Talankirina çavkaniyên sirûştî li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

Roj Qadirî

 

Di dema şopandina nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê de, ez rastî nûçeyekê hatim ku hem nûçeyek dilxweşker û hem bi êş bû. Nûçeyeke din ji nasandina komek ji deverên nû yên kanan li parêzgeha Sinê. Di vî warî de cihê kêfxweşiyê bû ku ev yeka nîşaneya dewlemendiya axa Kurdistanê ye û di vî warî de bi êş bû ku hemû ji aliyê dagîrkeran ve tê talankirin, çawa ku dahatên sirûştî yên Rojhilatê Kurdistanê bi dirêjahiya wan salan ji aliyê hikûmeta dagîrker a Tehranê ve hatine talankirin. Nûçeyên wiha li Rojhilata dagîrkirî pir in, lê ev yeka her tim bala min dikişîne.

Manşêta nûçeyê wiha bû: “Li parêzgeha Sinê 27 navçeyên nû yên kanên zêr û hesin hatine naskirin”.

Bextiyar Xaliqî, Serokê Giştî yê “Pîşe, Kan û Bazirganî” ya hikûmeta Îranê li parêzgeha Sinê, ji malperên fermî yên vê parêzgehê re gotiye: “Li gorî vedîtinên nû, 7 deverên hêvîbexş ên zêr û kevirên hesinî li Seqizê û 6 deverên hêvîdar li Bîcarê û 14 navçeyên hêvîbexş ên zêr û kevirên hesinî li Qurweyê hatine dîtin”.

Di vê derheqê de divê ez bibêjim ku parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî parêzgeha Sine, ji aliyê çavkaniyên sirûştî yên weke zêr û kevirên din ên giranbiha ve gelek dewlemend e û di heyama desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de, ev çavkaniyên Kurdistanê hertimî di qurixa desthilt û Spaha Pasdaran de bûne û hemû hatine talanbirin û Kurdistan ji wê dahatê bêpar bûye û hertimî di asta parêzgehên navendî yên Îranê de ji aliyê xizmetguzariyan ve pare maye.

Di nûçeyê de Serokê Giştî yê “Pîşe, Kan û Bazirganî” ya hikûmeta Îranê li parêzgeha Sinê behsa wê yekê kiriye ku, 4 hezar û 139 kes di yekeyên kanî yên parêzgeha Sinê de kar dikin.

Divê di vê derheqê de îşareyê bi vê yekê bikim ku ti carî navendên ser bi hikûmetê û heta navendên amarî yên Îranê amarên rast di warên cur bi cur de belav nakin û hertim amarên nerast û şaş ji bo xapandina raya giştî belav dikin. Di vê pêwendiyê de jî her bi vî rengî ye. Ji aliyeke dinê ve di kanên çalak yên Rojhilatê Kurdistanê de kêmtir hêza xwecihî tê bikaranîn û piraniya hêz ji bajarên derdor bi taybetî bajarên navendê têne Kurdistanê. Helbet hertim eva siyaseta desthilatê bûye ku rêjeya bêkariyê li parêzgehên Kurdistanê bilind bike û neteweya Kurd hertim di bin destê desthilatê de bihêle û ji bo debara jiyana xwe berê xwe bidine kolberiyê. Bila bimîne ku kolberî ne kar û ne jî pîşe ye û tenê û tenê ji bo çewsandina zêdetir a netewa Kurd e.

Wek mînak û pêka gotina Bextiyar Xaliqî, li parêzgeha Sinê 194 kanên çalak û 158 kanên neçalak hene û 4 kan jî di halê amadekirinê de ne û bi giştî paşketa kanên parêzgeha Sine 600 milyon ton e ku eger ji xelkê vê parêzgehê re ji bo karkirinê sûd bê wergirtin, bi alxahînî ve êdî ti kes berê xwe nade kolberiyê û rêjeya bêkarî û hejariyê jî dê kêm bibe. Ji aliyek dinê ve eger beşeke mezin ji dahata van kanan li Kurdistanê were xerckirin, bêguman Kurdistan dê di gelek waran de pêş bikeve, lê diyar e ku ewa ti carî mebesta hikûmetê nebûye û tenê karê wê talankirin û jinavbirina jîngeh û sirûşta Kurdistanê ye.

Her li gorî amarên hikûmetê, 12 hezar û 700 kîlometre çargoşe ji axa parêzgeha Sinê di bin peydakirina kan û erdnasiyê de ye. Bi watayek dinê hikûmet dixwaze çavkaniyên sirûştî yên Kurdistanê yên ku nehatine dîtin peyda bike û wek kanên dinê jî wan talan bike û di vê navberê de jî pişka Kurdistanê û xelkê wê, tenê betalî, kolberî, hejarî û jinavçûna jîngeha wê ye.

Aliyek dinê ya vê mijarê ku gelekî girîng e û divê bê balkêşandin, wêrankirin û ziyangihandina jîngeha Kurdistanê ye ji aliyê kompaniyên ku mijûlî lêgerîn, derxistin û talankirina kanên li Kurdistanê ne. Wek mînak, navçeya Dîwandera, Saral û Çilçeme li parêzgeha Sinê yek ji mezintirîn berhemanîna goşt li Îranê ne; Ji bilî goşt, şîr û genim û hingiv jî berhem tînin. Derhênerên kanan mêrg û çêrîngeha ajelan û şûna mêşên hingivîn têk didin û rasterast bandorê li aboriya xelkê û herêmê dikin û tepûtoza karkirin di Biharê de li ser giya, dar û genim bandordar e û jêrxaneyên sirûştî yên navçeyê têk didin û dibine yek ji sedemên wêrankirina jîngeh û axê.

Di dawiyê de divê ez bibêjim ku divê rohnkariyên zêdetir ji xelkê Kurdistanê re bê dayîn da ku di hember van talankariyan de bêdeng nemînin û nehêlin hikûmet dest danê ser zeviyên wan û rê li ber talankirina kanên Kurdistanê bigirin.

KURDŞOP
465 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!