Keça Kurd a şêwekar Gulistan Bozo nas bikin

Gulistan Bozo di roja 7.12.1998an de li gundê Dela yê ser bi navçeya Mabetu hatiyê dinê. Ew  niha  li zanîngehê li beşa Zanista Civakî dixwîne û ji berî wê jî sê salan li zanîngeha Efrînê beşa wêjeya Kurdî xwendiye. Gulistan Bozo tevî malbata xwe, cuda ji rewşa nebaş a dagîrkariya ku li ser Efrînê dimeşe û hemû zehmetiyên ewlehî û jiyanê, lê ew bi dilek germ li karê hunerî berdewam e û heta niha çendîn şano û berhemên şêwekarî afirandine.

Herwiha her tim huner di bîr û bala wê de bûye û ew xeyala hanê her tim hest û ramanên wê bo aliyê xwe rakêşaye. Lewma li gel xwendina xwe, hevdem bi hevkariya M. Aslan Mamo fêrî wênexêzkirinê bûye û gelek mifa jê wergirtiye. Ji hingê û pêve Gulistanê riya xwe di wênexêziyê de qelişandiye û li ser wê hunerê berdewam e.

Gulistan derbarê hogiriya xwe bi hunerê re dibêje: “Bi rastî huner jiyan e û ew me ji rojên reş direvîne”. Ew cuda ji karê şêwekariyê, hezkirin û şarezaiya wê bo hunera şanoyê jî heye û di fîstevala şanoya Kurdî a bi navê“Mîtan” de beşdar bûye û xwedî roleke gelekî berçav bûye û sê salan li ser hev pileya yekemîn di wê fistîvalê de bi dest dixistiye. Herwiha kariye xelata baştirîn şanogeriyê werbigre.

Ev jî çend nimûne ji tabloyên şêwekarî yên Gulistan Bozo ne:

 

KURDŞOP
348 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!