Mêwên li bakurê Berferatê

Ferat Demîroglu

Herêma bakurê Berferatê bi rez û rezikên xwe bi nav û deng in. Herêmên wek Mêrdîn, Botan jî bi rez û rêzikên xwe ne kêm in ji herêma Berferatê lê bi ax û avhewaya xwe taybetiya rojhilatê çemê Feratê heye. Li vê herêmê mêwên bi tahm û rengê xwe li dinyayê belav bûne hene. Wek mêwên “bogazkere” û “okuzgozu” ku ji wan meyên (şerab) pirr delal  çêdibin. Ji ber taybetmendiya ax û heyama xwe, ji xeynî van herêman li tu cihî qandê yên van hereman bi tahm û reng xweş nabin.

Mêwa “bogazkere” bêhtir li  Çêrmûg, Çunguş, Erxenî, Pîran û Madenê tê çandin û gihandin. “Okuzgozu” herçiqas li van navçeyan bigihîjin jî, li bajarê Elezîz û bakurê wê bêhtir digihîjin. Bi van herdu mêwan meyeke pirr bi çêj çêdibe. Ji xwe mêwa “bogazkere” tirş û tehlî pê re heye û pirr tîr e, dema ji sedî 30 “okuzgozu” dikin nav, tîr û tirş û tehlbûna wê xweştir dibe.

Ji xeynî van mêwan, mêwên şîre (mezrome) ya herêma Çêrmûg û Erxeniyê jî pirr tê ecibandin û demsala payîzê herkes li pey tiriyê mezrome digere ku peyda bikin. Heta salên 1990î  li her taxê Diyarbekirê di meha îlonê de dihat firotin lê piştî salên 2000î her ku çû kêm bû. Sedemên kêmbûna tirî gelek in. Yek ji wan nexweşiya fîloksera ye, em dikarin wê wek kêzika mêwan bi nav bikin, li herêmê belav bû. Ev kêzik dikeve kok û rêçikên mêwê, hêkên xwe li wir datînin, ji wir jî ber bi şaxan hildikişin û dibe sedem mêw nikaribe av û qewetê bide gulî û şaxan. Mêw her diçe qels dibe an jî hişk dibe.

Xelkên herêmê ewil fehm nekirin rez û rêzikên wan çima adana wan kêm bûye an çima hişk dibin.  Herkesî digot penceşêra daran bi mêwan ketiye û mêwan hişk dikin. Hin endezyarên çandiniyê  dizanîbû ev ne nexweşiya penceşêrê ye lê gundî carekê hîn bûbûn û wan bawerî bi vê yekê nedianî. Dema min dest bi çandiniya mêwan kir min ji gundiyan re rave dikir û  digot bi dermanên çandiniyê yên kîmyewî fîloksera namire û tenê li dewsa wan divê mêwên amerîkî werin çandin ku ev kêzik nakevin kokên wan. Da ku gundiyan qaneh bikim rez ji ber fîlokserayê qels û hişk dibin, min vîdyo û wêneyên fîloksera girtin û piştî deh salan bi min bawer bûn. Piştî salên 2010î tiriyê mezrone êdî bi destê kesî nediket û îsal jî pirr kêm adana xwe hebû.

Sedemeke din a kêmbûna tirî ev e ku gundî piştî şerê li bakûr ji gund û warên xwe koç kirin û ên li cîh û warên xwe man jî bi darê zorê ya dewletê -binavkirina dewletê -bûn parastvanên gund. Dewletê çek û mûçe dan wan û wan debara xwe bi vî hawî kir. Gundîyên ji gundan derketibûn ji ber zor û zilma serdestan bi salan nema karîbûn biçûna ser rez û rezikan, dar û bostanan.  Ên li gund man jî ji ber ku debara xwe dikirin êdî wek berê guh nedidan dar û beran.  Ew çand û zanîna ji bav û kalan a çandiniyê her ku çû hat ji bir kirin û negihîşt nifşa nû. Ji xeynî fîloksera ji ber ku cotkar û gundî  êdî wekî berê li rez û rezikên xwe xwedî dernakevin û li dora wan naçin û nahên  wekî berê jê sûd wernagrin  û jê xêrê nabînin.

Ji ber ku tirîyên “bogazkere”, “okuzgozu” û “mezrone”  tên firotin û ji ber ku mezrone jî ji  bo bastêq, dims, helaw, meşlûrê tê guvaştin bêhtir tên çandin, lê ji xeynî wan tirîyên ji bo xwarin û mewijan jî hene. Ev cure  mêw her ku diçe wenda dibin, û tên jibîrkirin. Tiriyê tehlik ji bo mewîjan pirr xweş e. “Tahnebî, avdêrî, muruvet, genc mihemed, reşik, sor, bankî, qizilbankî” bo xwarinê ne. Ewil tahnebî di meha tîrmehê de digihîjê û bi dorê avdêrî, bankî, qizilbankî, muruvet, genc mihemed û reşik digihîjin û gundî havîn û payîzan bê tirî namînin.

KURDŞOP
549 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!