûnkariya hunerê ji wê demê vir de dest pê dike. Li gor baweriya wan di nav hêzên jîndarên xwezayê de wek hestên mirov, ruhên taybetî hebûn, ji ber wê sedemê reqs û lîstikên ku dişibandin heywanan dianîn holê. Tiştên ku tê ne digihîştin ji xwe re rûmet digirtin, dema xwarin têra wan hebû dawet dikirin û bi şahî derbas dibû. Ew şiyar hemû bûn, hestên afirandina şanoyê.

Berî zayina Îsa di sedsala 5an û 4an de, hizra şano di nav jiyana Yewnanên Kevnare de derket. Ew rêgeh wek şanoya xemgînî (trajedî) hat ziman û mijarên xwe ji dîrok û destanan distand.

Dîsa di wan sedsalan de, Yewnan û Faris şerê hev û du dikin û paşê Yewnan serdievin û pêş ve diçin. Di wê demê de pisporên Yewnanê Aristoteles û Platon bi ramaniyeke xurt şano şîrove dikin û pêş dixin.

Şano, mîna hemû zanist û wêjeyên din, di nava xwe de dibe du beş: Trajedya, Komediya. Ev dabeşbûna şanoyê bi şaristaniya Yûnan ve tê girêdandin. Ev jî bi şahiyên ku di Yûnanê de, ji xwedayê meyê Diyonisyos dihatin pêşkêşkirin, derkrtiye holê.

Di dema werza tirî de, mey çêdikirin û herkes serxweş dibû û rojên kêf û şahî derbas dikirin, dema ku tirî bidawî dibû, her kes xemgîn dibû û ji van bûyeran şanoyên tirajediya û komediya derketin holê. Herçiqas şano li Yewnan, Roma û li hemî cîhanê pêş ket, paşê li cem Kurdan jî gavek avêt.

Dîroka şanoya Kurdî, di salên 1900î de, gelê Kurd karîbû dest bi parastina dîroka xwe di rêya nivîsa şanoyê de bike, ev jî di rêya pêşkêşkirina yekemîn şano ku di sala 1905an de li Hewlêrê di bin navê "Tarîtî û Ronahî" bi rêvebirina Evdulerhîm Rehîmê Hekarî, bi nivîsandina şanoya "Memê Alan" dest pê dike û di sala 1918an de di Kovara Jîn, li Stenbolê tê weşandin. Di serdema komara Kurdistanê de jî, şanoyeke din ku bi navê " Dayika xwegorî" hatiye pêşkêşkirin. Ji bilî vê jî li gelek herêmên Kurdistanê xebatên mijara şanoyê hatine kirin, lê ev xebat berdewam nekirin, ev jî ji ber sedemên derketina şer û qedexeya li ser huner, wêje, çand û zimanê Kurdî.

Şanoya Kurdî; li Bakurê Kurdistanê di salên 1950î de peşvecûnek bi dest xist. Ev jî bi serpereştiya Mûsa Enter ku di nivîsa şanoya "Birîna Reş" de derket holê.

Di dema îro de, gelek xebat li ser şanoyê dibin bi armanca ku şanoya Kurdî jî bigihêje asteke bilind, ev yek jî bi rewşa civaka gelê Kurd û sedemên erdnîgariya Kurdistanê û dewletên dagirker ku derfet nedane gelê Kurd ku di her warî xwe li pêş bixe û bi taybet di warê şanogeriyê de.

KURDŞOP
256 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!